=KTML_Bold=Analîza Çîroka Mihemed Begê Spîvanîyê li gor Çar Fonksîyonên Folklorê yên William R. Bascomî=KTML_End=
=KTML_Underline=Yasin DURAN=KTML_End=
Kurte
William R. Bascom yek ji nûnerên teorîya karîgerîyê ye. Teorîya karîgerîyê yek ji teorîyên kontekstî ye û bi taybetî li ser fonksîyonên materyalên folklorê disekine. Li gor teorîsyenên vê teorîyê herçend giringîyeka metinên hêmayên folklorê hebe jî tiştê ji wê giringtir fonksîyonên wê ne. Di vê lêkolînê da çîroka “Mihemed Begê Spîvanî”yê ku çîrokeka herêma Colemêrgê ye, li gor çar fonksîyonên folklorê yên ku Bascomî destnîşan kirine, hatîye analîzkirin. Lêkolîn ji sê beşan û pêvekekê pêk dihê. Di beşa yekem da çar fonksîyonên folklorê yên ku ji alîyê Bascomî ve hatinê destnîşankirin, bi giştî hatine danasîn. Di beşa duyem da kurteya çîroka Mihemed Begê Spîvanîyê hatîye dayîn. Di beşa sêyem da jî ev teorî li ser çîroka “Mihemed Begê Spîvanî”yê hatîye sepandin û fonksîyonên çîrokê di bin sê fonksîyonên sereke da hatine komkirin. Di pêvekê da jî metina çîrokê hatîye dayîn.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=488806&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Analîza Çîroka Mihemed Begê Spîvanîyê li gor Çar Fonksîyonên Folklorê yên William R. Bascomî=KTML_Link_External_End=
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 3,681 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!