کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  586,484
الصور
  124,460
الکتب PDF
  22,122
الملفات ذات الصلة
  126,612
فيديو
  2,193
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
6,493
الأماکن 
4,865
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات (المجلات والصحف والمواقع الإلكترونية ووسائل الإعلام، إلخ) 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
284
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,907
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,467
الشهداء 
5,170
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
998
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
38
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   المجموع 
274,973
البحث عن المحتوى
​​​​​​​Şêwazên Tirkiyê gelek in û armanc yek e: guhertina demografiya herêmên dagirkirî yên Sûriyê ye
صنف: بحوث قصیرة
نأسف لحظر كورديبيديا في شمال وشرق البلاد من قبل الغزاة الأتراك والفرس.
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
=KTML_Bold=​​​​​​​Şêwazên #Tirkiyê# gelek in û armanc yek e: guhertina demografiya herêmên dagirkirî yên Sûriyê ye=KTML_End=
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MUSTAFA

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca guhartina demografiya herêmên bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûriyê yên dagirkirî gelek rêbazan dimeşîne. Ev gav armanca Tirkiyê ya avakirina partiyên Turkmen nîşan dide.

Artêşa Tirk ji 2016`an ve parçeyên ji xaka Sûriyê dagir kiriye û bi rêya êrişên li dijî şêniyên herêmê hewl dide demografiya wan herêman bigherîne. Tevî serjimarî û raporên gelek saziyên hiqûqî yên cîhanî ku siyaset, armanc û binpêkirinên Tirkiyê eşkere dike jî, lê belê civaka navnetewyî bêdengiya xwe diparêze.
=KTML_Bold=KOÇBERKIRINA ŞÊNIYÊN RESEN Û BICIHKIRINA MALBATÊN ÇETEYAN=KTML_End=
Li gorî serjimariyan, li herêmên Şehbayê; Bab, Sefîrê, Ezaz, Cerablus, Minbicê û gundewarên wan zêdetirî 900 hezar welatiyên Kurd, Ereb, Turkmen û Çerkes bi cih dibûn.
Lê belê piştî dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Cerablus, Bab, Ezaz û Sifîrê re bi hezaran sivîl nexasim welatiyên Kurd û yên li dijî siyaseta dewleta Tirk, bi darê zorê hatin koçberkirin û tenê hejmareke kêm ji şêniyên resen li herêmên xwe man.
Meclisa Kantona Şehbayê diyar kir ku dewleta Tirk zêdetirî 230 gund dagir kir, zêdetirî 52 gundên bajarên Cerablus, Raî û herêmên Babê bi temamî hilweşand û sivîlên wan koçber kir.
Têkildarî mijarê, endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihmed El-Ehmed ê ji bajarê Babê, wiha da zanîn: Artêşa Tirk bi zanabûn demografiya herêmên Şehba yên dagirkirî diguherîne. Koçberên ji Xûta û Humisê li malên şêniyên resen bi cih dike. Niha piraniya kesên li Babê bi cih bûne, ji derve hatine.
Mafnasê bi navê Îmad Dawûd jî wiha dibêje: Ji destpêka dagirkirina herêmên Şehbayê ve artêşa Tirk li dijî dijberên siyaseta Osmaniyan, bi rêya kuştin, revandina bi destê komên çeteyên ku fermandariyên wan Turkmen in, siyaseta qirkirinê meşand.
Îmad Dawûd piştrast kir ku malbatên koçber bûne ji ber siyaseta dewleta Tirk û bicihkirina malbatên çeteyan ên ji Dêrazorê, Xûta, Hema û Helebê koçber bûn. Dewleta Tirk malbatên çeteyan anî û li kampên wekî Terhîn, Kiêba û Qibasîn û cihên niştecihêbûnê yên ku bi piştgiriya Qatarê li çatrêya gundê Sosyanê ava kiriye de, bi cih kirin.
Li gorî Dewleta Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn, piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, dewleta Tirk zêdetirî 300 hezar sivîl bi darê zorê koçber kir û bi hezaran malbatên çeteyan û koçberên ji Xûta û gundewarên wê, Humis, Heleb, Hema û Idlibê di malên şêniyên Efrînê de bi cih kirin.
Navenda Belgekirina Sivîl a Penaberên Filistînê yên li Bakurê Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirk zêdetirî 500 malbatên Filistînî li gundê Dêrbelût û navenda bajarê Efrînê bi cih kir.
