Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Über Kurdipedia
Kurdipedi Archivare
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
 Suche nach
 Gesicht
  Dunkle Situation
 Standardeinstellung
 Suchen
 Registrierung der Artikel
 Instrumente (Hilfsmittel)
 Sprachen
 Mein Konto
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliothek
 
Registrierung der Artikel
   Erweiterte Suche
Kontakt
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Mehr...
 Mehr...
 
 Dunkle Situation
 Slide Bar
 Schriftgröße


 Standardeinstellung
Über Kurdipedia
Zufälliger Artikel!
Nutzungsbedingungen
Kurdipedi Archivare
Ihre Kommentare
Benutzer Sammlungen
Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
Hilfe
 Mehr
 Kurdische Namen
 Klicken Sie auf Suchen
Statistik
Artikel
  583,107
Bilder
  123,498
PDF-Buch
  22,048
verwandte Ordner
  124,912
Video
  2,191
Sprache
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,831
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,299
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,649
عربي - Arabic 
43,528
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,431
فارسی - Farsi 
15,543
English - English 
8,500
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,022
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Gruppe
Deutsch
Biografie 
273
Plätze 
112
Parteien und Verbände 
1
Veröffentlichungen 
6
Archäologische Stätten 
1
Bibliothek 
396
Kurze Beschreibung 
1,152
Märtyrer 
20
Dokumente 
58
Video 
2
Die Frauenfrage 
1
Repositorium
MP3 
1,227
PDF 
34,615
MP4 
3,812
IMG 
232,587
∑   Alles zusammen  
272,241
Suche nach Inhalten
Ahmet Turk: Dema dibêjin pirsgirêka Kurd tune ye, pirsgirêk tune nabe
Gruppe: Kurze Beschreibung
Kurdipedia ist das größte Projekt zur Archivierung unserer Informationen.
Teilen Sie
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Ahmet Turk: Dema dibêjin pirsgirêka Kurd tune ye, pirsgirêk tune nabe
Reportaj Summay

#Ahmet Turk# diyar kir ku dema bibêjin pirsgirêk Kurd tune ye, pirsgirêk ji holê ranabe û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd derveyî HDP’ê jî aktor hene û got Helbet Serok û #PKK# jî muxatab in.
Ahmet Turk diyar kir ku hevdîtineke bi rêber Abdullah Ocalan re dê bandoreke gelekî erênî li pêvajoyê bike û got: Tevlêbûna wî ya li pêvajoyê dê pirsgirêkê hêsan bike û li gorî min divê di vê pêvajoyê de cih bigire.
Di ser Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê re saleke din derbas dibe û nirxandin û bertekên li dijî wê jî dewam dikin. Rêber Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve di zindana Îmraliyê de wek rehîne tê girtin. Rêber Ocalan têkildarî komployê gotibû Rola ku di komployê de dan dewleta Tirk, rola gardiyanê ye.
Ahmet Turk li ser vê tesbîta rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo ku ev peywira dane dewleta Tirk bi dawî bibe, divê gel li demokrasiyê xwedî derkeve.

Li hemberî gotinên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd tune ye Ahmet Turk bertek nîşan da got: Helbet dema hin kes dibêjin tune ye, tiştek ji holê tune nabe.
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ku ji peywirê hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, tecrîda girankirî ya li girtîgeha Îmraliyê û muxatabên çareseriya pirsgirêka Kurd, ji ANHA'yê re axivî.

Salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan nêzîk dibe. Helwest û têkoşîna civaka Kurd ji destpêka komployê ve mirov dikare çawa binirxîne?
Gelê Kurd heta niha berdêlên mezin dan. Bê guman ji bo ev pêvajo veguhere pêvajoyeke aştiyane û herî kêm ji aliyê fîzîkî ve birêz Ocalan azad bibe, tê koşiya. Bê guman ev hewldan têrê nakin. Ne tenê kêmasiyeke gelê Kurd e. Ji ber têkiliyên berjewendiyan, di vê serdemê de têkiliyên navneteweyî jî xirab bûn. Mafên mirovan, demokrasî, maf û azadî kêm bûn Ji ber vê yekê, di vî warî de heta niha zêde pêşveçûn çênebû.
Heke têgihiştineke azadîparêz bi ser bikeve, mirov dikare bibêje ku hin tişt dê bi demê re biguherin. Rastiya ku çanda demokrasiyê li Tirkiyê zêde bi pêş neketiye, me dixe nava metirsiyên berdewam. Lewma ji bo pêşerojeke demokratîk îro û ji bo hevgirtina Kurd, Tirk û hemû gelan a li nirxên hevpar ên demokratîk têkoşîn tê meşandin. Îro dostên Kurdan jî siyaseteke aktîf dimeşînin. Mixabin feraseta dewletê ya li ser Kurdan wek xetereyeke potansiyel dimîne. Ji ber vê yekê helwesta dewletê ya li dijî hemû siyasetmedaran a jiholêrakirina zor û zehmetiyan, pêşvebirina pêvajoyeke aştiyane, peydakirina azadiyan û rizgariya hemû siyasetmedaran, neguheriye. Bê guman baweriya min ew e ku ev têkoşîn wê bi demê re dê gelek tiştan biguherîne.

