$`Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê û statuya wî were naskirin`$
Saziyên #Zimanê Kurdî# bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê deklarasyonek weşandin û daxwaza Statu ji Kurdî re, perwerde bi zimanê dayikê dubare kirin.
Li Amedê Saziyên Zimanê Kurdî bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê deklarasyonek eşkere kirin. Deklarasyon bi civînekê hate eşkerekirin.
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û endamên partiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê beşdarî daxuyaniyê bûn. Deklarasyon 2 zaravayan( Kirmanckî û Kurmancî) hate xwendin.
Di deklarasyonê de hate ragihandin ku ziman ji bo gelan rûmet, nasname û hebûn e û hate destnîşankirin ku wekheviya zimanê dayikê û pirzimanî bingeha jiyana bi hev re ye.
Her wiha hate bibîrxistin ku 21'ê Sibatê xwe dispêre têkoşîna zimanê dayikê ya gelê Bengalê (Bangladeş a îro) û ji aliyê UNESCO ve weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê hatiye ragihandin.
Hate gotin, gelê Kurd zêdeyî sed sal in li hemberî polîtîkayên înkarê ya li ser nasname, ziman têdikoşe û hate xwestin, Kurdî bibe xwedî statu û bi destûra bingehîn bê garantîkirin.
Saziyên Zimanê Kurdî diyar kirin ku di çarçoveya 21'ê Sibatê de wê bi dirûşma 'Statu ji Kurdî re, perwerde bi Kurdî' li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê panel, meş, şano, nîşandana fîlm û dokûmanteran, şevên dengbêjiyê, rojên îmzekirina pirtûkan û konserên pirzimanî bêne lidarxistin.
Her wiha bi daxwaza perwerdeya bi Kurdî wê stand bêne danîn, semîner ji bo malbatan werin lidarxistin û ji bo parastina zaravayê Kirmanckî name ji UNESCo û Wezareta Perwerdeyê ya Mîllî re bêne şandin.
Di deklarasyonê de hate destnîşankirin ku heta Kurdî bibe xwedî statu, ji perwerdeya beriya dibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwedeyê wê têkoşîn dewam bike. [1]