Piştî ku hikumeta Sûriyê oparasyoneke leşkerî li Idlibê dest pê kir, artêşa Tirk û çeteyên wê zêdetirî 200 hezar şêniyên Idlibê anîn û li Efrînê bi cih kirin.
Artêşa dagirker her wiha piştî êrişa 9`ê Cotmeha 2019`an li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî zêdetirî 250 hezar sivîl ji her du bajarên navborî bi darê zorê koçber kir.
Çavkaniyan diyar kir ku artêşa Tirk zêdetirî 2 hezar û 500 malbatên çeteyan li Serêkaniyê û zêdetirî hezar û 500 malbat jî li Girê Spî bi cih kir.
=KTML_Bold=JI BO GUHERTINA NASNAMEYA PÊKHATEYÊN, PARTIYÊN TURKMEN AVA KIR=KTML_End=
Mafnas Îmad Dawûd bi lêv kir ku dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe li herêmên dagirkiriye mayînd bike û tiştê ku sedsala borî li Lîwa Iskenderon pêk anî dixwaze di pêşerojê de heman tiştî li wan herêman jî pêk bîne. Niha jî nasnameya hin eşîrên Kurdan diguhere û îdia dike ku ev eşîr Turkumen in, ji wan eşîra Qereh keç û Reşwan. Dewleta Tirk her wiha bi rêya çeteyên Turkmen ên wek Komeleya Turkmen û Komeleya Kurdên Serbixwe ku xwe wekî Kurd nîşan dide lê girêdayî Tirkiyê ye, hewl dide ku partiyên siyasî yên Turkmen ava bike.
Bi mijarê ve girêdayî endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihmed Ehmed amaje pê kir ku artêşa Tirk bizanebûn herêmên dagirkirî dike Tirkumen û hewl dide xelkê îqna bike ku ew bi eslên xwe Tirkumen in, lewma nifûsa şêniyan çêdike û tê de isbat dike ku ev nifûs li dema hikumê Osmaniyan vedigere.Li gel vê yekê dewleta Tirk hewl dide partiyên Tirkumen ava bikin û li nava gundên Kurdan bigerin, siyaseta tirkîtiyê bidin meşandin û hejariya şêniyan keysbaz bikin.
=KTML_Bold=SIYASETA TIRKKIRINÊ BERDEWAM E=KTML_End=
Ji dema dagirkirina Tirkiyê ji bajar û herêmên bakur rojhilat û bakur rojavayê Sûriyê ve, bi rêya ferzkirina siyasetên Tirkkirinê demografiya wan herêman hat guhertin.
Dewleta Tirk a dagirker navên gund û bajarokên Efrînê û herêmên Şehbayê guhert. Her wiha navê bajarê Raî yê li bakurê Helebê kirÇoban Bay û navê çiyayê Aqîl kir Polat Bayrak.
Di heman demê de navên qad, kolan û baxçeyan guhert û bi navên Tirkî-Osmanî hatin binavkirin. Navê baxçeyekî li Ezazê ku ji beriya 100 salî ve heye, kir El-Uma El-Osmaniyê û ala Tirkiyê li ser daliqand û hevokên bi Tirkî li ser nivîsî.
Îstixbarata Tirkiyê burcên peywendiyên Sûriyê rakirin û li şûna wan ên Tirkiyê danîn, her wiha li şûna pereyên Sûriyê bikaranîna pereyên Tirkiyê ferz kir û saziyên herêmî yên leşkerî û îstixbaratî yên girêdayî xwe ava kir.
Di vê çarçoveyê de, mafnas Îmad Dawûd wiha axivî: Îro, piştî çend salan ji dagirkirina artêşa Tirk ji herêmên me re hîn jî siyaseta Tirkkirinê berdewam e. Ziman Tirkî hatiye ferzkirin û li ser hemû avahî, saziyên perwerdeyê û saziyên olî ala Tirkiyê tê daçikandin. Armanc ji vê yekê ew e ku pêkhateyên herêmê bi projeya xwe ya Osmanî îqna bike, ji lewra ciwanan wekî çeteyan bi çek dike û wan dişîne Lîbyayê.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan ji kanala fermî ya hikumetê TRT`ê re eşkere kir ku Tirkiyê dixwaze bi melyon kesî li herêmên ku hewl dide di bin navê herêma ewle de li bakurê Sûriyê dagir bike, bi cih bike.
