Serhildana li
Rojhilatê KurdistanRojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike, duh li seranserê Rojhilat û Îranê greva giştî hebû.
Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadî û dijî qetilkirina Jîna Emînî dewam dike. Duh li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê greva giştî hebû, bi taybet li bajarê
SineSine,
BaneBane,
MerîwanMerîwan, Bokan û
MahabadMahabadê kesê dikanên xwe venekir.
Duh bi şev li taxên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, taybet Sine,
UrmiyeUrmiye,
KirmaşanKirmaşan, Mahabad, Merîwan, Bokan û Seqizê carek din ciwan daketin kolanan, agir pêxistin û bê navber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” qêriyan. Li gelek cihan di navbera hêzên rejîmê û xwepêşanderan de alozî çêbû.
Li gelek bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngehê çalakî lidarxistin û neçûn dibistanê. Li Tahran, Merkezî, Azerbaycan, Rojhelat, Xozistan, Esfehan, Hurmzgan, Sîstan û Beluçistanê bi pêşengiya jinan xwepêşandan hatin lidarxistin. Bi taybet li bajarê Dizful ya Xuzistanê çalakiyek mezin hate lidarxistin û li gelek cihan hêzên rejîmê êrişî xwepêşanderan kirin.
Tevî karketên sektora neft û beşek ji karkerên Başûrê Îranê, duh karkerên kompanyaya Şîrînemenî ya li Terwêzê jî ketin grevê û nerazîbûna xwe anîn ziman.
Li ser banga Desteya Hemahengî ya Sendîkaya Pîşeyî ya Mamostayan biryare îro û sibe mamosta hemberî êrişên ser xwendevanan, bikevin grevê.
Xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku di 16’ê Îlona 2022’yan de destpê kir, heya roja îro jî dewam dike. Di encama êrişên hêzên Îranê de tê gotin heya niha zêdetirî 215 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes birîndar bûne û hezaran jî hatine destgîrkirin.
[1]