Nasnav: Masîro Xabûr
Nav paşnav: Bedîrxan Abo
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Nerîman-Halît
Dem û cihê şehadetê: #27-05-2020# / Herêmên Parastinê yên Medyayê
MASÎRO XABÛR
Hevrêyê me Masîro Xabûr li gundekî Geverê ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Gewdanê weke zarokê çaremîn ji dayik bû. Weke ewladê dayikeke kedkar, ku taybetmendiyên qedîm ên civaka komunal a dayikê di kesayetiya xwe de dihewand, bi çanda civaka polîtîk a exlaqî ya xurt mezin bû. Ev çand û exlaq hem karakterê hevrê Masîro diyar kir hem jî bû zemîna kesayetiya wî ya xurt a di tevahiya jiyanê de bi gavên ji xwe bawer bimeşe. Bi pêkhatina Pêngava 15'ê Tebaxê 1984'an û belavbûna gerîla li Kurdistanê re dewleta Tirk êriş bir ser gelê Kurd ê li herêmên çiyayî û bejahî. Zilmên gelekî giran li gelê Kurd hatin kirin. Gundê Geverê yê ku hevrêyê me Masîro lê ji dayik bû û mezin bû, bû hedefa êrişên dijmin. Ji ber zextên dijmin bi malbatî neçar man ku ji Geverê koçî Elkê bikin. Hevrêyê me Masîro heta sala 1989'an li Elkê ma û li vê derê dibistana seretayî xwend. Dengê Tevgera Apoyî ku li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû, bandor li dil û mejiyê hevrêyê me Masîro jî kir. Çîrok û gerîlatiya efsanewî û bi heybet ên fermandarên me yên navdar ên Botanê şehîd Doktor Baran - Muslum Dûrgûn û Şehîd Ezîme - Mîhrîban Saran mîna her kesî bala hevrê Masîro jî kişand. Hevrê Masîro ku ji zarokatiyê ve aşiq û dilxwazê çiyê bû, xwest weke lehengên ku navê wan bihîst bibe gerîla. Di Tîrmeha 1989'an de li Elkê bi rêya hevrê Şehîd Doktor Baran tevlî nava refên gerîla bû. Beşdarî yekîneya hevrê Doktor Baran bû, li wê derê dest bi pratîkê kir û perwerdeya xwe ya destpêkê jî ji Şehîd Hereko - Hisên Çawiş dît. Perwerdeya destpêkê ya îdeolojîk û teorîk a ku şehîd Herekol da hevrê Masîro bû hêmanên esasî yên jiyana şoreşgerî ku wê bi dehan salan dewam bikira. Gerîlatiya ku ji hevrê Doktor Baran hîn bû, bû havênê fermandariyê ku wê piştre bibûya efsane. Pêvajoya ku hevrê Masîro li Botanê tevlî nava gerîla bû, ji bo tevgera me demeke gelekî zehmet û krîtîk bû. Ji ber ku ew sal bûn ku çetekariya wê piştre di dîroka me ya têkoşînê de weke Çeteya Çaran bihata binavkirin û mehkûmkirin li Botanê rabû û hewl bida xwe serwer bikira. Hevrê Masîro wê demê gerîlayekî ciwan bû, xwedî hêzeke teorîk û polîtîk nebû ku karibe çetekariyê bi detayên wê eşkere bike, lê belê weke feraset xwedî mejiyê PKK'ê bû ku zanibe ev çetekarî Apogeriyê temsîl nake. Hevrê Masîro bi rengekî cewherî, durust û kedkar beşdarî xeta Apoyî bû, di tevahiya jiyana xwe de her tim ji nêzîkatiyên tasfiyekar, çetekarî, derveyî xetê û nêzîkatiyên sivik ên gerîlatiyê xera dikin dûr ket û kete nava şerekî xurt. Li Botanê timî di nava yekîne û tabûrên bi tevger de bû, lewma li temamiya qadên