Komplo li qada navneteweyî çêbû. Lê rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku di vê komployê de rola gardiyaniyê dan dewleta Tirk. Dema mirov binêre bê ka di serdema borî de çi bûye, şêwaza pêkanîna komployê ya li Îmraliyê û helbet li derve, mirov çawa dikare şîrove bike?
Bi salan e em li vê temaşe dikin. Em jî dizanin ku Tirkiye di encama Komploya Navneteweyî de gihîştiye vê nuqteyê. Lê belê ne rast e ku mirov vê yekê bi tenê wek komployeke ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye kirin, bifikire. Bi sedan salan e em bi ferasetekê re rû bi rû ne ku li vê erdnîgariyê Kurdan ji xwe re wek xetere dibîne. Divê ev bê dîtin. Neteweperestî, nîjadperestî, feraseta faşîst hê li vî welatî serdest e û li pêşiya guhertin û veguherîn û demokratîkbûyînê asteng e. Bê guman di navbera çareseriya pirsgirêka Kurd û pêşeroja demokratîk de pêwendî heye. Bêyî demokratîkbûna Tirkiyê çareseriya pirsgirêka Kurd û peydakirina dorhêlekê ku Kurd bikarin lê nefesekê hildin, ne pêkan e. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, şensê demokrasiyê li Tirkiyê nîn e. Ji ber vê yekê ji bo guherîn û veguherînê ne xwedî hewldanên cidî ne. Ger wisa be, îro zêdetirî 12 hezar kesên siyasî bi darizandinên neheq û gelek komployên li ser hemû girtiyan di girtîgehan de ne. Divê bê israrkirin ku ev mantiq bi giştî bê guhertin û ji bo pêşerojeke demokratîk bi rastî jî gavên hevpar bên avêtin. Divê ev israr bê domandin.

Hêzên navneteweyî dema ev rola gardiyaniyê dan Tirkiyê, hesabekî çawa kir? Ev rol çima dan Tirkiyê û tê domandin?
Tirkiye gardiyaniyê didomîne. Em jixwe li dijî vê yeke ne. Beriya her tiştî divê li Tirkiyê hişmendiyeke hevpar derkeve holê ku xwedî li nirxên demokratîk ên hevpar ên gelan derkeve û dawî li van têkiliyan bê anîn. Wek parêzvanekî hêzên serdest û emperyalîst ên li Rojhilata Navîn e. Bi salan e wiha ye.
Em hemû dizanin ku Almanya ev 150 sal e li Tirkiyê artêşê perwerde dike û bandoreke kûr li Tirkiyê kiriye. Ew siyaset hîna bi dawî nebûye. Almanya îro jî wek dewama siyaseta xwe ya 150 salan têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re didomîne. Hesabên hêzên emperyalîst jî hene ku dixwazin Tirkiyê di nava yekperestiyê de bihêlin û dixwazin li Rojhilata Navîn li gorî dilê xwe rolê bilîzin. Bê guman şensê Kurdan bi tena serê xwe nîn e ku vê yekê biguherînin. Lê belê bi hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê re veguherînek dikare çêbe.
Ji bo Ku Tirkiye vê mîsyona gardiyaniyê bi dawî bike divê gel xwedî li demokrasiyê derkevin û wê ji bandora hêzên emperyalîst rizgar bibin. Em hesabên hêzên navneteweyî bi tevahî nikarin nas bikin. Lê belê em dizanin ku ew Tirkiyê gelekî bi hêsanî bi kar tînin.

Gelek şîrove hatin kirin ku yek ji armancên bingehîn ên komployê astengkirina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e û demokratîkbûna herêmê ye. Lê belê îro gelek gel rêber Abdullah Ocalan wek rêberê xwe pênase dikin. Ev nêzîkatiya gelan divê çawa bê nirxandin û her wiha jî nirxandina we ya li ser tecrîda giran û israra domandina wê çi ye?
Bê guman îro ew paradîgma ji aliyê hin gelan ve tê qebûlkirin. Ji bo ku ev paradîgma bandorê li civaka Rojhilata Navîn bike, divê guhertin û veguherîn pêk were. Dema em îro li Rojhilata Navîn dinêrin, dibînin ku ferasetek heye ku pêşerojeke demokratîk asteng dike. Em dikarin Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê wek mînak nîşan bidin. Feraseteke yekperest, faşîst û nîjadperest li vê herêmê serdest e. Heke gel guherîn û veguherînê pêk neynin, ev yek dê her tim pêşketinê asteng bikin.

