کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  585,104
الصور
  124,104
الکتب PDF
  22,097
الملفات ذات الصلة
  125,937
فيديو
  2,193
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,862
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,576
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,731
عربي - Arabic 
43,937
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,413
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,905
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,446
الشهداء 
5,121
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
998
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,447
PDF 
34,695
MP4 
3,834
IMG 
234,120
∑   المجموع 
274,096
البحث عن المحتوى
RASTIYA KURDÊN BELOÇISTANÊ
صنف: بحوث قصیرة
إبحث بأملاء صحيح في مُحرِّكنا للبحث، ستجدُ نتائج المرجوة!
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
KURDÊN BELOÇISTANÊ
KURDÊN BELOÇISTANÊ
Ferîd Mîtanî
Di pelandina malperên Kurdî de ku yek ji wan malpera \#Ria Taza#\ ye, zêdetir ji carekê çavên min li raveka \#Kurdên Beloçistanê#\ diketin.
Di destpêkê de derfet çênebû ku bi yek carê xwe ji xwendina evê nivîsa balkêş û dilkêş re vala bikim.
Wisa dom kir hetanî ku vê nivîsê kişand xeleka 5\'ê; paşê min her 5 xelek li pê hev xwendin.
Birêz Welat Agirî ku demeke baş li Islamabadê xwendiye, rêwîtiya xwe ya ber bi Eyaleta Beloçistana Pakistanê ve, bi rengekî spehî di nivîsên xwe de vedibêje.
Rêwîtiya Beloçistanê bi xwe jî, bi mebesta dîtina Kurdên li Beloçistanê ye.
Îcar tişta herî zêde bala min kişand ew bû ku Kurdên Beloçistanê ji beriya 700 salî li #Rojavayê Kurdistanê# bi cih bûn û ji 700 salî bi şûn de li gel Ebû Muslim El-Xurasanî yê Kurd, hatine Pakistanê û ji wê hingê ve li devera Bolanê bi cih in; ev agahiyên ku min li pê hev rêz kirin, ji gotinên mazûvanê Welêt, \Apê Şewket\ in.
Di xeleka 6\'ê de jî ew yek dixuye ku Kurdên Beloçistanê ji bajarê Helebê ne, û ji hoza Bermekiyan e.
Babeta rastiya dîrokê bi rengekî tekûz ne tê de, lê gotinên Apê Şewket ji sedî sed rast in.
Her kes dizane ku rûberekî fireh ji xaka Rojavayê Kurdistanê di dema îro de girêdayî herêma Helebê ye; hin deverên ku girêdayî Helebê ne, ev in: Efrîn, Şera, Şêrawa û hwd...
Hebûna Kurdan li dorhêla Helebê, vedigere beriya zayînê û hetanî aniha şûnmayên Mîtaniyan li cih in.
Lê heçî Bermekî ne, ji sedsala 8\'ê û bi şûn de, niştecihbûna wan a li deverê dest pê dike.
Eger mijara me li ser Bermekiyan be, divê em çend gotinan li ser dîroka Xîlafeta Ebasiyan jî rêz bikin.
Jixwe di pişt mirina pêxemberê ola Islamê Hz.Muhemed re, êdî xîlafeta islamî (Paşhatiyên Pêxember Muhemed) dest pê dibe.
Di demekê de ku Xîlafet di dest Umewiyan de bû, pê re-pê re li deverên Iraqa îro, Ebasiyan pîlanên xwe datanîn û hêza xwe xurt dikir, da ku Xîlafetê bi dest xwe ve bînin.
Li gorî ku tevahiya pirtûkên dîrokî dibêjin, di sala 748\'ê Zayînî de, Ebasiyan serwerekî xwe yê leşkerî ku navê wî Ebî Muslim El-Xurasanî bû, hinart Xurasanê, da ku Xurasanê ji dest Umewiyan derxîne.
Jixwe gotineke piştrastkirî li ser netewe û eslê Ebî Muslim tune, ji ber ku wî bi xwe jî tu caran negotiye ez çi kes im û her digot: \Ez mirovekî Misilman im\.
Îcar dema ku Ebî Muslim digihe Xurasanê, hem ji bo têkşikandina desthilata Umewiyan li wir, hem jî ji bo belavkirina peyama misilmantiyê û tevlîkirina xelkê Xurasanê ji bo misilmamtiyê; dikeve nava tevgerê.
