Havîngeha veşartî û balkêş a Bozê Sîna
Bozê Sîna navê rêzeçiyayekî ji çiyayên Zagrosa Mezin e ku 54 km dikeve başûrê rojavayê bajarê
UrmiyêUrmiyê û li navçeya Mirgewer a Rojhilatê Kurdistanê. Bilindahiya wê
3480 metre ye û yek ji bilindtirîn çiyayên Kurdistanê ye.
Şadî
Kurdshop – Bozê Sîna navê rêzeçiyayekî ji çiyayên Zagrosa Mezin e ku 54 km dikeve başûrê rojavayê bajarê Urmiyê û li navçeya Mirgewer a Rojhilatê Kurdistanê. Bilindahiya wê
3480 metre ye û yek ji bilindtirîn çiyayên Kurdistanê ye.
Çiyayê Bozê Sîna yek ji çiyayên herî bilind li navçeya Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê ye, ku li kêleka çiyayê Dalamperê ye û herwaha dikeve başûrê navçeya Mirgewerê.
Çiyayê Bozê Sîna û Dalamper ji bo geştiyariyê yek ji cîhên herî xweş yên li Rojhilatê Kurdistanê ne. Ev çiya bi gol û rêyên xwe yên xweşik balkêşe û bala herkesî dikêşe ser xwe.
Bozê Sîna di demsala havînê de gelek hênike û di heman demê de keviyên berfê û cemed ango bûzê jî lê hene. Ji ber wê jî rojane bi dehan geştiyar berê xwe didin wî çiyayî.
Li gor agahiyan bilindahiya keviyên berfê li Bozê Sîna û Dalamper 4-6 û heta dighêje 10 metreyan.
Herçend di demsala havînê de pileya germê ya hewayê bilind dibe jî lê kêm cîh weke Bozê Sîna û Dalamper li devera Mirgewer û Urmiyê hene ku xelk bikaribe li wan deran li ser berfê kaşvaniyê bike.
Ji ber bilindahiya çiya, hewaya wêderê hertim hênik û heta car car jî sare. Di germahiya havînê de li wan cîha keviyên bûz û berfê hene û gel ji bo derbaskirina demeke xweş û hênik serdana wî cîhî ango Bozê Sîna dikin.
Herwaha xweşikbûna xwezaya wê navçeyê û çiyayan bala xelkên ku ji bo seredanê diçin wir radikêşe ser xwe.
Tevî ku serdana wan deran gelek zêdeye jî, lê ji ber xerabiya rê, geheştina wan cîha zehmetiyên mezin bi xwe re ava dike. Ji ber ku di warê xizmetguzariyê de kêmahiyên zêde hene.
[1] Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 972 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!