Pirtûka “Roboski #Uludere#`nin Gozyaşlari” (Hêsirên Roboski Uludereyê) ya Parlamenterê CHPê Levent Gok hat weşandin.
Hiqûqnas û Parlamenterê CHPê yê Enqerê Levent Gok, ku “Endamê Komîsyona Lêkolîna Uludereyê ya Parlamentoya Tirkiyê” bû, derbarê bûyera Roboskiyê de pirtûkek bi navê “Roboski Uludere`nin Gozyaşlari” (Hêsirên Roboski Uludereyê) nivîsand.
Pirtûka (Hêsirên Roboski Uludereyê) ji 194 rûpelan pêk tê û ji Weşanxaneya Îmgeyê derket. Firotina pirtûkê li ser platformên sosyal medyayê destpê kir.
28ê Kanûna 2011an, balafirên şer ên Tirkiyê 34 kesên sivîl li ser sînor kuştin ku piraniya wan zarok bûn. Tevî 11 sal di ser re derbas bûne, ti kesek wek berpirsê wê êrîşê nehatiye darizandin. Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê jî bi hinceta belgeyên kêm sala 2018an Doza Roboskiyê red kir.[1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,246 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!