Besta, Herekol, Payîzava, Feraşîn, Şax, Colemêrg, Berwarî, Garisa, Gabar, Çirav, Mêrdîn, Kerboran, Hezex, Mawa, Cûdî, Kêla Memê, Qileban, Heftanîn, Metînayê gerîlatî kir. Li Botanê cihek nema ku hevrê Masîro neçû, hedefeke dijmin nema ku keşif nekir. Ji zozanan heta bi qadên daristanî, ji çiyê heta bi deştê li her qadê hînî gerîlatiyê bû. Bi saya taybetmendiya xwe ya adaptasyonê hînî her qadê, rewşê û mercî bû. Gotina 'Gerîla weke avê ye, li her cografyayê ji xwe re rêyekê dibîne û weke avê diherike' xiste meriyetê. Hevrê Masîro gerîlayekî şareza bû ku li Kurdistanê dikarîbû mîna avê biherike, xwe berde nava her detayê, bi qadê re bibe yek, pişta xwe bispêre cografya bêhempa ya Kurdistanê û li dijî dijmin şer bike. Hevrê Masîro pratîkeke welê kir ku karîbû hemû êrişên berfireh ên dijmin, operasyonên bi beşdariya bi deh hezaranl eşker, çete û kontrayan pêşwazî bike, dijmin pûç bike û di heman demê de derbê lê bixe. Li cih û demên cuda pênc caran bi rengê cuda birîndar bû. Ji her birîndariyê ders wergirt û gerîlatiya xwe hîn xurt kir. Hevrê Masîro ku fermandarekî gerîla yê wêrek bû û bi tirsê nizanîbû, beşdarî bi dehan çalakiyên serdegirtin û êrişê bû. Bi saya wêrekî, jîrbûn û taktîsyeniya xwe, ji ber gelek çalakiyên xwe yên serketî hêjayî xelatê û bilindkirina payeyê hate dîtin.
Hevrê Masîro di payîza 1996'an de derbasî Qada Rêbertî bû û heta payîza 1997'an salekê li gel Rêber Apo ma. Hevrê Masîro ku piştî pratîka têr û tijî ya 8 salan perwerdeya Rêber Apo wergirt, li pêşberî jiyan, îdeolojî û xeta Apoyî xwe kûr kir, li xwe pirsî. Li pêşberî ziman, tempo, rêbaz û feraseta encamgir a Rêber Apo pratîka xwe nirxand. Ji xwe re kir armanc ku rastiya Rêbertî bi kûrahî fêhm bike, Apogeriyê hîn zêdetir bipejirîne û di kesayetiya xwe de şênber bike. Zanîbû ku tenê bi vî rengî dikare hêjayî Rêber Apo û bîranîna şehîdan be û bi hemû hêza xwe hewl da Rêber Apo bijî û bide jiyîn. Hevrê Masîro piştî perwedeya Rêber Apo, weke ku jinûve jidayik bûye bi hêz, moral û perspektîfeke gelekî mezin ji bo Eyaleta Wanê ya ser bi Botanê hate wezîfedarkirin. Heta sala 1999'an bênavber li vê derê kar kir. Her wiha meşa xwe ya bi wêrekî û bi biryardarî li vê derê jî dewam kir û weke fermandarekî Apoyî bi roleke girîng rabû. Hevrê Masîro li ser bingeha biryara vekişînê ya sala 1999'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Heta bihara 2000'î li vê derê ma û beşdarî civînên rêxistinê yên navendî bû. Ji ber ku dewleta Tirk pêvajoya vekişînê li şûna çareseriya pirsgirêka Kurd binirxîne bi rengekî namerdî hewl da bike firsendek ji bo îmhakirina gerîla, hevrê Masîro sala 2000'î careke din derbasî Botanê bû. Di van salan de ku li gorî salên berê şer lê zêde giran nebû, hebûna gerîla ya li Botanê parast û kir ku têkiliyên bi gelê me re xurt bimîne. Dis ala 2002'an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li qadên Zagros, Qendîl û Garê pratîk kir.
