Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Über Kurdipedia
Kurdipedi Archivare
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
 Suche nach
 Gesicht
  Dunkle Situation
 Standardeinstellung
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliothek
 
Registrierung der Artikel
   Erweiterte Suche
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mehr...
 Mehr...
 
 Dunkle Situation
 Slide Bar
 Schriftgröße


 Standardeinstellung
Über Kurdipedia
Zufälliger Artikel!
Nutzungsbedingungen
Kurdipedi Archivare
Ihre Kommentare
Benutzer Sammlungen
Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
Hilfe
 Mehr
 Kurdische Namen
 Klicken Sie auf Suchen
Statistik
Artikel
  583,073
Bilder
  123,460
PDF-Buch
  22,048
verwandte Ordner
  124,901
Video
  2,191
Sprache
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,831
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,299
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,649
عربي - Arabic 
43,528
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,431
فارسی - Farsi 
15,543
English - English 
8,500
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,022
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Deutsch
Biografie 
273
Plätze 
112
Parteien und Verbände 
1
Veröffentlichungen 
6
Archäologische Stätten 
1
Bibliothek 
396
Kurze Beschreibung 
1,152
Märtyrer 
20
Dokumente 
58
Video 
2
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
1,227
PDF 
34,615
MP4 
3,812
IMG 
232,587
∑   Alles zusammen  
272,241
Suche nach Inhalten
Berxwedana ruhê xwebûnê: Şêx Seîd
Gruppe: Kurze Beschreibung
Historische Fotos sind unser nationales Eigentum! Bitte entwerten Sie sie nicht mit Ihren Logos, Texten und Farben!
Teilen Sie
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Berxwedana ruhê xwebûnê: Şêx Seîd
Kurze Beschreibung

