کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  582,323
الصور
  123,359
الکتب PDF
  22,032
الملفات ذات الصلة
  124,495
فيديو
  2,187
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,080
الأماکن 
4,863
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
281
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,888
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,340
الشهداء 
4,975
الأبادة الجماعية 
1,467
وثائق 
996
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
12
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   المجموع 
271,560
البحث عن المحتوى
Di çilê te û axa Amûdê de
صنف: بحوث قصیرة
كورديبيديا أعظمُ مشروعٍ لأرشفة مَعارِفنا (معلوماتنا)..
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Di çilê te û axa Amûdê de
Di çilê te û axa Amûdê de
Di çilê te û axa #Amûdê# de

Celalo… îroj çilê te bû… çilê fermana te bû ku di şeveke reş de, li ser maseya xwedan, bê haydarî û dilovanî, ji nişka ve, û bi dilekî sar, biryara wê hatibû stendin. Ma min bizanîba wê koça te, piştdana te, nevegera te, û mirina te wilo mina xewnekê, mina lîstokekê zarokan, yan çîrokên ku diyên me ji dehên salan de em li ser wan dilorandin ta ku çavên me yê melûl bê vîn û matmayî qapaxên xwe tanîn hev, eger min bizanîba mirina te wê wilo be, Celalê min, rihê min, ronya cave apê xwe, mine di serdana dawî ya Hewlêrê, te hembêz kiriba, lêborîna xwe ji bo hemû salên buhurîn ku min dilê te tê de hiştibû bixwesta, wek du hevalan destê hev bigirta û em ê li bin siya dareke xerîbiyê rûniştana, ta ku te ji min re behsa hezkirî, pirojeyên pêşerojê, û xewnên wek dilê te, kenê te, û tirsa te ya nazik kiriba, min vê dawiyê nas kir – kezeba apê xwe- ku tu bi dil bû yî, û ji ber vê hezkiriyê te jiyana guleke buharî ku temen kin in li ser kir, xelk û alem bi yek hezkirinê bûn Celelê min, tu bi du hezkiriya bû, yek ya dil bû û yek axa Amûdê bû, te çima ji min re negot Celalooo..çima? Te çima negot Apo min bi xwe re bibe Amûdê, min bêriyê kiriye, ez dixwazim agirê ku di dilê min de gur bûye vemrînim, tu rûdinişt û bê deng te ji xwe re- dema ku min behsa Amûdê dikir – guhdarî dikir, çavên te li devê min bû, bi şêranî te her gotin ji devê min digirt, û ji xwe re, di nav xwe û dilê xwe de vedişart, û ez dizanim ta ku tu her şev di xew re diçû, û ta ji te dihat çavên te di ber xwe de didan ta tu dirêjtirîn dem di wan gotina de birame, hezar wate û wate ji xwe re ji wan re biafirîne.
Celal te rojekê li Amûdê, dema ku min pirsek ji te kir, te got: Apo ez xwe fêrî porkurkirinê dikim, ta ku ez herim Elmanyayê, li gel Apê xwe, û kar bikim, ez venagerim ta ku ez xwe bi cî bikim, lê aaaaax ax, te fedî kir ku tu bêjî ez venagerim ta ku ez qelenê xwe bidim hev, min ji nexwest ez dêmên te yên sor sortir bikim, te bixim bin fediyê.
Carnan ez dihatim Amûdê, pêrgî te diahtim tu li ser piskilête xwe bû diçû sûkê, ger tu li çav min diket, tê bileztir diajot û tayên porê te yên mîna sinbilên havînê li ber ba mîna aleke yek reng li ber ba diherikî, tîrêjên rokê zerbûna wan û zêr dikir yek.
