Şikoyê Hesen ( Mûzîk: Aram Tîgran ),Zimanê Kurdî
Bi sêr û sur e,
Cewahir, dur e,
Zimanê kurdî...
Bi xeml, rewş e
Şêrîn û xweş e,
Zimanê kurdî...
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê kurdî...
Qewgewê çiyan e
Kubra teyran e,
Zimanê kurdî...
Xezel, helbest e,
Şemdana dest e,
Zimanê kurdî...
Beyta feqî ye,
Sewta xanî ye,
Zimanê kurdî...
Şûrê şêran e,
Nûra erşan e,
Zimanê kurdî...
Mertala me ye,
Rest pêşmerge ye,
Zimanê kurdî.[1]
انقر لعرض الفيديو دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 8,347 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!