Berxwedana ruhê xwebûnê: Şêx Seîd
Kurze Beschreibung

Li Serhedê di sar û seqema 6’ê çileya sala 1925’an de, li herêma Şûşarê, gundê Qirikxana Tatosê, li mala Evdirehman axa civateke mezin kom bûbû. Xortên ku li malê bicih nebibûn jî, di pacê de li hundir mêze dikirin. Derve gelek sar bû. Seqema Erziromê bi nav û deng e. Xortên derve ew seqem hîs nedikirin. Diyar bû ku meraqa wan, li pêşiya sar û seqemê bû. Lê menzela ku civat lê kom bûbû, gelek germ bû. Ew germahî ne ji ber agirê sobêyê bû. Ji ber mêvanên ezîz #Şêx Seîd# û rêhevalên wî bû.
Dema ew diaxivî, hûr hûr û hêdî hêdî, civata mezin nedixwest axaftina wî biqede. Hetanê biharê jî dikarîbûn wî guhdar bikin. Her gotinên wî, wek barana biharê; her liv û tevgera wî, wekî bayê germ a ser genimên zeviyan bû. Di nerma xwe de û yek bi yek diaxivî. Lê dema hat ser meseleya serxwebûnê, bi coş û kelecanek mezin û bi dengeke bilind axivî. Şêx Seîd, di axaftina xwe de got; “Em bi hatina xwe ya vir, bi vê civîna xwe ya mezin dest bi tevgera serxwebûna welatê xwe dikin. Êdî bila her kes amedekariya xwe bike û em ê di 21’ê adarê de rizgariya ol û neteweya xwe bidin destpêkirin û bi biharê re şahiyên azadiyê li her der û deverên welatê de li dar bixin.” Cimeat gelek kêfxweş bû. Çepik û awazên kelecanê deng veda li mala Evdirehman axa. Lê gelo çi bûbû, çi qewimî bû? Divê piştî şerê cîhanê li Tirkiyeyê gelek tişt bihata guhertin, $gelo hikûmet li ser soza xwe nesikinî bû?$
Belê dema Komara Tirkiyeyê ava bû. Gelek makezagon û rêgezên nû jî derketin. Divê di nav qanûnan de ji bo mafên gelê kurd jî gelek made heba, ji ber ku di rizgariya Tirkiyeyê de serpêhatiyên kurdan zêde bûn. Lê di zagon/qanûnên komarê de tu tiştek ji bo kurdan tune bû. Ne bes e, kurd wekî “tune” hatibû hesibandin. Ji axaftina kurdî hetanî cil û bergên herêmî; ji guhertina navên bajar û navçeyan hetanî navê zarokan; ji bîr û baweriya gelan hetanî çand û kevneşopiyên civakan, li ser her beşa jiyanê zext û zora hikûmetê hêdî hêdî destpê kiribû. Civak di her aliyê de bêdeng bibû.
Komarê dest bi înkara kurdan kir
Hîna di sala 1923’yan de Mîralay Xalit Begê Cibirî, di ferqa siyaseta Komara Tirkiyeyê de bû. Car caran bi Şêx Seîd ê zavayê xwe re dihatin ba hev û li ser wan meseleyan diaxivîn. Xalit Beg, li gelek bajaran ligel Tirkiyeyê ketibû şer. Li hemberî dewletên din di gelek eniyan de têkoşiya bû. Ji ber vê jî hatibû pîleya mîralaytiyê. A rast ji bo gelê xwe şer dikir. Hêvî û daxwaza wî ev bû ku mafê kurdên Bakur di Komara Tirkiyeyê de bê parastin û ev jî bibe bingeh û pêngavek. Ji bo rizgariya gel. Lê wisa nebû. Komara Tirkiyeyê piştî rizgarbûn û damezirandina xwe, înkar û pişaftina kurdan meşand û gav bi gav ber bi tunekirina kurdan ve diçû.
$Rêxistinkirina şer da destpêkirin$
Mîralay Xalit Beg, wan politikayên kirêt zû fehm kir û demildest ket nav xebateke berfireh. Bi Ûsiv Ziya Beg, melle Evdirehman û çend hevalên xwe ve peymanê çêkir û ketin bajarên Kurdistanê. Xalit Beg rêxistinkirina şer da destpêkirin û bi van çend hevalên xwe re di demek kurt de gelek rê girt û li Erziromê “Rexistina azadiyê” ava kir. Jixwe, bajarê Erziromê, di wê demê de wekî keleha şoreş û berxwedanê ya Serhedê bû. Xebatên dewletê ya stratejik jî ji bo Erziromê hebû. Hem di aliyê aborî de hem jî di aliyê demografiyayê de polîtîkayên cuda hebûn. Erzirom bajarekî girîng bû. Ji ber vê jî divê navenda xebata serxwebûna gelê kurd jî Erzirom bibûya. Her wiha, heta payiza sala 1924’an li Erzirom, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Amed û gelek cihan xebata şerê rizgariyê hatibû astekê. Lê tiştek kêm bû; rêber û pêşeng…
Xalit Beg û Sêx Seîd hatibûn xetekê