Belgeyên dîrokî yên misilmanan tekez dikin ku di sala 748\'ê de Xurasan dikeve jêr serweriya Ebî Muslim û desthilata Umewî li wê derê têk diçe; bi vê yekê, devera Xurasanê dibe yekemîn devera kontrola Ebasiyan.
Heman belge didin zanîn ku kesên herî pêşîn tevlî Ebî Muslim bûne û destek danê, Bermekî bûn...
Gelo wê hingê Bermekiyan li Xurasanê çi dikir..?
Lêkolîner û dîrokzanê Kurd ê navdar \Ehmed Xelîl\ di rêzelêkolînên xwe yên der barê wezîrên Bermekiyan de, dibêje ku di serdema Dewleta Mîdî de, tevahiya xaka Xurasanê parçeyek ji dewleta Mîdî bû.
Her wiha di lêkolînên xwe de nivîsiye ku li bajarê \Belex\ (Bakurê Efxanistana îro) perestgeheke Zeredeştî bi navê Nûbihar hebû, li wê perestgehê, Kurdên Mîdî nobedarî û sadiniya ewê perestgehê dikir.
Li vir diyar dibe ku heçî Kurd in, ji beriya zayînê bi sedên salan li Xurasanê bi cih in.
Em vegerin Bermekiyan, ev çi kes in ?
Lêkolînerê Kurd Ehmed Xelîl dibêje ku Bermekî ne hozek e, ne jî êlek e.
Lê dibêje ku ev gotin lêkdayî ye û ji du hêmanan pêk tê:
1- Ber: Bi wateya li cem, li nik; an jî nobedar û pêwan e.
2- Mak: Kok û esil an jî mala pîroz e.
Aniha babet zelaltir bû, dêmek navê Bermekiyan ê rastîn \Bermak\ e.
Bermak, her kesê ku pêwanî û nobedariya perestgehên Zerdeştî dikir, jê re Bermak dihat gotin.
Lê lêkolînerê me dibêje: Kesê ku bibûya Bermak, diviyabû ku ji malmezin û navdarên Mîdiyan bûya.
Dîrokzanê Kurd û zanyarê navdar \ Ibin Xelkan\ bi xwe jî di berhemên xwe de nivîsiye ku ew Bermekî ye û tekezî li ser wê yekê kiriye ku Bermekî Kurdên kevnar in.
Em vegerin Bermekiyên Perestegeha Nûbiharê û tevlîbûna wan ji bo isalmê…
Birek ji dîrokzan û lêkolîneran dibêjin ku Bermekiyên Xurasanê di serdema Usmanê Kurê Efan de tevlî ola Islamî bûne.
Birekî din dibêje ku di serdema Ebî Muslim El-Xurasanî de tevlî islamê bûne.
Careke din û li gorî lêkolînên \Ehmed Xelîl\ ku ewî gelek pirtûkên dîrokî yên Misilmanan ji xwe re kirine çavkanî; kesê bi destê Ebî Muslim girt û bû yek ji alîkarên wî yên herî nêzîk û xelkê Xurasanê hogirî Ebasiyan kir, \Xalidê kurê Bermek\ bû.
Jixwe Xalidê kurê Bermek, wek Damezrênerê Malbata Bermekiyan tête nasîn.
Di wê hingê de (748 Z), Xalidê Bermek alîkarî û xizmetên pir mezin pêşkêşî Ebî Muslim û hêzên Ebasî dike û dibe yek ji rayedarên herî mezin ên Xurasanê, her wiha dibe yek ji damezrênerên Xîlafeta Ebasî.
Hûrgiliyên vê têkiliyê, gelekî dirêj in, lê dixwazim bibêjim ku di sala 750\'yê de, şerekî gelekî mezin di navbera Ebasî û Umewiyan de li ser çemê Zapê rûdide ku paşê bi navê \Cenga Zapê\ bi nav bû. Di wê cengê de, Bermekiyan li gel hêzên Ebasî şerê Umewiyan dikir û ji encamên ewê cengê, Xîlafeta Umewî têk çû û li şûna wê, Ebasî li ser textê Xîlafetê rûniştin.
Di pişt vê cengê re û bi destpêbûna Xîlafeta Ebasî re, dîroka hatin û rûniştina Bermekiyan li deverên wekî her çar parçeyên Kurdistana îro, Sûrî, Iraq û Tirkiye...dest pê dibe.
Dikarim bibêjim, Bermekiyên Xurasanê di sala 750\'yê de hatine deverê, anku ji beriya 1268 salan..!