Erdogan îşaret pê kir ku ew hewl didin ku 530 hezar kesî li herêma di navbera Dêrikê û Serêkaniyê de û 405 hezar kesî li herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de, bi cih bike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê Mezlûm Ebdî bi tiwîttekê bersiva daxuyaniya Erdogan da û got: Rûsya û Amerîkayê berpirsên qedexekirina guhartina demografiya herêmên dagirkirî ne. Em bang li wan dikin ku bi erka xwe rabin û ji bo vegera şêniyên resen ji herêmên wan re makanîzmeyekê deynin.
Mezlûm Ebdî wiha lê zêde kir: Daxuyaniya serokkomarê Tirk a bicihkirina meylon kesî di navbera bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de tiştekî pir xeter e û armanc jê bicihkirina biyaniyan li van bajaran e.
=KTML_Bold=QANÛNA NAVNETEWEYÎ VAN KIRYARAN QEDEXE DIKE=KTML_End=
Siyaseta dewleta Tirk a dagirker rêgez û pîvanên têkildarî dagirkeriyê yên madeya 42`an a lîsteya Lahay (1907) û madeya duyem a hevbeş a lihevkirinên Cinêvê ya 1949`an ku hemû rengên binpêkirinên di dema dagirkeriyê de qedexe dike, binpê dike.
Her wiha biryara hejmar (2265) ku di dewreya 35`mîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî NY`yî de hate ragihandin, hemû rêbazên destwedanê heta ya ji bo karên mirovî jî qedexe dike û tenê rê dide destwerdanên bi destûra Meclisa Ewlekariya ya NY`yî. Dewleta Tirk beyî ku NY`yê erê bike bajarê Cerablusê dagir kir paşê herêmên Şehbayê yên wek Ezaz, Bab û Sifêra di 24`ê Tebaxa 2016`an de dagir kir, her wiha di 18`ê Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir û di 9`ê Cotmeha 2019`an de jî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir.
Li gorî her du madeyên 39 û 51`an ên NY`yî, aliyên dagirkerî pêk anie rastî lêpirsînê tên.
Lîsteya Lahayê amaje bi parastina mal û milkên sivîlan û qedexekirina koçberkirina komî yan jî kiryarên êşkenceyê dike, her wiha rê li pêşiya guhartina demgrafiyê yan jî rakirina qanûnên herêmî dike, ji ber ku dagirkerî rewşeke demkî ye. Lê belê artêşa Tirk bi vê yekê têr nebû û ji Nîsana sala par de dest bi avakirina dîwarê çemento yên li derdorê Efrînê kiriye. her wiha li aliyê rojavayê bajarê Girê Spî ji Çileya îsal ve dest bi lêkirina dîwar kiriye, da ku erdên Efrînê û Girê Spî ji Sûriyê qut bike.
Têkildarî mijarê Îmad Dawûd da zanîn ku hemû kiryarên dewleta Tirk li pêşberî çavên civaka navdewletî, Îran, Rûsya û dewleta Sûriyê pêk tên bêyî ku dengê xwe derxin. Lewra divê civaka navneteweyî û dewletên Ereban li hemberî dewleta Tirk û dagirkirina xaka Sûriyê bêdeng nemînin, zextê bikin û Tirkiyê ji herêmên ku dagir kiriye derxin. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ewlehiya Tirkiyê û Sûriyê dixe xeteriyê de û rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ`ê û rêxistinên terorîst vedike. Di heman demê divê şêniyan vegerînin gund û bajarên wan ên dagirkirî.
Mafnas Îmad Dawûd bang li dewleta Sûriyê kir ku ji bin bandora siyasetên hêzên herêmî û navdewletî derkeve û bi Rêveberiya Xweser re diyalogan pêş bixe, da ku hemû pêkhateyên Sûriyê ji armancên dewletên herêmî û navdewletî xelas bike.[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 1,290 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://hawarnews.com/- 27-03-2025
السجلات المرتبطة: 78
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 30-05-2020 (6 سنة)
الدولة - الأقلیم: سورية
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
تصنيف المحتوى: سياسة
تصنيف المحتوى: بحث
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
حصلت کوردیپیدیا علی حق النشر لهذا السجل من قبل صاحب(ة) السجل!
جودة السجل: 98%
98%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( اراس حسو ) في 27-03-2025
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا كامالا ) في 28-03-2025
تم تعديل هذا السجل من قبل ( أفين طيفور ) في 30-11-2025
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 1,290 مرة
QR Code
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
  منشورات كورديبيديا 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.297 ثانية