=KTML_Bold=’Bi dengbêjiyê êşên xwe tînim ziman’=KTML_End=
Ayşa Silêman/ Dêrik
Dengbêjê Kurd Nezîr Xidir diyar kir ku dengbêjî çandeke ku ji nifşekî gihiştiye nifşekî din û got, “Min hunera dengbêjiyê ji bavê xwe girtiye, ez bi rêya wê êş û azarên xwe tînim #ziman# û çanda gelê xwe diparêzim”
Dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng e. Di dîrokê de Kurd her dem neçar bûne ku çanda xwe bi “deng” an jî bi “gotinan” dewrî nifşê nû bike, ji ber ku nivîs û pirtûk di nav Kurdan de pir kêm bûn. Di hêla gotin, stran û çîrokan de, bi gotinên dengbêjan hetanî roja îro hatiye û winda nebûye. Mirov dikare bêje dengbêjî esasê çanda Kurdan e. Em li dîrokê dinêrin piraniya dengbêjan ji derveyî karê dengbêjiyê bi tu karî ve têkildar nebûne û tenê xwestine çanda Kurdewarî li ser lingan bihêlin.
Dengbêjên Kurd, çanda Kurdan bi awazên xwe yên hestyar heta roja me ya îro anîne. Yek ji dengbêjên Rojavayê Kurdistanê Nezîr Xidir e.
Nezîr Xidir di 10’ê Tîrmeha sala 1962’an de li gundê Kelhê ji dayîk bûye, wî jiyana xwe li beyaran li ber sewalan derbas kiriye. Di sala 1971’an de ew derbasî dibistanê bûye û heta refa 8’an xwendiye. Lê ji ber mercên madî wî dest ji xwendinê berdaye û careke din berê xwe daye beyar û sewalan.
Di derbarê jiyan û hunera dengbêjiyê de dengbêj Nezîr Xidir ji Rojnameya me re axivî.
Kurtejiyana Nezîr Xidir
Nezîr Xidir da zanîn ku dengbêjî bi zarokatiya wî re mezin bû ew li beyaran fêrî wê bûye û wiha got: “Sedema êş, zor û zehmetiyên ku mirov di jiyana xwe de dibîne dengbêjî yekser pêre derdikeve û dibe derman da ku êşa xwe jibîr bike. Sedema êşên ku min di jiyana xwe de dîtî û ji zarokatiya xwe ve li çol û beyaran bûm, min dengbêjî ji bo xwe kir dermanek da ku bi rengekî cûda li jiyanê binêrim û berdewam bike. Lê mamostê destpêkê ku bingeha dengbêjiyê ji min re çêkirî bavê min bû. Li beyaran netenê li ber sewalê xwe bû, di heman demê de li ber sewalên gundiya jî bû, bi mehan ji derveyî gundê xwe dimam û li gundinê din li ber sewalên wan jî dimam. Zemanê berê wisa bû heger te bi destê xwe pariyê xwe nekir devê xwe de kes pariyê te nakê devê te de. Pêwîstî hebû ku mirov kedê bide heya ku karîba debara jiyana xwe bike. Heya roja îro jî tevî rewşa min ya tenduristî nebaşe jî lê hîn ez sewalên xwe didûşim, ji ber ku di çanda koçeran de ji bo me kêmasiyeke ku jin here sewalan bidoşe. Em rêzgirtinê ji jinê re digrin û hertim wê didin pêş lewma nabe bi vî karî rabe.”
Kar û xebatên ku dayî meşandin
Xidir axaftinên xwe domand û wiha got: “Piştî Şoreşa Rojava dest pê kir ew rihê welatparêziyê li cem min vejîn bû, min bar girt ser milê xwe û ji bo hemû saziyan kar kir. Êdî bi hemû rengî min xwe xist bin xizmeta civakê de. Destpêka avabûna Hêzên Parastina Cewherî min cihê xwe têde girt wek berpirsiyar û heya niha jî cihê xwe têde digrim. Di heman demê de cihê xwe di komîta Lihevanînê de jî digrim. Destpêka ku koma Cûdî hat damezrandin ez bûn yek ji endamên wê, lê niha ji ber rewşa min ya teduristî nebaşe ez hinkî jê dûr ketime, dema bernameyên taybet hebe ez tevlî wê dibim. Min gelek stran gotine ji wan Birîte, Peyzok, Heyranok, Jaroheyran û Heyterazîn, herwiha tevlî gelek şevbuhêrkên dengbêjiyê jî bûme. Di 20’ê Mijdara sala 2022’an de sedema êrişên dagirkeriya Tirk li ser gundê Teqil Beqil ez û hevalên xwe em çûn da ku alîkariyê bidin kesên birîndar, lê dagikeriyê êrîşî erebeya min jî kir û hemû hevalên min yên bi min re şehîd bûn, ez jî birîndar bûn û heya niha mam hevalek gazî. Lê tevî wilo jî heya roja îro ez di malê de rûnanim çi kar dikeve ser milê min ez dikim.” [1]