Hevrê Masîro meşa xwe ya şoreşê bi gavên ji xwe bawer, bi rengekî qewîn û bi afirandina xwe bi kedê meşand, di encama danhevî û tecrûbeya xwe ya kûr a gerîlatiyê de sala 2005'an ji bo wezîfeya Fermandariya Eyaleta Wanê guncaw hate dîtin. Ev wezîfeya girîng hilda ser milê xwe û careke din derbasî Botanê bû. Heta sala 2010'an bê navber li Eyaleta Wanê kar kir. Ev sal ew sal bûn ku dijmin giranî da ser teknîkê, dest bi bikaranîna balafirên bêmirov kir, êrişên hewayî yên li hemberî nuqteyên diyarkirî dikir û leşkerên xwe bi amûrên cuda dida şerkirin. Di vê pêvajoyê de ku artêşa Tirk bi serweriya teknîkê û şêweyên nû yên êrişê hewl dida encamê bi dest bixe, rêbaz û taktîkên dijmin timî şopand û kete nava lêgerîna wê yekê ku van pûç bike. Hevrêyê me Masîro ku xwedî kesayetiyekî gelekî hestiyar û hesas bû, bala xwe dida ser detayên herî biçûk û ji şikandina êrişên dijmin û lêdana derbên mezin a li hemberî dijmin, pêşengî kir. Di van salan de ku dijmin bi taybetî bi rêya termalên li ser çekên ferdî hewl dida gerîlayên li zozanan tasfiye bike, hevrê Masîro yekîneyeke dijmin bi hostatî xist kemînê û dest danî ser çek û cebilxaneyên li ser dijmin. Yekemcar dûrbîna termal a li ser çeka ferdî ya dijmin bi saxlemî bi dest xist. Hevrê Masîro ku bala xwe li ser hunera leşkerî, çek û teknîkê di asta herî bilind de bû, bêyî ku agahî û broşurek li ber destê wî hebe, bi xwe pê ve mijûl bû û ev teknîka termal a nû keşif kir û hînî bikaranîna wê bû. Piştî ku hîn bû, çalakiyeke gelekî serketî li zozanên Feraşînê bi bikaranîna çeka dijmin pêk anî, yekîneyeke dijmin xist kemînê, bi temamî tasfiye kir, çû ser cenazeyên dijmin, dest danî ser çek û cebilxaneya dijmin û bêyî windahiyê bide çalakiyeke serketî pêk anî. Bi vî rengî hem teknîka dijmin bêkêr kir, hem rahişt vê teknîkê û li dijî dijmin bi kar anî, hem jî taktîka dijmin pûç kir û bi vî rengî gaveke taktîkî ya nû ya ji bo tasfiyekirina dijmin da destpêkirin. Bi saya eleqeya xwe ya ji bo hunera şer, bûyerên rojane kêlî bi kêlî dişopand, serê xwe li ser êşan, rêryên çareseriyê afirand û bû yek ji fermandarên me ku di jinûve avakirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li qada şer pêşengiya fikrî, pratîkî û taktîkî kir. Li ser vê bingehê di navbera teorî û pratîkê, teknîk û taktîkê de hevsengiya bêhempa afirand û di nava têkoşîna me de bû yek ji fermandarên gerîla ku gavên destpêkê avêt.
Hevrêyê me Masîro ku yek ji mîmarên têkoşîna destanî ya li Bakurê Kurdistanê bû, di payîza 2010'an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di zivistana 2010 - 2011'an de beşdarî perwerdeya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Di perwerdeyê de hem tecrûbeya xwe ya kûr bi hevrêyên xwe re parve kir, hem jî li pêşberî xeta Apoyî li xwe pirsî û sekna xwe hîn xurtir kir. Hevrê Masîro di sala 2011'an de ji bo tevlî perwerdeya li Ocaxa PKK'ê bibe derbasî Qendîlê bû. Lê belê ji ber ku dewleta Îranê di sala 2011'and e êrîşî partiya me PKK'ê kir hevrêyê me Masîro li vê derê beşdarî şer bû. Di şerê parastina rewa de yê li hemberî êrişê hate kirin bi roleke çalak rabû. Piştî ku ev êrişa berfireh a ji bo tasfiyekirina tevgera me bi berxwedana gerîla pûç kir û şer qediya, tevlî perwerdeya li Ocaxa PKK'ê bû. Piştî ku perwerde bi serketî û kûrbûneke xurt qedand, di bihara 2012'an de ji bo wezîfeya Fermandariya Qadê ya Amanosê hate tayînkirin û li gel hevrê Bedreddîn Amanos - Îbrahîm Şengul derbasî Amanosan bû. Hevrê Masîro heta sala 2013'an li Amanosê pratîk kir û piştî agirbestê ji bo destwerdana li êrişên çeteyan di Tîrmeha 2013'an de derbasî Rojavayê Kurdistanê herêma Efrînê bû.
