Çavkaniyên ji hundirê kantona
EfrînEfrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam gelek sûc û binpêkirin li dijî şêniyên kantona Efrînê kirin.
Piştî çeteyên ‘Heyet Tehrîr El Şam’ (Cebhet El Nusra ya berê) li Efrîna dagirkirî bi fermana dewleta Tirk a dagirker belav bûn, dest bi sûc û binpêkirina li dijî welatiyan kirin.
Çavkaniyên ji Cindirêsê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi hinceta zekatê berhemên zeytûnan didizin û li şêniyan neçar dikin ku zekatê bidin.
Welatiyekî ji Cindirêsê got çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi darê zorê berhema wî ya zeytûnan jê girt û bi hinceta zekatê nîvê jê stend.
Çavkaniyên ji heman navçeyê da zanîn ku çeteyên Polîsên Hesbe çarşef li jinan ferz kiriye.
ÇETEYAN ZAROKEK QETIL KIR
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam zarokekî 17 salî li navçeya Cindirêsê bi sedemên nediyar, piştî îşkenceya li pêş çavê şêniyan, qetil kir.
Çavknaniyan eşkere kir ku qaşo saziya ewlehiay giştî ya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam pêncşema borî li navenda Efrînê bi ser malên welatiyan de girt û gelek welatî revandin.
[1] Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 2,731 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!