Perwîz Cîhanî
Perwîz Cîhanî (1950 - Belesora Jêrîn/Xoy/Îran) nivîskarekî kurd e Celalî û ji Rojhilata Kurdistanê ye. Niha li bajarê Wuppertal ya Almanyayê rûdine.
Jiyana Wî
P. Cîhanî di sala 1955an de li gunda Belesora Jêrîn a girêdayî navçeya Elendê hatiye dinê. Di yekê Gulana 1329ên koçê de (beranberî ya Zayînê dike 21.04.1950) li gundê Belesora Jêrîn ser bi bajarê Xoyê hatiye dinyayê. Ew ji binemaleyeke xwenda û edebdost û torevan hatiye cîhanê. Hê ji zarotiyê ve ew li gel çand û wêjeya kurdî û farisî nasyar e.[1]
Berhemên wî
Çîrokehelbesta Gur û Bizin, li ser kasêtê, 1977, Xoy/Îran
Vejandina Mem û Zîna Ehmedê Xanî, 1988, Ûrmiye/Îran
Vejandina Ferhenga Nûbihara Ehmedê Xanî, 1988, Ûrmiye/Îran
Fêrbûna Rênivîsa Kurdî bi herdû şêweyan, 1989, Ûrmiye/Îran
Peyam: Komelekurteçîrok, 1996, Swîsra
Ax Şilêrok, Komelehelbest, 1997, Swêd
Bilîcan, Roman, 2002, Stenbol / Tirkiye
Alole, Çîrok, 2005, Stenbol / Tirkiye
Hezarav: Ferhenga thematîk li ser avê, 2006, Stenbol / Tirkiye
Şiroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, bi rave û şiroveyek nû, Duhok
Rênivîsa Kurdî, Weşanên Salahaddin Ayoobi, Ûrmiye/Îran
Çarîneyên Omer Xeyyam, Werger, Weşanên Nûbihar, 2015, Stenbol / Tirkiye[1]