Divê gel, paradîgma û bîrdozî bi hev re guherîn û veguherînê pêk bînin. Yanî divê gel vê paradîgmayê hembêz bikin û pêvajoyeke ku guhertin û veguherînê pêk bîne, bidin destpêkirin. Îro Kurd ne tenê di aliyê bîrdozî de, lê wek netewe xwedî pêkhate, kom, baweriyên cuda ne. Îdeolojiyan çi qas baş bin jî, heke negihêjin wê astê ku mentiqa neteweyî û hemû gel parve bike, derfetên serkeftinê gelekî kêm in. Ji ber vê yekê divê gel nêzî vê paradîgmayê bê kirin.

Rêber Abdullah Ocalan hem di parêznameyên xwe de û hem jî di hevdîtinên xwe yên li Îmraliyê de bi berdewamî diyar kir ku ew ê pirsgirêka Rojhilata Navîn û bi taybetî ya Tirkiyê çareser bike. Tevî van bangewaziyan jî çima hikumeta Tirk gavekê naavêje, ji çareseriyê ditirse yan naxwaze?
Li Rojhilata Navîn gelekî xurt heye. Ji 40 milyonî zêdetir mirovên bi kurdî diaxivin hene. Her kes Kurdan wek xeteriyeke potansiyel dibîne , lewma hewl didin Kurdan bitepisînin. Em bi mentiqekî wisa re rû bi rû ne ku Kurdan ne tenê li Tirkiyê, li Sûriye, Îran û Iraqê jî wek xetereyeke potansiyel dibîne. Jiyaneke azadîparêz û demokratîk, ji bo desthilatdariya neteweperest pirsgirêk e.
Ji destpêkê ve, di xebatên çareseriya pirsgirêka Kurd de ez dibêjim; heke hûn nikarin ziman, çand, bawerî, nasnameya gelekî baş nas bikin, hûn ê vê pirsgirêkê çareser nekin. Dema tu maf û hiqûqa gel qebûl bikî, dikarî çareser bikî. Îro pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin û behsa hin mijaran tê kirin. Îcar çima maf, pêşeroj, statu û hiqûqa Kurdan nayê qebûlkirin? Lewma çareseriya pirsgirêkê hêsan nabe.
Divê em derî li pêşketina pêvajoyeke bênavber a aştiyane û çareseriya vê pirsgirêkê vekin. Ji ber ku hebûna me gelan, ji bo pêşerojeke demokratîk, azad, wekhev e. Heke di mijarên bi vî rengî de deriyek were vekirin, divê nêrîn bên nirxandin û şopandin. Tu nikarî derî bigirî, divê tu vekî. Carinan hûn nikarin pir hêvîdar bin, lê nîqaşkirina pêvajoyekê jî girîng e. Dema ku ev pêvajo dest pê dikin, Kurd winda nakin.

Ev demek e nîqaşa muxatabên pirsgirêka Kurd di rojevê de ye. Rêber Ocalan gotibû Ez hewl didim cih ji Kurdan re vekim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez dibêjim ez dê îhtîmala pevçûnê di hefteyekê da ji holê rakim. Ez çareser dikim, bi xwe bawer im, ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê hem dewlet hem jî aqilê dewletê bir ola xwe rabin. Her wiha HDP'ê jî diyar kir ku aliyên cuda dikarin bi roleke çawa rabin. Li gorî vê, muxatabê vê pirsgirêkê kî ye û bi kê re çareser dibe?
Ji sala 1991'an ve di siyaseta demokratîk de hewldanek heye. Di van serdeman de gel ji bo siberojeke azad tê koşiya, gelek berdêl dan. Girîng e xîtabî siyaseta demokratîk bê kirin. Tişta ku em dibêjin ev e. Li derveyî HDP'ê aktor hene. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke yekalî ye. Divê her kes îqna bibe. Dema ku em cara pêşî çûn Îmraliyê, Serok bal kişande ser girîngiya siyaseta demokratîk.