Kuro Celalo, temen qurmiçyo, xêr ji emr nedîtyo, em çi Karin di çelê te de ji te re bibêjin..kolana dibistana keçan pirsa te dike, û tayên porê te yê zer nema di çavên keçên şagirt de diçirisîne, piskilê te te li hewşê, li ber rok û baranê avêtiye, dinale, kilîta wî zingar girtiye, li hêviya vegera te ye ta ku tu careke dî lê siwar bibe, û wî li Amûdê, bi dûv hezkiriya xwe de li kuç û kolanan bigerîne, wî jî wek te bêriya gerê kiriye.
Te çi anî serê (Hesûnê) xwe, te e w jî wek xwe ji koka wî ji Amûda dilovan rakir, li welatê xerîbiyê gerand, we temenek bi hev re qedand, û dawî…dawî te pişta xwe dayê, bi tenê hişt..te ew bi saxî binax kir, te ew kuşt û veneşart. Tu dizanî te perçeyek ji xwe li nav malbatê hiştiye, carnan.. belê gelek caran…na, na her roj û her gav yê ku di ber Hesûn re dibuhure, di dilê xwe de dibêje weyla ez qurbano Celalo, kêlîkek bê deng li ber radiweste, û dûv re dilezîne, ta ku neyê bîra dê ûbav û pê neêşin, her yek ji malbatê naxwaze yê dî biêş, û hemû bi te diêşin.
Axa ku te bihn kir û mîna teberukê di riwê xwe de da, bawer bik ew ê jî bêriya te kiribû, bihna wê jî bi te derket, û ew jî di heman dema ku te giyanê te li ser destên firişteyan mîna ayazeke buharî derket ezmanê heftan, wê jî xwe negirt, kelogirî û bihin çikyayî bû, û ta Amûdê da dûv te.
Axa ku li Amûdê li hêviya te bû, çavrewanê te bû, gelek gazinde dikirin,digot: We ew Celal bi saxî dûrî min xist, ji min mehrûm kir, û bi hisreta min hişt, îroj mêvanê min e, Celalê min e, delalê min e, dilniya bin, ez ê ji we dilovantir bim, wî bi nazikî hembêz bikim, destê xwe bixim bin serê wî, û qet nahêlim bi giraniya min biheste, ev Celalê min e, hezkiriyê min, şehîdê min e.
çavê apê xwe..Celal, ez dizanim îroj çavên te li riya min bû, te digot apê min xuya nekir… AAx Celalo ax, ez qurbana wan tiliyên te yên nazik bim bese kulê apê xwe vê êvarê tev bide, ez bi gorî wî kenê te bim bes min biêşîn ji bo Xwedê Celalo, henekçiyo..xweîn şêrîno, hevalê piçûk û mezinan.. bes e.. bes e, ez nema dikarim, her ez tiştekî te tînim ziman tiştin dî têne bîra min.. hewarê Celal, tiştên te beriya koça xwe kiribûn, ez bi vî temenî bîr nabim ku bikim, te çawa bîr bir ku cil û çekan ji xalê xwe Hekîmo re bikire, ta tu jê re bişîne, cilên ku te ji hevalê xwe Ehmedo re kirîbûn ji bo pê here ezmûneyên xwe yê Bekeloriya pêşkêş bike, waye li xwe dike, ji her kesî re dibêje, ev hevalê min Celal ji min re ji hewlêrê kirîbûn, gelekî bi wan serbilind e.
malnexerabo Mihemed, te ewqasî ji Celal hez dikir, porê wî ta bi ta şeh dikir, te rojekê dilê wî nedihişt, te ew li ser tiliyên xwe xwedî kir, ji te qut nedibû, weke hevalekî – ne wek lawekî – te ew bi xwe re digerand, çawa te bi dilê xwe dikarîbû, te çawa dilê wî şikand, û ew li welatê xurbetê û ji welatê xurbetê bi ser me de şand mêvan.
