Navenda Hevkariya Partiyên #Kurdistan#a Îranê, girtin û îşkencekirina #Jîna Emînî# şermezar kir û li Rojhilatê Kurdistanê ji bo roja Duşemê banga greva giştî kir.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bûyera #keça Kurd# Jîna Emînî ya ku li Tehranê ji ber xwenepêçanê bi îşkenceya polîsan canê xwe ji dest da, şermezar dike û dibêje, divê hemû gelê Kurd bi girtina dukanên xwe û neçûna ser kar xwepêşandanê bikin.
Jîna Emînî êvara Sêşemê 13ê Îlona 2022an li Metroya Heqanî ya Tehranê bi tohmeta xwenepêçanê hat desteserkirin û pişt re bo navenda polîsan a li Cadeya Wezîran hat veguhestin.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew daxwazê ji partî û aliyên siyasî, rêxistinên sivîl û çalakvanên mafê mirovan dike li pey bangewaziya wan biçin ji bo ku hevdeng bersiveke tund bidin desthilata Îranê.
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê daxwazê ji xelkê dike ji bo parastina rûmeta keç û jinên gelê Kurd, roja Duşemê, 19 vê mehê li hemû bajar û bajarokan bikevin greva giştî.
Her wiha rêxistinên sivîl ên Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş, girtin û îşkencekirina Jîna Emînî şermezar kirin û daxwaz kirin ku kesên ku di vê tawanê de cih girtine bên cezakirin.
Rêxistinên Seqizê dibêjin divê kesên ku di tawanê de cih girtine bên cezakirin û divê zext û zordariya li ser jinan a bi hinceta xwenepêçanê bi dawî bibe.
Jîna an jî Mehsa Emînî piştî nîvroya Înê li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê canê xwe ji dest da.[1]
Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol

, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 4,228 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!