$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Argeş Întîkam
Nav paşnav: Ersîn Seven
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Besra-Mehmet Emîn
Dem û cihê şehadetê: Serhed 11-05-2017
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Argeş li Wan-Qelqeliyê li nava malbateke me ya hêza ji dayik bû ku dilsozê kevneşopiya welatparêziyê ye û gelek tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kiriye. Hevrêyê me ku bi çîrokên kevneşopiya berxwedanê mezin bû, têkoşîn zû nas kir û li Stenbolê tevlî nava karên ciwanan bû. Li diJî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê, pêşengî ji ciwanên Kurd re kir, ew tevlî nava refên têkoşînê kir û sala 2009'an beşdarî nava refên gerîla bû, xwedîderketina li mîrateya şehîdan a pîroz ji xwe kir felsefeya bingehîn a jiyanê. Hevrêyê me tevlî gelek karên cuda bû, bi jiyana gerîla re bû yek û timî xwe bi pêş xist. Sala 2014'an berê xwe da Serhedê cihê lê ji dayik bû û mezin bû û têkoşîna li dijî dagirkeran di xeta herî bilind de meşand. Hevrêyê me ku timî bi bîranîna şehîdan dijî û qala wan dikir, ji bo xeta şehîdan di nava jiyanê de serwer bibe her tim hewl da. Hevrêyê me Argeş bi coş, moral û sekna xwe ya têgihiştî ya li nava jiyanê, ji xwe re kir esas ku Rêbertî fêhm bike û vê fêhmkirinê jî bi hevrêyên xwe re parve bike. Hevrêyê me ji aliyê leşkerî ve jî gelekî bi pêş ket û taybetmendiyên fermandariya serdema nû di kesayetiya xwe de xist meriyetê, mîsyona pêşengiyê jî bi cih anî. Ji pîvanên jiyanê, hevrêtiyê û partiyê ti carî tawîz neda, her tim xwe bi pêş ve bir û tiştên hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir. Ji bo xewn û xeyalên azadiya gelê me pêk bîne bêrawestan têkoşiya. Bi jiyana xwe û bi şerê li dijî dagirkeran timî bû milîtanekî bi mînak ê Rêber Apo û di nava hevrêyên xwe de jî bû cihê hezkirin û hurmetê. Hevrêyê me Argeş ku di temenê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşînê bû û heta kêliya dawî jiyana xwe diyarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, mîrateya ku afirandiye wê ji bo me hevrêyên wî her tim bibe pêşeng.[1]