=KTML_Bold=‘Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk Misogeriya Avakirina Sûriyeya Nûjen e’=KTML_End=
Birûc Resûl/Qamişlo
Hevserokê Ofîsa Giştî ya têkilyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb diyar kir ku pêwîst e Foruma 5`emîn bibe gaveke avaker ber bi aştî, aramî û avakirina #Sûriye# ke demokratîk, nenavendî û wiha got: “Divê Sûriya nû bi vîna gel, yekitî û têkoşîna hevbeş were avakirin.”
Foruma Sûriyê ya 5`emîn di 15`ê Îlonê de ji hêla Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hat lidarxistin. Herwiha 120 siyasetmedar, rewşenbîr, rêxistinên jinan, çalakvanên ji Şam, Heleb, herêmên peravên Sûriyê û serokên eşîrên Ereban tev li forumê bûn .Di forumê de li ser 4 bendan hat nîqaşkirin, ev nîqaş jî li ser rewşa giştî ya Sûriyê bû, di heman demê de li ser pêvajoya Aştî û #Civaka Demokratîk# geftugo hatin kirin. D vê çarçoveyê de Hevserokê Ofîsa Giştî ya têkilyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb ji Rojnameya me re axivî.
Silêman Ereb di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: “Foruma Sûriyê ya 5`emîn di 15‘ê Îlonê de li bajarê Hesekê hat l darxistin. Ev forum forumekî dewrî bû, bi taybet ji bo nîqaşkirina fikir û felsefeya Rêber Apo, em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk vê forumê bi rêxistin dikin. Herwiha ev forum giraniya wê li ser Manêfistoya Aştî û Civaka Demokrat bû. Ji ber piştî 27 Sibatê Rêber Apo pêvajoyeke nû hat destpêkirin. Ji ber vê yekê nîqaş li ser manefêstoya ku Rêber Apo ji tevahê gelan re pêşkêş kiriye hat kirin. 120 kes li seranserî giştî Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî vê forumê bûn, ev kesên ku tevlî bûn jî hemû akadimisyan, siyasetmedar, kesên Êl û Eşîran, di nav wan de jî jin û mêr hebûn. Ev forum li ser 2 rûniştandin û çar bendên li ser mijara pirojeyên siyasî, bi taybet siyasetên qirker û yên hegemon bû, forum bi vê rengî hat giftugokirin. Di encamê de jî ku Pirojeya Rêveberiya Xwerser ya herî guncave ji bo çareseriya tevahî alozî û pirsgirêkên Sûriyê û felsefeya Netewa Demokratîk ji bo tevahî pirsgirêkan dikare bibe bersiv. Bi taybet piştî ketina Rêjîma Baasê guhertinek mezin di rewşa siyasî ya Sûriyê de hat çêkirin.”
‘Pêwîst e Sûriyeke nenavendî û were avakirin’
Silêman da zanîn ku desthiledariya nû ya Sûriyê pergala yek al û netew dide meşandin û wiha got: “Ev aloziyên ku derketin pêş û bajarên di xeteriyê de bi temamî hatin nîqaşkirin. Di heman demê de hat diyarkirin ku ev desthiledariya nû ya Sûriyê ji bo Sûriyê qet ne guncav e. Ev desthilatdarî li beramberî gelê xwe û welatê cîhanê xwe neda qebûlkirin, berovajî wê her dem komkujiyan li ser gelê xwe tîne û qirkirinên mezin di nav Sûriyê de pêk tîne. Ev desthilatdarî di derheqê zarok û jinan de sûcên mezin pêk anîn. Yanî mirov dikare bibêje ku ev desthilatdarî nûnertiya gel û netewên Sûriyê nake. Dixwaze ku pergala yek al û yek netew pêk bîne. Pêwîst e Sûriyek nenavendî ku hemû netewan di serî de jin qebûl bike, were avakirin. bêguman ji bo ku projeya demokratîk a li herêmê, ne tenê vebijark e lê belê ji tevahî sûriyeyiyan re hêvî ye. Paşguhkirina projeyê, tê wateya derengxistina çareseriya rastîn û dirêjkirina temenê aloziyê ye. Sûriyeya nû bi vîna gel, yekitî û têkoşîna hevbeş, baweriya wan bi aştiyê û demokrasiyê ava dibe.”
=KTML_Bold=‘Pêwîst e azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk were’=KTML_End=
Hevserokê Ofîsa Giştî ya têkilyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Benda 2`yemîn jî li ser pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk bû ku Rêbrer Apo çawa ev pêvajo nirxandiye û çareseriyên wê di Rojhilata Navîn de û bi taybet aliyê Bakurê Kurdistanê daye eşkerekirin. Ev pêvajoyek pir girîng e da ku jiyanek aştî û demokrat were avakirin. Di nav vê mijarê de jî gelek nêrîn derketin ku pêwîste Rêber Apo azadiya wî ya fîzîkî pêk, ji ber ku Rêber Apo ne tenê ji bo netewekî têkoşîn dike, lê belê ji bo tevahî gelan têkoşîn dike. Her wiha yek ji xalên benda 2`yemîn jî hat tekezkirin ku Rêveberiya Xwerser hêza wê ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye ku di hemû aliyan de wê Sûrî û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi awaykî rast û aram bi rêve bibe, bêyî ku ti veqetandinê di nav netewan de çêbike. Em dibînin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bandorek mezin li ser Edaleta civakê kiriye û bûye xalek sereke di avakirina civakek saxlem de. me di dawiya forumê de hêvî kir ku ev forum bibe gaveke avaker ber bi aştî, aramiyê û avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî ve hat bi dawî kirin.”
=KTML_Bold=Encamnameya Forumê wiha bû:=KTML_End=
-Divê dilsozê lihevkirina 10’ê Adarê bin ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de hatiye îmzekirin.
-Ji bo ku çareseriyeke adil û daîm bê dîtin, divê diyalogeke nîştimanî ya girştî wekî çareseriyeke rasteqîn bê lidarxistin.
-Divê kongreyke nîştimanî ya komker bi tevlêbûna tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û hevpeymaneke civakî ya nû bê lidarxistin.
-Divê gotarên kîndarî û nifretê di navbera gelê Sûriyeyê de bê redkirin û ji bo bidawîkirina şer, gotareke pêwîst bê amadekirin.
-Divê beş û pêkhateyên Sûriyeyê bê dûrxistin, hev du nas bikin, çanda aştiyê û jiyana hevbeş xurttir bikin.
-Sûriyeyî bibin yek, eniyeke demokratîk a tevgerên jinan, tevgerên nîştimanî û demokratîk bê avakirin.
-Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, xebatê bikin. [1]
-Xwedî li rêgeza nenavendî derkevin ji ber ku vebijarka stratejîk e ku tevlêbûna tevahî sûriyeyiyan di çêkirina biryarê de û parastina mafên wan misoger dike.
-Rola jinan di pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de gelek girîng e lewma divê hevgirtî bin.
-Bang li dewletên garantor (Fransa, DYA û Brîtanyayê) bikin ji bo ku berpirsyariyên xwe li hember danûstandina giştî, bi cih bînin. [1]