Li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî“ panelek hat lidarxistin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah û Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nilufer Koç tevlî panelê bûn.
Di panelê de Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah axivî û der barê rewşa dawî ya Rojava de agahî da. Abdullah anî ziman ku azadiya li Rojava bi destê jinên Kurd hatiye bidestxistin û got: “Bi vê hişmendiyê em minetdarê jinên Kurd in. Em bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bûn û karên serkeftî bi dest dixin.“
Abdullah da zanîn ku li jinên Kurd li Rojava xwe birêxistin kirin û bi serketin. Abdullah destnîşan kir ku li Rojava jinên ku li dijî desthilatdariya mêr a cîhanê li ber xwe dane hene û got: “ Pergalên cihanê bi awayekî bêperwa li ser bedena jinê xwe didin meşandin. Li Rojava me ev yek hilweşand û me xwe parast. Jinan li Rojava qanûna xwe ya jiyanê ava kirin.”
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava jî axivî û diyar kir ku êrîşên Tirkiye û çeteyên wê jî mîna êrîşên DAÎŞ'ê ne.
Panel bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.[1]
كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة

لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 3,097 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!