DÊWEK Û KEÇEK
Çi hebû çi tune bû.
Keçek û sê birayên xwe û pisikeke wan hebû. Bi roj dema ku her sê bira jixwe şiyar dibû û berê xwe didane nêçîrê. Keçikê bi çûna wan re nivînên wan dida hev, di hevdanê de mewîjek li şûna birayên xwe yê xwedî pisikê didîtû dida pisika wî. Rojekê keçik ew heba mewîjê neda pisikê û xwar. Piştre pisik xeyîdî çû bi ser agirê wê de mîst û vemirand. Keçikê jî dê xwari ji birayên xwe re çêkirina lê agirê wê vemirî, derket derveyî şkeftê li derdora xwe nêrî dît ku ji dûr ve dûmanek xuya dike. Keçekê ber bi wê dûmanê ve çû, çawa ber bi dûmanê ve çû, dît ku dêw e, cih de reviya û xwe tevlî pêsîra dêw kir. Dêw got:
-Ku te xwe tevlî pêsîra min nekira minê te bixwara.
Keçikê got:
-Ez tême bextê te, ka hinek agir bide min.
Dêw hink agir û dan dayêkê kire dawê wê û ji binî ve qul kir, da ku bikare pey mala keçikê nas bike. Ew bûyera ku bi keçikê re derbas bûye, bi birayê xwe re negot. Rojek di hat dîsa birayan berê xwe dane kar û barê xwe. Piştî ku her sê bira ji mal derketin, dêw hate kete mala wan û li derî da û got:
-Ka derî ji min re veke.
Keçikê got:
-Ez venakim.
Dêw lê vegerand:
-Eger ku tu venekî ez ê birayên te bixwim.
Keçik bi gotina dêw ir tirsiya, ku bi biçe birayên wê bixwe. Qulek di derê re hebû, dêw got:
-Ka di wê qulkê de pêçiya xwe bide min
Keçikê jî di wê qulkê de pêçiya xwe dida dêw, dêw jî xwîna wê vedixwar, heta ku keçik ji hat diket û dikete xwarê. Dêw her roj bi wî awayî berdewam dikir. Birayên wê jî dipirsîn ka çi bi te hatiye, tu çima wisa xerab bûye? Keçkê dengê xwe nedikir û her digot, tiştek bi in nehatiye.
Êdî her sê bira lê diketin şik û gomanan. Rojekê bi mebesa ku wê dîsa biçine nêçîrê xwe di paş mal de veşartin da ku binêrin ronahiya vê meselê çi ye. Her sê birayan ji dûr ve dîtin ku dêwek tê ye û pêçiya
[1]xwîşka wan xwînê jê vedixwe ye. Her sê birayan bi wê her sê ketin ser ruhê dêw de û serê wî jê kirin. Bi vê awayî keçik ji dêwê xwînxwar azad bû. Çîroka me çû rehmetê, rehmet li dê û bavê cimatê