Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Über Kurdipedia
Kurdipedi Archivare
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
 Suche nach
 Gesicht
  Dunkle Situation
 Standardeinstellung
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliothek
 
Registrierung der Artikel
   Erweiterte Suche
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mehr...
 Mehr...
 
 Dunkle Situation
 Slide Bar
 Schriftgröße


 Standardeinstellung
Über Kurdipedia
Zufälliger Artikel!
Nutzungsbedingungen
Kurdipedi Archivare
Ihre Kommentare
Benutzer Sammlungen
Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
Hilfe
 Mehr
 Kurdische Namen
 Klicken Sie auf Suchen
Statistik
Artikel
  584,935
Bilder
  123,987
PDF-Buch
  22,086
verwandte Ordner
  125,787
Video
  2,193
Sprache
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Deutsch
Biografie 
275
Plätze 
112
Parteien und Verbände 
1
Veröffentlichungen 
6
Archäologische Stätten 
1
Bibliothek 
396
Kurze Beschreibung 
1,158
Märtyrer 
20
Dokumente 
58
Video 
2
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Alles zusammen  
273,795
Suche nach Inhalten
DBP careke din xwe bi rêxistin dike
Gruppe: Kurze Beschreibung
Schicken Sie Ihre Werke in einem guten Format an Kurdipedia. Wir archivieren sie für Sie und bewahren sie für immer!
Teilen Sie
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
DBP careke din xwe bi rêxistin dike
DBP careke din xwe bi rêxistin dike
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), di sala 2008’an de bi navê Partiya Aştî û Demokrasiyê (#BDP#) hat damezrandin û di sala 2014’an de navê xwe guhert. Di sala 2019’an de biryara biçûkkirina xwe da û ji bilî #Amed#, #Wan#, #Dîlok# û #Mêrdîn#ê hemû rêxistinên xwe yên li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê girt. Piştî 3 salan niha careke din xwe li bajarên bakurê Kurdistanê bi rêxistin dike. Em bi Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir re hatin gel hev û li ser guhertina navê wê, biryara biçûkkirin û ji nû ve rêxistinkirina wê ya li bakurê Kurdistanê axivîn. Pirsên me yên der barê mijarê de û bersivên Bayindir bi vî rengî ne.
Partiya we di sala 2008’an de bi navê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hat avakirin. Bi pêşniyaza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2014’an de navê xwe guherî û bû Partiya Herêmên Demokratîk (DBP). Ji ber kîjan sedeman pêwistî bi guhertineke bi vî rengî hat dîtin?
Partiya me her çiqas di sala 2008’an de hatibe damezrandin jî hîmê wê bi têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ve girêdayiye û heta 30 salan diçe. Têkoşîna siyasî ya gelê kurd ji salên 1990’î ve bi rêxistinkirinê roj bi roj mezin bû. Di salên 2000’î de kevneşopiya partiya me êdî ne tenê li navçe û bajarên bakurê Kurdistanê li bajar û metrepolên Tirkiyeyê jî xwe bi rêxistin kir û bi milyonan kes xwe pê ve girêdan. Piştî vê merheleyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2014’an de bi armanca ku rê ji gelê kurd û dostên gelê kurd re vebike û dînamîkên cuda yên Tirkiyeyê bigihîne hev pêşniyaz kir ku em navê partiya xwe biguherînin û bikin Partiya Herêmên Demokratîk. Em pêkhateya herî mezin a HDP’ê ne. Piştî têkoşîna siyasî ya 30 salan pêwîst bi guhertineke bi vî rengî çêbû. Weke partiyeke bîrdozî, çandî û dîrokî me xwest em xwe li nav gelê xwe yê li Kurdistanê û gelê xwe yê ku ji ber zilm û zordariya dewletê koçî bajarên Tirkiyeyê kiriye de birêxist bikin.
Partiya we di sala 2014’an de li bakurê Kurdistanê tev li hilbijartina herêmî bû û bi awayekî serkeftî bajarên mezin jî di nav de bi dehan şaredariyên bakurê Kurdistanê bi dest xist. Lê piştî ku partiya we navê xwe guherî du sal şûn de ji bilî çend şaredariyan hemû şaredariyên we bi qeyûman hatin desteserkirin. Van pêkanînên antî demokratîk çi bandor li partiya we kirin?
Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze pergala sed sal berê ya dewletê nûjen bike. Bi têkoşîna gelê kurd hem li bakurê Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê ev tevger û siyaset roj bi roj mezintir bû. Vê jî baweriyeke mezin da gelê kurd û dostên wan. Vê mezinbûn û qebûlkirina siyaseta me tirseke mezin da desthilata AKP-MHP’ê. Ji ber vê yekê li dijî siyaseta me dewlet êrîşeke bîrdozî dimeşîne û bi qeyûman vîna gelê kurd desteser kir. Bêguman vê jî tesîr li siyaseta me kir lê bi me gav paşde nedaavêtin. Di 2019’an de biçûkkirina DBP’ê li gorî taktîk, plan û projeyên me yên pêşerojê bûn. Ji ber vê jî me tenê xwe li Kurdistanê bi sînor kir. Me 3 salan ev siyaset domand.
Di sala 2015’an de piştî serkeftina HDP’ê ya di 7’ê hezîranê de ku bi tifaqa we pêk hatibû nîqaşên ku partiya we bi komekê li Parlamentoyê bê temsîlkirin hatibûn kirin. Lê ev pêk nehat û berovajiyê wê partiya we di sala 2019’an de hemû rêxistinên xwe yên navçe û bajaran girt û tenê li 4 navendan xebatên xwe meşand. Hûn dikarin hinek qala vê pêvajoyê û sedemên vê guhertinê bikin?
Me ji ber êrîşên li dijî xwe biryara biçûkkirina xwe neda. Armanc û planeke me hebû û li gorî van armanc û planên xwe biryareke bi vî rengî da. Li gorî sîstema me em pêkhateya herî mezin a HDP’ê ne. Ev rastî jixwe îro jî tê zanîn. Pêwistî pê hebû ku HDP li Kurdistanê bi her awayî bê birêxistinkirin û xurtkirin. Ji bo pêşîvekirina HDP’ê ya li Kurdistanê weke DBP me fedakarî kir. Lê sînor û demek ji vê fadakariyê re hebû. Di nav 3 salan de ev fedakariya me gihîşt armanca xwe. Baweriya me ew e ku pêşketina siyaseta herêmî, azadî û demokrasiyê wê bi pêşengiya DBP’ê pêk were. Piştî hilbijartinên giştî yên 2023’yan em ê rêveberiyên herêmî û hilbijartinên herêmî nîqaş bikin û li gorî vê biryarekê bidin û xebatên xwe ji nû ve saz bikin.
Bi van guhertinên ku we di partiya xwe de pêk anîn re zextên li ser we jî her berdewam kirin. Di encama van zextan de 3 hevserokên giştî yên partiya we hatin girtin. Hê jî hevserokeka berê ya partiya we Sebahat Tûncel girtî ye. Eleqeya van zextan bi guhertinên ku we di partiya xwe de pêk anîn û stratejiya ku we meşand re heye?
Nêzîkatiya desthilata AKP-MHP’ê û dewleta tirk a li dijî partiya me dijminatî ye. Dijminatiyeke dîrokî li dijî partiya me dimeşînin. Di vê çarçoveyê de di sala 2016’an de bi rêbaza qeyûman hemû şaredariyên me desteser kirin û êrîşî rêveber û hevserokên me yên giştî kirin û ew girtin. Dizanin ku heke pêşî li DBP’ê neyê girtin wê li bakurê Kurdistanê bi rêbazên demokratîk têk biçin. Vê di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an û 7’ê hezîranê de tecrûbe kirin. Ew çi jî bikin wê nikaribin bi serkevin. Ji ber siyaseta ku em dimeşînin dixwazin tolê ji me bigirin lê gelê me li dijî wan disekine û pişta me digire.
Piştî 3 salan hûn careke din li bajarên bakurê Kurdistanê rêxistinên xwe vedikin û xebatên xwe yên siyasî berfirehtir dikin. Çi guhertin pêk hatin ku hûn careke din li bajaran rêxistinên xwe vedikin. Armanca we ya ji vê xebatê çi ye?
Siyaset û rêxistinbûna HDP’ê li Kurdistanê gihîşt astekê û armanca xwe. Di nav 7 salan de gelek êrîş li HDP’ê û pêkhateyên wê hatin kirin. Bi van êrîşan dixwazin siyaseta gelê kurd lewaz bikin. Me çawa ku beriya 3 salan ji bo rêxistinkirina HDP’ê fedakarî kir û îro bi vê xebata xwe ya li Kurdistanê em dixwazin li dijî êrîş û dijminatiya lê tê kirin HDP’ê qewîm bikin. Hem li bakurê Kurdistanê hem jî li bajar û metropolên Tirkiyeyê em vê xebatê dimeşînin. Armanceke me ya sereke ev e.
Armanca me ya duduyan jî; em dizanin ev desthilat bi şerê derûnî û taybet dixwaze dîtin, gotin û raman û feraseta siyaseta gelê kurd ji xeta azadî, wekhevî û aştiyê derxîne. Li dijî vê siyasetê pêwist kir ku em DBP’ê li bajarên bakurê Kurdistanê bi rêxistin bikin. Ev ne tenê biryara meclisa partiya me bû. Weke ku hûn jî dişopînin bênavber me û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li gund, tax, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê xebat meşandin. Di van xebatan de jî pêwîstbûna rêxistinbûna DBP’ê ya li bakurê Kurdistanê derket holê.
Heta niha we xwe li çend bajaran bi rêxistin kiriye û vê der barê de we hedefek daniye pêşiya xwe?