Pornekurê Şarî, tê xwarnên xweş ji îro û pê ve ji kê re çêbike, tê li ber kê bigere, tê di ser dîwarê hewşê re bang kê bike, û bêje; Kuro Celalo xwarin sar bû law, de wer baba wer. Wê kî deriyên odeyan li bin guhê hev bixe eger aciz bibe, û tê wî bi bavê wî bitirsîne, tê gefa li kê bixwe û forta bide kê, û dawî li ber bigere. Tê her şevê sê-çar caran şiyar bibe, kê binuxumîne, tê sênîkê xwarinê her nîvro bixe destê kê de û ji Kalo û Pîrê re bişîne piştî Celalê henûn.
Dîlavê, ez dizanim tu li ser her tiştê xwe poşman bûye, te jî wek me nizanîbû Celalo mêvan e, te her roj pê re şer dikir, û her car jî tu li ber digerya û ew razî dikir.
Yara..Yarokê..keçê Yaro..qurbanê Yaro..hest nazikê..tê sibeha hêka ji kê re biqelîne, taştiya kê hazir bike.. tiştên dilê xwe piştî Celal ji kêre bibêje, wê kî li te guhdar be, û tê bibe sindoqa razên kê.
Zozika min, piçûka malê, û delaliya ber dilê Cello..mane ger tu aciz dibû te digot Cello..tev wilo jî bi te re dikeniya û eger te ew gelekî aciz kiriba, ji bavê xwe re digot: Ji Qîza xwe re bêj ha..!
Semerê..wê kî were cem te Hisiça û bi rojan mêvanê te bimîne, tê diyariya ji kê re bikire ji îro û pê ve.
Nisro..Nisrînê….law Nisro..bi kolan bikev, û bike hewar…Cilên Celal û pêlava ku ji bo xelata te kiribû bixe qirka xwe de û kolanê Amûdê yeko yeko biger, ji heval û hezkiriyên wî re bibêj, ev in cilên birayê bûkê, bûka ku xelata birayê wê koç bû, azar û êş bû, û temen qurmiçandin bû, du roj mabûn ji xelata te re, gello Celalo çend xewn li ser wê xelatê ava kiribûn, û çend tişt dabûn ber çavên xwe ku ji bo te di roja xelatê de bike… xêrjixwenedîtiyê Nisro…!
Ehmedê min..Ehmedî..tiliya bi tenê..! Celalo te hişt û çû, tu rojekê teng nebûyî, te negot çima ez kar dikim û Cello kar nake, qey te dixwest Celal kar neke, dilê te bi ser ve bû, laşê wî qels û lawaz bû, ne yê kar bû, birayê te yê piçûk û tenê bû, tê pişta xwe bi kê xurt bike, piştşkestyo ..malikwêrano..Ehmedo.
Şermola.. ez dexlê te bim…! Te gelek pakrewan hembêz kirin, lê ne mîna Celal, pakrewanê Axa Amûdê û hezkiriya dil, hêvî dikim, tê lê miqate be, Celal ji xwe hez dikir, bihnên xweş bi ser xwe dadikirin, temberiya wî her dem şehkirî bû, cilên wî ûtîkirî bûn, hevalê piçûk û mezinan, kal û pîran, , gula civatan, û desmala ser destê keçan bû.
Celalo.. li Apê xwe negre..ku min nikarîbû di çilê te de xort û keçên bajêr bi cilên reş di kolana xistana û bihişta bi kulman mîna çileyê Hisên bi singa xwe bikevin û bikin hawar. Li min negre ku min nikarîbû di çilê te de bihişta dengê Azanê mizgeftan û zengilê kenîseyan li Esmanê Amûdê li hev bicivin û simfoniya vegerê ji te re bihûnin.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 347 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 10-12-2024
السجلات المرتبطة: 2
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 07-04-2014 (11 سنة)
الدولة - الأقلیم: غرب کردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
المدن: عامودا
تصنيف المحتوى: أجتماعي
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
تصنيف المحتوى: بحث
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
حصلت کوردیپیدیا علی حق النشر لهذا السجل من قبل صاحب(ة) السجل!
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 10-12-2024
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 20-12-2024
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا كامالا ) في 20-12-2024
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 347 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.781 ثانية