Erê, Xalit Beg fermandar û siyasetmedarekî mezin bû. Lê ji bo rêbertiyê xwe bes nedidît. Bi Şêx Seîd re li ser vê meselê kûr û dirêj qise kir. Jixwe Şêx Seîd jî nerazîbûna xwe ya li hemberî Komara Tirkiyeyê li her derê dianî ziman û taybetî jî binpêkirina nirxên civak û olê qebûl nedikir. Her wiha rê û armanca Xalit Beg û Şêx Seîd hatibû ser xetekê û ew ê bi hev re tev bigeriyana. Jixwe, Şêx Seîd, ji bo civak û tevahiya civaka kurd, pêşeng û rêberek temam û bêhempa bû. Navdar bû, xwedî rûmeteke mezin bû û li her deverên welat de hezkiriyên wî, murîd û şopînerên wî hebûn. Ji Xinusa Erziromê hetanî Elezîz, Amed, Riha, Mêrdîn, Colemêrg, ji vir jî hetanî rojhilat, başûr û rojava yên Kurdistanê dihat naskirin û hezkirin. Di heman demê de dewlemend bû û xêrxwas bû. Di dawiya gelek hevdîtinan de biryar hatibû danîn. Êdî Şêx Seîd, rol û rista xwe ya dîrokî bi cih bîne û ji bo rizgarkirina ol/bawerî û gelê kurd çi pêwîst be ew ê bikira.
$Xebatên Şêx Seîd ên dîplomasiyê$
Di demek kurt de Şêx Seîd dest bi xebatên dîplomasiyê dike. Bi pîrên elewî û pêşengên eşîran re hevdîtin dike û rewşa bindestiya gelê kurd û binpêkirina nirxên civakê tîne ziman. Diçe kîjan bajar û bajarokê, bertekên erînî dibîne û bi vê re komxebatên xwe jî mezin dike. Lê di 20’ê Kanûna 1924’an de bûrayê Şêx Seîd, Xalit Beg li Erziromê tê girtin û dişînin zindana Bedlîsê. Li ser vê geşedanê Şêx Seîd xebatên xwe xurt dike. Dizane ku êdî hikûmet di cihê xwe de nasekine û ew dê girtin û mîşextiyê bike. Ji ber vê yekê jî êdî bi awayekî fermî û xurt, xebata tevgerê bihata meşandin. Li ser vê esasê Şêx Seîd ji Serhedê dest bi çêkirina kongreyan dike. Kongreya ewil, li mintikaya Şûşara Tatosê ya Erziromê ye. Selîm begê Madraqê, Keremê Qolaxasî jî tê de, gelek mirovên navdar û ronakbîr jî hene. Demsal çile ye, sar û seqem e. Lê kelecana rizgariyê, li Serhedê di demek kurt de xwe dide der. Piştre, Xinus, Kanîreş, Dara Hênê, Gimgim û her wekî din…
Bi her kongrê re gel moral digire, şa dibe û kelecan û coş dikeve bajarên kurdan. Ji Erziromê hetanî Çewlîk, Elezîz, Amed û li der doran amedekariya şerê rizgariyê tê rêxistinkirin. Li aliyê Rojhilat û Bakur û Rojavayê jî têkiliyan çêdike, bingeha piştgiriyê diavêje. Zêde dem derbas nebibû, xeberek reş tê; kedkar, fedakar û siyasetmedarê vê tevgerê Xalit Begê Cîbirî hatiye qetilkirin. Erê, Xalit Beg, Ûsiv Beg, Elî Riza Beg, Faiq Beg û mele Evdirehman li Bedlîsê demildest, bêdarizandin hatine daliqandin. Şêx Seîd, aciz dibe, hêrs dikeve, dikewice, xemgîn dibe. Lê ji dest tiştek nayê. Ked û xebata wan lehengan tê ber çavan. Ew kelecana wan, ew fedekariya wan, ew keda wan pir mezin bû û nirxdar bû. Êdî ji wan her yek bûbû cangoriyên welat û axa xwe. Şêx Seîd bi vê xemginiyê derdikeve derve, serê xwe radike ber bi ezmanê. Li berfa dibare dinêhêre û dibêjê; “Ya Rebî, tu hêz û quwetê bidî me û em ê tola ola xwe, tola gelê xwe û wan lehengan bigirin.”
$Ji xeynî şer tu rê nemabû$
Di meha sibata 1925’an de hikûmeta Komara Tirkiyeyê, fermana girtina Şêx Seîd jî derdixe. Ji bo pêşîgirtina serhildanê li her derê zext û zorê didin destpêkirin lê cesaret nakin ku leşker bişînin pêy Şêx Seîd. Şêx Seîd jî xebata xwe aniye ber bi qedandinê û ji bo ji carekê ve raperîn çêbibe û yekitî belav nebe, dîroka 21 ê adarê esas digire. Rojek hikûmeta Tirkiyeyê, ji bo çend firarên dewletê, leşker dişîne gel Şêx Seîd. Şêx vê yekê napejirîne û tu kesî nade leşkeran. Li ser vê yekê gengeşî derdikeve û pevçûn diqewime, çend leşkerê hikûmetê tên kuştin. Şêx Seîd naxwaze ev bûyer mezin bibe û bibe destpêkirina serhildanê. Lê carek fîşek teqiyaye û êdî ji xeynî şer tu rê tune ye. Piştre, hikûmet dîsa leşkeran dişîne pey Şêx Seîd. Şêx xwe nade dest û bêhemdî serhildan bêwext, ango beriya 21’ê adarê destpê dike. Ev şera bêwext, ji bo xurtbûn û yekitiya tevgerê xetereyeke mezin e. Agahiya hêzên kurd ên bajarên din gelek dereng çêdibe. Hetanî wê çaxê jî di navbera hêza derdora Şêx Seîd û hikûmetê de şereke dijwar diqewime. Dema ji Erzirom, Erzingan û Çêwligê leşker derdikevin û berê xwe didin Amedê, agahiya hêzên kurdan jî çêdibe û her hêz, di bajarê xwe de raperînê dide destpêkirin. Herî kêm pêncî hezar şervanên kurd, li bakûrê Kurdistanê dikeve şer. Her çiqas tevger, bêwext destpê kiribe jî, bi bandor û xurt e.