Ji ber zanebûn û zîrekbûna wan a berbiçav, Bermekiyan cihên herî bilind di Dewleta Ebasî de girtin û belku di hin waran de gotina wan ji ya Xelîfeyê Ebasî bi xwe jî xurtir bû.
Ji wezîr û fermandarên Bermekiyan ên herî navdar: Xalidê kurê Bermek, Yehyayê kurê Xalid, Fedlê kurê Yehya û Caferê kurê Yehya bûn.
Wezîrên Bermekî, gelek qesr û qûnax li perava rojhilata Çemê Dicle ava kirin.
Dibêjin ku wê hingê artêşeke Bermekiyan li devera Xurasanê hebûye, hejmara wê zêdetir ji 50 hezar leşkerî bû û navê wê yê fermî \Artêşa Ebasiya\ bû.
Serweriya Bermekiyan hetanî bi serdema Xelîfeyê Ebasî Harûn El-Reşîd dom kir.
Di destpêka salên 800\'î de, êdî Harûn El-Reşîd dibîne ku Bermekiyan zora wî di her tiştî de biriye û hemî kar û barên dewletê di dest wan de ne.
Ji wilê zêdetir gelek heval û nasên Harûn tehn didanê, tinaziyên xwe pê dikirin û jê re digotin ku her tişt di dest Bermekiyan de ye û qet tiştek ji te nayê.
Îcar Harûnî ji tirsa li ser kursiyê xwe û da ku desthilata xwe hêj bêhtir bisepîne, di rojekê ji rojên buharî yên sala 805\'ê de, çend fermandar û wezîrên Bermekî li gel 1000 kesên Bermekî, kuştin û zindan kirin.
Di heman demê de, hemî mulk û samanên Bermekiyan tevlî avahiyên wan, desteser kirin.
Bi dîtina min, dê belavbûn û penaberiya Bermekiyan di wê demê de be.
Anku yek ji egerên herî xurt ew e ku di sala 805\'ê de, Bermekî ji ber zordarî û fermanên Harûn El-Reşîd penaberî her cihekî hêmin bûne, û dibe ku di wê demê de xwe gihandibin Beloçistan û Bolana îro.
Wekî me got, Bermekiyan hukim û desthilatdarî li gelek deveran dikir û yek ji deverên herî xurt ku li jêr serdestiya Bermekiyan bû, Xurasan bû.
Ne dûr e ku di serdema desthilata wan de, Bermekî li Beloçistanê bi cih bûbûn; bi vê yekê dîroka hebûna wan li Beloçistanê, vedigere salên 786 – 800.
Egereke din jî heye ku ji gotina Apê Şewket a dibêje ji beriya 700 salî ew hatine Beloçistanê, gelekî nêzîk e:
Jixwe Dewleta Ebasiyan li ser destê Artêşa Holakoyê Mexolî hat têkşikandin.
Îcar di êrîşa xwe de ku di sala 1258\'ê de pêk hat, Holako ter û hişk bi hev re dan ber tûjahiya şûrê xwe, sûcdar û bêguneh pêk ve qir kirin.
Wê hingê gelek ol, netewe, hoz û miletan da ser şopa penaberiyê û li seranserî dunyayê belav bûn...Dibe ku di wê demê de (Anku ji beriya 760 salî) Bermekiyên ku îro li Beloçistanê ne, ber bi wê derê ve çûbin.
Li vir, eger ne temamî rastiyê be, gerek e beşekî mezin ji rastiya Bermekî û Kurdên Beloçistanê diyar bûbe.
Jixwe gotina Apê Şewket ku dibêje ji beriya 700 salî wan alîkariya Ebî Muslim kiriye ne di cî de ye, ji ber ku serweriya Ebî Muslim ji Xurasanê re di sala 750\'iyê de bû, anku ya rast: Wan ji beriya 1268 salan alîkarî û destek daye Ebî Muslim.
Lê wekî min li jorê nivîsî, yek ji egeran ew e ku Bermekiyên Rojavayê Kurdistanê û Helebê, ji beriya 760 salî çûbin Beloçistanê.
Jixwe babeta eslê Ebî Muslim bi xwe jî, hêj ne zelal e; Kurd e, Faris e, Ereb e, çi ye? Ez bi xwe nikarim bersiv bidim.
