کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  584,935
الصور
  123,987
الکتب PDF
  22,086
الملفات ذات الصلة
  125,778
فيديو
  2,193
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,401
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,903
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,446
الشهداء 
5,100
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
998
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   المجموع 
273,795
البحث عن المحتوى
Belgefilmên li ser komkujiya Dêrsimê
صنف: بحوث قصیرة
إبحث بأملاء صحيح في مُحرِّكنا للبحث، ستجدُ نتائج المرجوة!
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish1
English - English0
عربي - Arabic2
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish1
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Belgefilmên li ser komkujiya Dêrsimê
Belgefilmên li ser komkujiya Dêrsimê
Weke şêwazeke hunerî, sînemaya ku weke belgefilm tê sêwirandin giring e ji bo hafizeya me ya civakî. Ew wê hêla ku dewletê “tarî” hiştiye û naxwaze “ronî” bibe, derdixe holê û dike ku meriv li ser vê meseleyê bifikirin.
$Sala 1938’an di dîroka gelê Kurd de saleke xedar e$. Nexasim jî ji bo gelê Kurd ê herêma #Dêrsim#ê. Ji lewma Dewleta Tirk xwest zarok û zêçan tevde qir bike û heta ji bo pitikên di pêçekê de jî wê ev çavsoriya xwe nîşan da. Qirkirina li Dêrismê yeke welê ku Kurd ji bo terîfkirina wan dibêjin, “Dê weledê xwe davêje!” Di qirqirina Dêrsimê ya sala 1938’an de jî heman tişt qewimî û dê mecbûr man weledên xwe bavêjin da ku dijmin dengên wan nebihîse û wan bi girseyî nekuje. Yên ku zarokên xwe di çeman de fetisandin, yên di dergûşan de û yên di şikeftan de. Komkujiya Dêrsimê komkujiyeke bi vî rengî ye ku li dinyayê nimûniyeke vê yekê tine ye.

Kesên ji ber şer ango şûrê dewleta Tirk filitîn piştî demeke dirêj jî newêribûn li ser vê meseleyê biaxivin û behsa wan rojan bikin. Yên bi birîndarî yan jî bi awayekî tesadufî ji komkujiyê xelas bûn, bi riya belgefilman behsa serpêhatiyên xwe û çavsoriya dewleta Tirk a wan salan kir. Em jî bi vî awayî ji zilm û zordariya dewleta Tirk ya li ser civaka Kurd haydarbûn.
Belgefilma Çayan Demirel a bi navê “Dêrsim 38” di vî warî de yek ji wan belgefilmên çê ye ku bi şahidên wê demê re hevpeyvîn kirine û rastiya wan salan radixe ber çavan. Di destpêka belgefilmê de heger were bîra we, ew merivê ku ji komkujiyê xelas bûbû, dibêje, “Heger hûn biweşînin, ez xeber nadim, hûn ê bikin ku dîsa serê me bikeve belayê ha. Heger qeyd hebe ez xeber nadim. Heger hûn kamerayê vemirînin, ez ê biaxivim, naxwe ez ê behsa tiştekî nekim ji we re.” Derhêner wî qaneh dike ku ew qeydê nagirin û ew tenê wisa behsa wan salan dike…Di dawiyê de peyva wî ya “Ama kapat ha (Lê vemirîne ha)!” xedarî û tirsa wan salan baş rave dike. Yanî insan hîna jî, li gel ku ewqas sal di ser kokujiyê re derbas bûne, bi tirs behsa wan rojan dikin.

Belgefilm hêlên ‘tarî’ ronî dikin
Komkujiya Dêrsimê bi gelek hêlan hate vegotin. Li ser helbest, pirtûk, û roman hatin nivîsandin. Her wiha sînema jî ji bo ev mesele were vegotin rêbazek bû û dikaribû serpêhatiyen wan salan bi dîmen bîne ziman. Ji lewre, ji ber serpêhatiyên wan salan baş werin zanîn, belgefilm gelek tiştan fêrî me dikin û her wiha weke belgeyên dîrokî jî dimînin di arşîva me ya civakî de. Weke şêwazeke hunerî, sînemaya ku weke belgefilm tê sêwirandin giring e ji bo hafizeya me ya civakî. Ew wê hêla ku dewletê “tarî” hiştiye û naxawze “ronî” bibe derdixe holê û dike ku meriv li ser vê meseleyê bifikirin.
Ji lewma jî di salvegera komkujiya Dêrsimê de me got, em belgefilmên li ser wan rojên xedar hatine çêkirin û bi vê meseleyê daketine, bidin nasîn û bînin bîra xelkê.

