Navê pirtûkê: HELBESTVANÊN KLASÎK JI PERSPEKTÎFA HERÊMÎ: NIMÛNEYA HERÊMA BEDLÎSÊ
Navê nivîskar: Abdurrahman ADAK
Cihê çapkirina pirtûkê: Mêrdîn
Navê çapxaneyê: Zanîngeha Mardin Artukluyê.
Sala çapê: 2014
Heta niha xebatên ku li ser tarîxa edebiyata kurdî ya klasîk hatine kirin, wek rêbaz bi piranî di çarçoveya diyardeya zeman û perspektîfa kronolojîk de mane. Lêbelê di tesbîtkirina tarîxa edebiyata klasîk de diyardeya mekan û perspektîfa herêmî jî rêbazên girîng in. Di edebiyata kurdî ya klasîk de herêma Bedlîsê ji bo perspektîfa herêmî nimûneyeke girîng e. Di serdema mîrektiyan de desthilatdariya mîrektiyên Bedlîs û Hîzanê û di serdema piştî mîrektiyan de jî hebûna medrese û tekyayên girîng, ji bo derketin û pêşketina edebiyata kurdî ya klasîk li herêma Bedlîsê faktorên herî girîng in. Di vê xebatê de 17 helbestvanên klasîk ên devera Bedlîsê hatine tesbîtkirin û ji aliyê serdem, koç, dever û mehsûlên edebî ve li ser wan helbestvanan nirxandineke giştî hatiye kirin.
Bêjeyên sereke: perspektîfa herêmî, herêma Bedlîsê, helbestvanên Bedlîsê, serdem, koç, dever, mehsûlên edebî.[1]
serdem, koç, dever, mehsûlên edebî
Kitabı okuyun: HELBESTVANÊN KLASÎK JI PERSPEKTÎFA HERÊMÎ: NIMÛNEYA HERÊMA BEDLÎSÊ
Toplam indirme:
427 kez
Tüm yazar, çevirmen ve yayıncılardan, kitaplarınız sizin izninizle indirilmediyse, bizimle iletişime geçmenizi rica ediyoruz.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 1,808 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!