Mezlûm Cimo
Mezlûmê Cimo di dîroka 01-01-1987`an de li bajarê
KobanîKobanîyê yê Roavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Wî di pergala perwerdehiyê ya rijîma Suryayê de asta seretayî û navîn qedandiye û ji ber rewşa aborî nikariye asta amedehî bi dawî bike. Tevî ku ew ji pergala perwerdehiyê dûr ketibû, lê wî dev ji xwefêrkirin û lêgerîna zanistê ber nedaye. Berdewam li pey zanîn û nasînê ketiye. Cimo di sala 2006`an de dema ku li bajarê Beyrûtê yê Lubnanê kar dikir, tevlî perwerdeya zimanê Kurdî bûye. Tevî ku ew perwerde bi nasîna tîpan sînordar bû, lê dîsa ji bo Cimo bûbû bingehekî. Dema ku aloziya Suryayê û pişt re şoreşa Roavayê Kurdistanê dest pê kir, Cimo yekser cihê xwe di nava şoreşê de girtiye û bi taybet di xebata perwerdeya bi zimanê Kurdî de wî roleke çalak lîstiye. Di sala 2012`an de wî asta yekemîn xwendiye û bawernameya wê girtiye. Pişt re wî bawernameya asta duyem û sêyem jî girtiye. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dema ew û hevalên xwe perwerde dibûn, wan diçû weke mamoste jî perwerde didan. Di wê demê de Cimo mamostetiya ziman û wêjeya Kurdî dike. Pişt re ew tevlî perwerdeya akademiya Ş.Viyan Amara ya ziman û wêjeya Kurdî bûye û wî bawernameya wê girtiye. Û herî dawiyê jî wî bawernameya peymangeha Ş. Zozan beşa ziman û wêjeya Kurdî bi dest xistiye.
Cimo her dem di nava lêgerîna nasîna dîroka ziman û wêjeya Kurdî de bû. Wî gelek wêjevan nas kirine û ji wan bandor bûye. Li aliyê din rojane wî di nava şoreşê de çîrokên biêş ên gelê xwe jiyan kiriye, ji ber van sedeman wî di sala 2013`an de dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Wî gelek helbest nivîsandine û di rojname, kovar û malpelên medyaya civakî de weşandiye. Li rex helbestê, wî xwe di nivîsandina çîrokê de jî pêşxistiye. Gelek çîrokên şoreşgerî, civakî û evînî nivîsandine. Li aliyê din ew li ser berhevkirina çîrokên gelêrî, gotinên pêşiyan, biwêj û mamikên Kurdî jî kar dike. Dîsa wî xebateke dirêj a lêgerîna dîroka ziman û wêjeya Kurdî û rêzimana zimanê Kurdî daye pêş xwe. Ew beşdarî du pirtûkên komî yên helbestî bûye, lê ta niha wî tu berhem çap nekirine.
Mezlûmê Cimo ne tenê karê mamostetiyê kiriye û dike, wî gelek salan di Saziya Zimanê Kurdî ya Kobaniyê de kar kiriye û dewreyekê hevserokatiya wê kiriye. Dîsa di sala 2016`an ve dema ku saziya Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobaniyê hat vekirin, ew endamê wê yekîtiyê ye û demekê weke Hevserokê wê maye. Di van deman de wî gelek gotarên civakî û rola rewşenbiriyê nivîsandine. Niha jî ew li rex karê mamostetiyê, weke jimarvan di saziyeke leşkerî de jî kar dike. Tevî ku derfet ewqas tune ye, lê ew di karê nivîsandinê de berdewam e û çapkirina berheman xewna wî ya bingehîn e.
[1]