‘Ji bo kesên ku di bin dîrokê de mane’
Belgefilma “Dêrsim 38” ya derhêner Çayan Demirel yek ji wan belgefilmên destpêkê ye ku cara ewilî bi komkujiyê daketiye û xwestiye bi belgeyan hin tiştan vebêje. Di serê destpêkê de tê gotin, ev belgefilm “ji bo kesên di bin dîrokê de mane û ji bo wan kesên ku dîrok ser û binî hev kirine!” hatiye çêkirin. Çayan Demirel ev belgefilma xwe di sala 2006’an de çêkir. Ew di belgefilmê de cih dide şahidê wan salan yên ku ji ber şûrên dewleta Tirk filitîne! Her wiha di belgefilmê de gelek nivîskar, lêkoler û akademisyen jî li ser meseleyê diaxivin û dixwazin xelk têbigihîje ku ev komkujî bi plansazî qewimiye û armanc tinekirina Kurdan e. Belgefilm 68 deqîqeyan dirêj e û muzîka belgefilmê jî Metîn û Kemal Kahraman çêkirine.

Sirgunî û vagonên reş
Di belgefilma Sirgunî û vagonên reş de tişta balkêş ew e ku du leşkerên tevlî komkujiyê bûne, diaxivin û behsa wan rojan dikin. Derhêner Ozgur Findik ev belgfilm sala 2011’ê çêkir û belgefilma wî li gelek festîvalan hat nîşandan. Belgefilm hinekî jî bala xwe dide kesên piştî komkujiyê mişext bûne. Çawa ku tê zanîn, piştî komkujiyê gelek malbat tevî zarokên xwe hatin sigûnkirin, neçar berê wan dan bajarên Tirkiyeyê û dewletê ew li nav pirraniya Tirk bi cih kir. Belgefilma Ozgur Findik jî saetek û 5 deqî ye û muzîkjenê Kurd Cemîl Qoçgirî jî ji bo belgefilmê muzîk hazir kiriye.

Hey wax zeman û keçên winda yên Dêrsimê
Derhêner Nezahat Gundogan bi belgefilmên xwe yen “Haw way zaman” û “Keçên winda yên Dêrsimê” (Terteleyê Çêneko) behsa komkujiyê dike. Me li jor jî got, piştî komkujiyê gelek malbat sirgûnî bajarên Tirkiye bûn. Her wiha hin zarokên ku di şer de dê û bavê wan hatin kuştin jî dan malbatên leşkeran da ku li wan binihêrin û wan mezin bikin. Dewletê ev yek jî bi zanebûn dikir û dixwest van zarokan ji pêsîra diya wan veqetîne da ku asîmîle bike û tiştên hatiye serê wan, bide jibîrkirin. Belgefilma “Keçên winda yên Dersimê” behsa serpehatiya wan keçan dike ku ji malbatên xwe yên rastî hatine qutkirin. Ev belgefilm jî qederê saetekê dikişîne û muzîkên belgefilmê jî Mîkaîl Aslan çêkirine.
Belgefilma “Hay way zaman” jî sala 2014’an weke dewama belgefilma “Keçên winda yên Dêrsimê” hatiye hazirkirim. Ev belgefilm jî 25 deqîqe ye û çêkerê belgefilmê Kazim Gundogan e.

Bi zimanê zêmaran terteleya Dêrsimê
Tertele yan jî Rêwîtî ku ji 19 deqîqeyan pêk tê, ji belgefilmê bêhtir, meriv dikare weke xebateke etnomuzîkê jî binirxîne. Kalan Muzîk bi zêmar, fotograf û belgeyên wan rojan ev xebat hazir kiriye. Belgefilmçêker û lêkolera muzîkê Nilûfer Saltik ev xebat bi rê ve biriye û xebat ji 3 CD û pirtûkeke 500 rûpelî pêk tê. Wan di 4 salan de ev xebat temam kiriye. Piştî ku ev xebat temam bûye belgefilmeke kurt jî hazir kirine ku navê wê “Tertele” ye.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 4,065 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | kurmanci.ozgurpolitika.com
السجلات المرتبطة: 15
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 20-11-2022 (3 سنة)
الدولة - الأقلیم: شمال کردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
المدن: ديرسم
تصنيف المحتوى: ارهاب
تصنيف المحتوى: حقوق الإنسان
تصنيف المحتوى: القضية الكردية
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 20-11-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( اراس حسو ) في 20-11-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 20-11-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 4,065 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.191 KB 20-11-2022 سارا كامالاس.ك.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.25 ثانية