Bê guman Serok û PKK jî muxatab in. Mînakên vê li deverên din ên cîhanê hene. ÎRA demekê bû navenda biryardayînê, lê piştî demekê siyaseta demokratîk ket dewrê. Dema ku çareserî pêk were dê were gotin bê ka rewşa PKK û Serok dê çi be? Ji ber vê yekê, şensê ku ev pêvajo bêyî PKK û Serok bi ser bikeve, nîn e. Di vî warî divê gavek bê avêtin. Ev nîqaş dê bên kirin, her kes dê fikra xwe bibêje. Divê ev wiha bê dîtin.

Aliyekî din ê vê nîqaşê jî sedema afirandina rojeveke bi vî rengî di vê pêvajoyê de ye. Li ser vê yekê şîroveya we çi ye?
Hesabekî ji bo desthilatê heye. Îro Kurd bi roleke sereke radibin. Bêyî Kurdan şensê kesî nîn e ku bê ser desthilatê. Lê belê heke kesek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tiştekî dibêje, divê em bibihîzin. Ya rast, divê tevkariyê bikin. Ev fikra min a takekesî ye. Lê di encamê de bê guman her kesî dît ku HDP di siyaseta Tirkiyê de xwedî roleke sereke ye. Her kes dizane ku îro HDP'ê ji sedî 12-13 deng girtiye. Lewma ji bo me ya girîng ew e ku gel di siberojeke hevpar a demokratîk de bên cem hev. Eger retorîkeke bi vî rengî were bikaranîn û derî were vekirin, bê guman divê mirov binirxîne.

Pirsgirêka Kurd ku di şerên cîhanê yê yekemîn û duyemîn de nehat çareserkirin, niha hewl didin di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî bê çare bihêlin. Her wiha Erdogan got Li Tirkiyê pirsgirêkeke bi vî rengî nîn e. Jixwe me ev çareser kir, me qedand. Têkildarî vê pirsgirêka domdar çima bi berdewamî dibêjin me çareser kiriye û tune ye?
Ya rast ew e ku heke pirsgirêk tune bûya, nedikete rojevê jî. Dibêje 'Me ev çareser kir, pirsgirêka Kurd nîn e'. Heke tune be çawa vê dibêje? Çima her tim di rojeva Tirkiye de be? Çima ew qas Kurd dema ku siyasetê dikin, dema ku fikir û ramanên xwe dibêjin, dixin girtîgehan? Dadgehên îro bûne Dadgehên Îstîklalê. Heke ne ji ber vê pirsgirêkê bûya, em çima ev qas bi zext, çavtirsandin, siyaseta zindanê re rû bi rû dimînin? Helbet dema ku kesek dibêje tune ye, tiştek ji holê ranabe.

Di salvegera 21'emîn a komployê de êrişên dagirkeriyê li ser Serêkaniyê û Girê Spî çêbûn. Dema van êrişan çi nîşan dide?
Mentiqekî Osmanî heye. Li her devera cîhanê ji bo ku Kurd nebin xwedî statu û têkoşînê bitepisînin, her cure rêbaz têne bikaranîn.

Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî bangeke cenabê te heye?
Bê guman her kes, bi taybetî jî gelê me û dostên me, ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe û daxwazên di vî warî de xurttir bibin, ji bo derketina polîtîkayeke demokratîk a xurtir xwedî roleke girîng in.

Hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re dê bandoreke çawa li pêvajoyê bike?
Ez bawer im ev dê bandoreka pir erênî li pêvajoyê bike. Ji ber ku birêz Ocalan her tim anî ziman ku dem dema pêşvebirina pêvajoyeke aştiyane ye. Wî ev di hevdîtinên me da pir zelal aşkera kir. Ez bawer im tevlêbûna wî ya li pêvajoyê dê çareserkirina pirsgirêkê hêsantir bike. Divê di vê pêvajoyê de cihê xwe bigire. [1]

Kurdipedia ist nicht verantwortlich für den Inhalt dieser Aufnahme, sondern der Eigentümer. Gespeichert für Archivzwecke.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,132 mal angesehen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 23-04-2025
Verlinkte Artikel: 51
Artikel Sprache: Kurmancî
Publication date: 28-09-2021 (4 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Inhaltskategorie: Politik
Inhaltskategorie: Untersuchung
Inhaltskategorie: Kurdenfrage
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Das Copyright wurde vom Eigentümer des Artikels auf Kurdipedia übertragen
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 23-04-2025
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا کامەلا ) auf 24-04-2025
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( ئەڤین تەیفوور ) am 28-06-2025 aktualisiert
Titel des Artikels
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 1,132 mal angesehen
QR Code
  Neue Artikel
  Zufälliger Artikel! 
  Es ist für Frauen 
  
  Kurdipedische Publikationen 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.234 Sekunde(n)!