Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Über Kurdipedia
Kurdipedi Archivare
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
 Suche nach
 Gesicht
  Dunkle Situation
 Standardeinstellung
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Bibliothek
 
Registrierung der Artikel
   Erweiterte Suche
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mehr...
 Mehr...
 
 Dunkle Situation
 Slide Bar
 Schriftgröße


 Standardeinstellung
Über Kurdipedia
Zufälliger Artikel!
Nutzungsbedingungen
Kurdipedi Archivare
Ihre Kommentare
Benutzer Sammlungen
Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
Hilfe
 Mehr
 Kurdische Namen
 Klicken Sie auf Suchen
Statistik
Artikel
  585,317
Bilder
  124,188
PDF-Buch
  22,101
verwandte Ordner
  126,102
Video
  2,193
Sprache
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,059
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,603
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,979
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,637
فارسی - Farsi 
15,792
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Deutsch
Biografie 
275
Plätze 
112
Parteien und Verbände 
1
Veröffentlichungen 
6
Archäologische Stätten 
1
Bibliothek 
397
Kurze Beschreibung 
1,158
Märtyrer 
20
Dokumente 
58
Video 
2
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
1,498
PDF 
34,737
MP4 
3,837
IMG 
234,363
∑   Alles zusammen  
274,435
Suche nach Inhalten
Ahmet Varsak - Serhildan Dersim
Gruppe: Märtyrer
Historische Fotos sind unser nationales Eigentum! Bitte entwerten Sie sie nicht mit Ihren Logos, Texten und Farben!
Teilen Sie
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ahmet Varsak
Ahmet Varsak
Nav û Paşnav: Ahmet Varsak
Nasnav: Serhildan Dersim
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Nazime - Şukru
Cih û Dîroka Şehadetê: #05-11-2019# / Herêmên Parastinê yên Medyayê


