Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê li Nexede ya #Rojhilatê Kurdistanê# ciwan û #xortên Kurd# desteser kirin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, li bajarokê Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê di nava sê rojên borî de zêdetirî 60 ciwan û xortên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine desteserkirin.
Li gorî agahiyan, hêzên nêzikî hikûmeta Îranê û hêzên ewlehiyê yên Îranê bi cil û bergên Kurdî çûne nav xwepêşanderan û hejmarek ji wan kesên ku beşdarî xwepêşandanên wî bajarî bûne nas kirine û piştre malên wan diyar kirine û desteser kirine lê kesên ku beşdarî xwepêşandanê nebûne jî hatine desteserkirin.
Li gorî welatiyên bajarê Nexdeyê, hêzên ewlehiyê bi cilên sivîl li bajêr û taxan disekinin û ciwanên Kurd ên ku bi şev li derve ne, digirin.[1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,582 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!