Lê tiştekî balkêş li vir heye, madem ku Bermekî li Heleb û Rojavayê Kurdistanê bûn, gelo tiştek li pê xwe nehêlane?
Tiştek li şûna wan nemaye?
Aniha li navenda Şama Paytext, taxeke gelekî mezin û naskirî bi navê Beramkê heye.
Beramkê: Komjimarî \\ pirjimariya navê Bermek di zimanê Erebî de ye.
Li cihê evê taxê, goristaneke wezîr û Kurdên Bermek ên serdema Ebasî heye û navê taxê ji gorisatna wan Bermekiyan hatiye.
Babeta koka navê Taxa Beramkê, ne di pirtûkên dîrokî de û ne jî di lêkolînên îroyîn de, qet dubendî û nakokî li serê tune.
Li aliyekî din, Lêkolînerê Kurd Salihê Heydo ji min re got ku aniha li rojava û başûrê bajarê Qamişloyê çend gundên êla Temikan (Girbawî, Herem Reş, Cirna, Mele Sibat...) hene.
Îcar Salihê Heydo dibêje ku malbata Hisênê Es\'ed ku axayên Temikan in, tekez dikin ku ew bi koka xwe Bermekî ne.
Her wiha Heydoyî dibêje ku li Bakurê Kurdistanê, xelkê gundê Şêbê ku girêdayî Wîlayeta Mêrdînê ye, tevahiya wan Bermekî ne û li gundê Qeremanê jî ku girêdayî Mêrdînê ye, çend malên Bermekî hene...
Sûd û destkefta herî mezin ne tenê ji bo min, lê ji bo hemî Kurdan ew e ku çend rastiyên dîrokî bi xurtî zelal bûn û eger hin ji wan rastiyan ji beriya niho cihê şek û gumanê bûn, êdî piştrast bûn.
Jixwe heçî dîroknivîsên Ereb û Faris in, piraniya wan dibêjin ku Bermekî bi eslê xwe Faris in û tiştekî Kurdan bi wan re tune.
Lê 60 hezar Bermekiyên ku îro li Bolana Beloçistanê dijîn û tevahiya wan bi paşnavê Kurd tên naskirin, ne mumkin e ku ne Kurd bin.
Her wiha dîrokzan û zanyarê Kurd ê herî navdar \Ibin Xelkan\ ku berhemên wî bûne lêvegerên dîrokî yên herî xurt, ewî bi xwe gotiye ez Bermekî me û babeta Kurdbûna Bermekiyan qet nekiriye cihê gumanê jî.
Ya jê girîngtir jî ew e ku nijadperestên Ereb li Sûryayê (Çi yên rêjîma Sûrî bin, çi jî yên rikberiyê bin) hebûna Kurdan li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê tenê bi çarçoveyeke teng a sedsala 20\'ê ve girêdidin û dibêjin Kurdên Sûryayê (Rojavayê Kurdistanê) piştî sala 1925\'ê hatine deverê, anku piştî şikestina Şoreşa Şêx Se\'îd.
Bi vê yekê ji her kesî re diyar dibe ku Kurd ne tenê li Rojavayê Kurdistanê jiyane, lê belê serok û fermandarên devera xwe bûn û hukim li gelek deveran dikir.
Beriya ku nivîsa xwe biqedînim, dixwazim tiştekî girîng destnîşan bikim:
Rola Bermekiyan di avakirina Dewleta Ebasî de gelekî mezin û bikêr bû û Wezîrên Bermekî xebatên bêhempa ji vê dewletê re kirine; lê min nikarîbû di vê nivîsa xwe de hemî kar û xebatên Bermekiyan ji xwendevanan re binivîsim, ji ber ku min giranî da mijara Bermekiyên Beloçistanê û pêvajoya jiyana wan a li Xurasan, Rojavayê Kurdistanê û Beloçistanê.
Hêvîdar im ku bi nivîsa min, hin pirsên di serê birêz Welat Agirî û xwendevanên rêwîtiya wî de, hatibin bersivandin.
Ev nivîs, cara pêşîn di malpera \Ria Taza\ de hatiye weşandin.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,516 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://rewanbej.com/- 16-12-2022
السجلات المرتبطة: 10
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 20-07-2020 (5 سنة)
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
تصنيف المحتوى: علم الأجتماع
تصنيف المحتوى: تأريخ
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 16-12-2022
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 17-12-2022
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 16-12-2022
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 2,516 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.1147 KB 16-12-2022 اراس حسوا.ح.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.312 ثانية