Destpêkê em rêveberiyên xwe yên bajaran tayîn dikin. Piştî tayînkirinê rêveberiyên me li gund û bajarokan komîsyonan ava dikin û xwe li navçeyan bi rêxistin dikin. Heta niha me tayînkirina rêveberiyên xwe yên bajarên mîna Şirnex, Mûş, Agirî, Çewlik, Êlih û Dersimê pêk anîne. Em niha amadekarî dikin ku li bajarên mîna Riha, Îdir, Bedlîs û Colemêrgê jî rêveberiyên xwe tayîn bikin. Li gorî plansaziya me em hedef dikin ku heta dawiya meha mijdarê di asta bajaran de li tevahiya bajarên bakurê Kurdistanê DBP’ê bi rêxistin bikin. Her bajar wê li gorî hêz û derfetên xwe li navçeyan jî heman xebatan bide destpêkirin û rêxistinan ava bike.
Dîsa em plan dikin ku di dawiya sala 2022’yan de rêxistinbûna xwe ya bajar û metropolên Tirkiyeyê bidine destpêkirin. Heta niha weke herêmî me li herêma Marmarayê li Stenbolê, li herêma Çûkûrovayê li Edenê, li herêma Anatoliya Navîn li Enqerê û li herêma Egeyê jî li Îzmîrê buroyan vekiriye. Hedef û armanca me ew e ku em di destpêka sala 2023’yan de bi siyaset û rêxistinbûneke xurt, bi bîr û bawerî, çandeke kurdistanî, rê û rêbazên demokratîk DBP’ê di nav gelê kurd de bi rêxistin bikin.
Weke ku we jî destnîşan kir partiya we DBP pêkhateya HDP’ê ye. Tevî vê jî ji du aliyan ve rexne li HDP’ê tên kirin; hin kes dibêjin HDP partiya kurdan e û hin kes jî dibêjin ku HDP ne partiya kurdan e. Çi ferqa DBP û HDP’ê ji hev heye?
Rast e di civakê de nîqaşên bi vî rengî tên kirin. Ji milê Kurdistanê ve rexneyên ku HDP ne partiya kurdan e tên kirin, ji milê Tirkiyeyê ve jî rexneyên ku HDP partiya kurdan e tên kirin. Li vir em dixwazin rastî û heqîqetekê ji civakê re aşkera bikin. HDP partiya Tirkiyeyê ye. Lê DBP jî partiya gelê kurd e û pêkhateya herî mezin a HDP’ê ye. Di van rexneyan de partiya me DBP nayê dîtin. Em dixwazin DBP jî bê zanîn û dîtin. Em dibêjin em partiya gelê kurd in. Em siyaseta xwe hem li Tirkiyeyê hem jî li Kurdistanê bi giranî bi zimanê xwe dikin. Em siyaseta xwe di nav HDP’ê de têdikoşin. Dibe ku hin kesên di nav HDP’ê de vê rastiyê nebînin. Lê daxwaz û banga me ew e ku dema ev rexne bê kirin heqîqeta DBP’ê jî li ber çav bê girtin. Dema ev bê kirin wê ev rexne jî bêwate bimînin. Weke partî kêmasiyên me jî hebûn. Me tenê xwe bi 4 bajaran bi sînor kiribû. Lewre ev rexne dihatin kirin. Ez bawerim dê xebatên me yên nû pêşî li van rexneyan bigirin.
Keskîn Bayindir kî ye?
Di sala 1984’an de li navçeya Sasonê ya Êlihê ji dayik bûye. Ji dibistana seretayî heta lîseyê li navenda Êlihê xwendiye. Di navbera salên 2003 û 2007’an de li Meletiyê mamostetiya dibistana seretayî dixwîne. 7 salan li Amedê mamostetî dike û di sala 2016’an de piştî Hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê bi KHK’ê ji mamostetiyê avêtin. Di navbera salên 2017 û 2018’an de cîgiriya Serokê Giştî yê Egîtîm-Sen’ê dike. Piştre jî di navbera 2018 û 2019’an de endamtiya fahrî ya Meclisa Partiyê ya HDP’ê dike û li bakurê Kurdistanê dixebite. Di sala 2019’an de ji bo Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê tê hilbijartin û ji wê salê ve peywira xwe ya Hevserokatiya DBP’ê didomîne.[1]

Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,589 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Quellen
[1] Website | کوردیی ناوەڕاست | https://xwebun1.org/
Verlinkte Artikel: 1
Artikel Sprache: Kurmancî
Publication date: 05-09-2022 (3 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Inhaltskategorie: Politik
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 13-09-2022
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا کامەلا ) auf 13-09-2022
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا کامەلا ) am 13-09-2022 aktualisiert
Titel des Artikels
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 1,589 mal angesehen
QR Code
Verknüpfte Datei - Version
Typ Version Ersteller
Foto-Datei 1.0.13 KB 13-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
  Neue Artikel
  Zufälliger Artikel! 
  Es ist für Frauen 
  
  Kurdipedische Publikationen 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.453 Sekunde(n)!