Hevrê Masîro ku di parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de keda xwe mezin e, herî zêde nav û rola xwe di Berxwedana Kobanê ya Dîrokî ya sala 2014'an de da bihîstin. Hevrê Masîrodi fermandariya Berxwedana Kobanê de wezîfe hilgirt ser milê xwe û ev berxwedana destanî bi pêş ve bir. Bêguman cihgirtina di nava berxwedaneke dîrokî de, meşandina fermandariya wê gelekî girîng e. Lê belê di şer de kêliyên krîtîk hene ku îradeya rêveçûna dîrokê diyar dikin, hikum dikin û serketinên dîrokî bi xwe re tînin û çarenûsê diyar dikin. Di atmosfereke welê de ku Berxwedana Kobanê li êrişên herî giran rast dihat, hin derdoran êdî hêvî jê birî bûn, çeteyên DAÎŞ'ê ji her alî ve piştgirî digirt û dor li Kobanê pêçandibûn, berxwedan li çend taxên dawî asê ma bû, fîşek mîna baranê dibariya, top û bombardûman dibariya, sîsarkan xwe li bendê danî bûn û digotin 'Kobanê ha dikeve, li ber ketinê ye', hêzên hegemonîk ên navneteweyî ji hewayî û bejahî ve dişopandin û digotin 'Gelo wê Apoyî karibin tiştekî bikin' hevrê Masîro îradeya fermandariya fedaî ya Apoyî derxist holê. Gotina navdar a hevalê Masîro ku digot, 'Çend çeteyên pîsik û qirêj hene, em ê wana paqij kin' ku li Kobanê li ser zimanê hemû berxwedêran bû û hêvî da her kesî, di kêliyeke bi vî rengî ya dîrokî de hate bilêvkirin û pêngaveke dîrokî da kirin ku kes ne li bendê bû. Hevrê Masîro li qada şer ne ji bo biçûkxistina dijmin, lê ji bo nîşandana îradeya fedaî ya Apoyî bi rengekî ji xwe bawer ev gotin anî ser ziman. Mirovahî îro ji belayê DAÎŞ'ê rizgar bûye, lewma di nava şert û mercên niha de axaftin an jî nîşandana lehengiya li dora maseyê hêsan e. Lê belê di demekê de ku dewlet û artêşên mezin dema navê DAÎŞ'ê dibihîstin ji ber direviyan, nîşandana îradeya serketinê, nêzîkatiya lehengiyê bûbû para fermandarê fedaî yê Apoyî hevrê Masîro. Weke yek ji afirînerên serketina wê berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsand ku gotina 'Kobanê wê bibe Stalingrad û êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê we bibe destpêka bidawîbûna DAÎŞ'ê' xist meriyetê.