SERHILDAN DERSIM
Hevrêyê me Serhildan li navçeya Licê ku kongreya damezirandina Partiya me lê pêk hatiye û li wir welatparêziyeke kûr tê jiyîn, ji dayik bûye. Hevrêyê me ku li hawireke ku çanda Kurd lê serwer bû û zexta sîstemê timî lê zêde bû, bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû. Ji ber ku li erdnîgariya Kurdistanê ku polîtîkayê înkar û îmhayê bi awayekî kûr lê tê meşandin mezin bû, bû wesîle ku hevrêyê me di temenek biçûk de partiya me PKK’ê nas bike. Hevrêyê me ku mîna her zarokekî Kurd zilm û zordariya dewletê dît û jiya, her tim hêrsa wî li dijî dagirkeran xurt bû. Di temenê biçûk de bi rastiya dijmin hesiya. Rastiya ku li Licê tevlîbûna li nav partiya me zêde ye, gerîla lê berxwedaneke destanî nîşan dide û derfeta dîtina gerîla bi dest xist û sohbet li gel wan kir hebû, bû sedem ku hevrêyê me xeyal bike ku bibe gerîla. Hevrêyê me Serhildan ku heyranê gerîla bû, ji tevgera her gerîlayeke ku didît bandor lê dikir. Hevrêyê me ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta dagirker di dibistanên sîstemê de dît û nakokiyên kûr jiya, ji ber ku nekarî bi zimanê xwe yê dayikê biaxive hêrsa xwe ya li dijî sîstemê hê bêhtir kûrtir bû. Hevrêyê me rastiya dibistanên sîstemê ku hewl dide zarokên Kurd ji cewhera wan dûr bixîne û wan tevlî nav çanda ku ne aydî wê ye bike dibîne, di salên xwe yên lîseyê de dev ji dibistanê berdide. Hevrêyê me ku dixwest tevkariyê li debara malbata xwe bike, bi tevlîbûna li nava têkoşîna jiyanê re hînî nirxa û pîroziya kedê bû. Hevrêyê me ku di gelek karên cuda de xebitî û di her karê de dihate hezkirin, di nava malbat û hewirdora xwe de bû kesayetek ku rêz jê re bêgirtin. Li dijî konsepta êrîşê ya ku dewleta Tirk a dagirker ji bo çavtirsandina tevgera me û gelê me da destpêkirin, lêgerînên wî pêşketin. Hevrêyê me ku di demeke ku Berxwedana Xwerêberiyê û Berxwedana Kobanê hebû de, bi fikra ku azadî di nava refên gerîla de ye, lêgerîna wî ya tevlîbûna li nava gerîla pêş ket. Bi hişmendiya ku qadên gerîla yekane cihê jiyaneke bi rûmet û têkoşîneke çalak a li dijî neheqiyê ye, berê xwe da çiyê.
Hevrêyê me ku sala 2015'an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, bi pêkanîna xeyala xwe ya ewil gava destpêkê ber bi azadiyê ve avêt. Ji bo perwerdeya şervanên nû berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêyê me yê ku ji hevrêtiya germ a gerîlayên lê rast hat bibandor bû, bi moral û coşeke mezin tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Tevlîbûna wî ji bo dersên leşkerî û lêhûrbûnên wî bû sedem ku zû pêş bikeve. Hevrêyê me li bendê bû ku rojekê berê xwe bide qadên cuda û tiştên hîn bûye bixe pratîkê. Hevrêyê me ku hem di perwerdeya leşkerî hem jî di aliyê îdeolojîk de lêhûrbûneke kûr jiya, di her wateyê de guhertin di kesayetiya xwe de çêkir. Piştî ku di pêvajoyeke xurt a perwerdeyê re derbas bû, weke şervanekî serketî berê xwe da qadên pratîkî. Hevrêyê me yê ku di qada pratîk de ji bo di aliyê leşkerî de jîr bibe hewldaneke xurt raber kir, di demeke kurt de bi hûrguliyên li ser jiyana gerîla pêşketineke xurt bi dest xist. Hevrêyê me Serhildan ku di her karê xwe de xwest ji tecrûbeya hevrêyên xwe sûdê werbigire û xwe ji wezîfeyên herî zehmet re pêşniyar kir, vê erka xwe bi layiqî bi cih anî û di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me ku her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû û pêşniyar dikir ku berê xwe bide qadên ku şer lê giran bûye, bi sekna xwe ya li nav jiyanê û bi hakîmiyeta xwe ya li ser taktîkên şerê gerîla re baweriya hevrêyên xwe bi dest xist û xwe gihand armanca xwe. Hevrêyê me Serhildan ku bi her awayî alîkarî dida hevrêyên xwe û tevlî her karî dibû, di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt û hêrsa ku bi salan di dilê xwe de kom kir, bi serketina xwe ya di çalakiyan de nîşan da. Bi fedekarî û pêşniyara xwe ya ji bo her xebatê, ji gelek aliyan ve îlham da hevrêyên xwe. Hevrêyê me bi têkiliyên xwe yên hevrêtiyê yên kûr, jêhatîbûna xwe ya di qada leşkerî û kesayeta xwe ya kedkar, bû şervanekî leheng ê Apoyî ku ti carî neyê jibîr kirin.
Hevrêyê me Serhildan ê ku li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê wezîfeyên xwe yên şoreşgerî pêk anî, di êrîşa dijmin de ku #05-11-2019# pêk hat, tevlî karwanê şehîdan bû. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Serhildan derkevin û xwedî li têkoşîna ku jê bawer dikir û bênefes ji bo wê ked dida derkevin.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 436 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî | https://anfkurdi.com/ - 07-11-2024
Verlinkte Artikel: 2
Gruppe: Märtyrer
Artikel Sprache: Kurmancî
Märtyrertum Datum: 05-11-2019
Geschlecht: Männlich
Land - Region (Martyrium): Nord-Kurdistan
Land der Geburt: Nord-Kurdistan
Militärischer Rang: Soldat
Nation: Kurde
Ort der Geburt: Amed
Persönlichkeitstyp: Militär
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئەڤین تەیفوور ) am 07-11-2024
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا کامەلا ) auf 10-11-2024
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا کامەلا ) am 10-11-2024 aktualisiert
Titel des Artikels
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 436 mal angesehen
QR Code
  Neue Artikel
  Zufälliger Artikel! 
  Es ist für Frauen 
  
  Kurdipedische Publikationen 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.156 Sekunde(n)!