$Bi dil û can şer dikin$
Şêx Seîd, bi hêzên xwe ve Dara Hênê dixe kontrola xwe. Ji bo demekê dike navenda tevgerê û paytexta bakurê Kurdistanê. Li vir, hin name û fetvayan derdixe û ji mezinên têkildar û eşîran re dişîne. Agahiya destpêkirina şer û pêngavên nû dide wan. Di vê navberê de şer jî mezin dibe. Hêzên kurd, bi dil, ruh û îradeya xwe şer dike. Navçe û bajarokan digire dest. Lê hêza hikûmetê jî hamleyan çêdike. Her wiha tevgera Şêx Seîd, car caran xurt dibe car caran jî mecbûr dimîne ku paşve bikişe. Li Amedê jî gelek navçe û bajarokan digirin dest. Êdî dengê şerê serxwebûn û azadiyê ji Erziromê, Xinusê, Bedlîsê û bajarên din ên serhedê jî tê. Ji ber vê tevgera mezin a kurdan, xofa hikûmetê zêde dibe. Îsmet Înonu bi agahiya Mistefa Kemal darbeyeke veşartî dike û hikûmeta Fethi Okyar dixîne û dibe serokwezîr. Bi toza lingê xwe li Serhedê û li herêma şer rewşa awarte îlan dike. Fermandarên herî bi nav û deng dişînin ser kurdan. Ji bo pêşîgirtina kurdan qanûnê li ser qanûnê, fermanê li ser fermanê derdixin. Qanûna “takrir-î sukun”ê jî derdixin û yek li Enqereyê, yek jî li Amedê du dadgehên serxwebûn a tirk ava dikin. Ji bo serê Şêx Seîd jî pereyeke mezin datînin.
$Hin eşîr dikevin nav îxanetê$
Li hemberî hemû zordariyê hêzên kurd berxwe didin, têdikoşin, şer dikin. Lê li gelek cihan de jî lawaz dikevin, belavbûyînek destpê dike. Hevkarên hikûmetê jî, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, alîkarî didin hikûmetê. Bi wan re hin eşîr jî dikevin nav îxanetê. Di her aliyê de qada Şêx Seîd teng dibe û herî dawiyê li ser ava Miradê, dikeve kemînê û tê girtin. Şêx Eli, Şêx Evdila, Şêx Qalîp, Reşit axa û Temir axa jî pê re ne. Hikûmet, agahiya girtina Şex Seîd bi lez û bez li her derê belav dike û şerê derûnî jî çêdike, da ku tu kes li ber xwe nede. Lê şervanên kurd dîsa li ber xwe didin, heta dema tengav dibe, berê xwe dide çiyayan. Çiyayên Ararat, Sîpan, Qirûj, Cûdî û her wekî din, dibe parastgeha şervanên kurd.
$Bi ser bilindî diçin sêdarê$
Di demek kurt de Şex Seîd û rêhevalên wî, di dadgeha serxwebûnê ya tirk de tên darizandin. Ji wan lehengan her yekî dawiya vê darizandinê dizane, lê qet xeman nakin, bi serbilindî dimeşin ber bi sêdarê. Dema 27 ‘ê gulanê Kemal Fevzî, Hecî Ehdê, Evdila Seediyê Kor û çend hevalên din tên darvekirin, Şêx Seîd li Temir axa dinêhêre û dibêjê; “ Temir axa, herî zêde di dawiya meha pêşî de, em jî bên darvekirin. Ew bihara me bû şîna payîzê. Lê ez dilrehetim û dizanim ku mirina me jî wê bibe tova têkoşîna tevgera serxwebûnê. Xeman neke. Em nebînin jî dê neviyên me xwebûn û serxwebûnê bînin li vî welatî.”
Belê 29’ê hezirana 1925’an Şêx Seîd û çil û heft hevalên wî, bi serbilindî ber bi mirinê ve çûn. Dema hêdî hêdî bi sêdarê ve dimeşiyan, dengê dengbêjan dihat, ji kûrahiya dîroka kurdan û ji kezeba dayikan. Hûr hûr dilopên baranê dibarî li ser Amedê. Cihê ku derketin ser, ne sêdar bû; dika dîroka berxwedêriyê bû.[1]

Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,882 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Quellen
[1] Website | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://xwebun1.org/- 21-12-2022
Verlinkte Artikel: 19
Artikel Sprache: Kurmancî
Publication date: 11-04-2022 (3 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Inhaltskategorie: Kurdenfrage
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 91%
91%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 21-12-2022
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا کامەلا ) auf 21-12-2022
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا کامەلا ) am 21-12-2022 aktualisiert
Titel des Artikels
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 1,882 mal angesehen
QR Code
  Neue Artikel
  Zufälliger Artikel! 
  Es ist für Frauen 
  
  Kurdipedische Publikationen 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.422 Sekunde(n)!