Hevrê Masîro Berxwedana Kobanê ya Serfiraz bi vî ruhî, vê feraset, wêrekî û taktîkên gerîla yên bêhempa, li gel fermandarî û şervaniya Apoyî gihand serketinê û heta sala 2016'an li Rojavayê Kurdistanê pratîk meşand. Piştî ku rola xwe ya dîrokî ya li vê derê bi cih anî, wezîfe radestî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Masîro piştî ku hat çiyê, di Adara 2016'an de beşdarî civîna Konseya Fermandariyê ya HPG'ê bû. Li ser bingeha pêwîstî û perspektîfa di vê civînê de derkete holê, ji bo beşdarî Fermandariya Qadê ya Botanê bibe di 4'ê Nîsana 2016'an de derbasî Botanê bû. Hevrê Masîro temamiya Botanê weke kevika destê xwe nas dikir, lewma yek ji taybetmendiya wî jî ew bû ku pêwîstî bi kûrye nedidît. Bi saya hestiyariya xwe ya xurt û bilind, bi saya pêşdîtina xwe ku zanîbû kengî ji ku derbas bibe, bi serweriya xwe ya li ser qadê û dîsîplîna xwe ya xurt, biçûya ku derê timî weke pêşengekî diçû. Hevrê Masîro ku cografya gerîlatî lê dikir li dil û mejiyê xwe dineqişand, her timî weke pêşengekî meşiya. Timî ji aliyê hevrêyên xwe ve dihate rexnekirin ku li şûna xwe biparêze û hinekî li paş bimîne timî li pêş bû. Lê belê hevrê Masîro ti carî qebûl nekir ku li paş bimîne. Hevrê Masîro du salan weke endamê Fermandariya Qadê ya Botanê wezîfe kir, di sala 2018'an de weke berpirsyarê di asta yekemîn de weke Fermandarê Qada Botanê wezîfe wergirt. Rêbaza êrişan a nû ya dijmin ku li gorî îstîxbarata kêlî bi kêlî û teknîka zêde dimeşand, zû analîz kir û li hemberî vê yekê dît ku divê ji rêbaza yekîneyên gerîla derbasî tîmên gerîla bibe. Ji bo vê pêşdîtina xwe ya bilind bixe meriyetê û taktîka êrişê ya dijmin pûç bike, kedeke mezin da. Pêşdîtina bilind a hevrê Masîro li dîwarên taybetmendiyên me yên hînbûyî ketibe jî ti carî dest jê berneda û ji bo pêkhatina gerîlatiya ku jê piştrast bû, israr kir. Di pêvajoya jinûve avakirinê de ku gerîlatiya modernîteya demokratîk ava dibû hevrê Masîro bi pêşdîtin, pêşniyar û hewldanên xwe bû yek ji wan fermandarên me ku tevkariya girîng kir.
Hevrê Masîro li gel nexweşiyek ku li qirika wî der bû û gelekî zor dida wî jî hewl da wezîfeya girîng û berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li Botanê bi cih bîne. Li gel ku hevrêyên wî jê re got ku divê bê dermankirin, hevrê Masîro ji bo karibe hîn bêhtir xizmetê ji gelê xwe, doza azadiyê û hevrêyên xwe re bike heta kêliya dawî israr kir ku li Botanê bimîne. Di sala 2019'an de piştî ku nexweşî gelekî cidî bû, tedawî qebûl kir û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di dema tedawiyê de li gel ku diviyabû dermankirina wî divê li cihekî rehet be hevrê Masîro diyar kir ku şert û mercên bi vî rengî zorê didin wî, ji bo tedawiyê jî bê ew ji konformîzmê gelekî aciz e û dixwaze bê çiyayên Kurdistanê yên ku dilxwazê wê bû. Hevrê Masîro pêvajoya tedawiyê li çiyayên Kurdistanê dewam kir û ji bo demeke kurt li Fermandariya me ya Biryargeha Navendî hem tedawiya xwe dewam kir hem jî kûr bû. Di encama nîqaşên bi fermandariya me re ji bo karibe careke din wezîfeyên şoreşê yên mezin pêk bîne bi armanca tevlîbûna li perwerdeya li Ocaxa PKK'ê ya Sakîne Cansiz bi rê ket. Hevre Masîro di rê de ji ber rêbazeke tevgerê ya li derveyî înîsiyatîfa wî, di 27'ê Gulana 2020'î de di encama êrişa dijmin de şehîd bû.
Fermandarê me yê pêşeng hevrê Masîro yek ji kedkarên mezin ên têkoşîna me ya azadiyê, hişê mezin ê leşkerî her tim rê nîşanî me da. Şehadeta hevrê Masîro bêguman ji bo gelê Kurd û Tevgera Apoyî şehadeteke welê ye ku telafiya wê zehmet e û şûna wê nikare bê dagirtin. Lê belê mîrateya têkoşînê ya dewlemend a ku ji me re hişt, bi durustî, hevrêtiya xwde ya pak û hunera gerîlatiya xwe ya serketî wê timî rê nîşanî me bide. [1]