Ji 18’ê mehê ve li ser kuştina keça kurd #Jîna Emînî# çalakî didomin. Rewşa dawî wisa ye:
- Êvara înê (23’ê mehê) jî li gelek bajarên rojhilatê Kurdistanê û li bajarên Îranê çalakiyên ji bo Jîna Emînî dom kirin. Li Mehabad, Bokan, Pîranşar, Tehran, Îsfehan, Kerec, Sine, Tebrîz, Dehgolan û gelek cihên din çalakî dom kirin.
- Hin agahî dibejin ku beşek mezin a bajarê Şîno ketiye destê çalakvanan, hêzên hikumetê reviyane.
- Di hin vîdyoyên hatin belavkirin de hêzên Îranê bi keleşnîkof raste rast gule bera çalakvanan didin. Tê gotin ku heta niha li dor 20 çalakgeran bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin. Li gor Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî heta niha herî hindik 30 kes hatine kuştin.
- Rayedarên Îranê jî radigihînin ku ji sedî zêdetir polîsên wan birîndar bûne.
- Li gor KHRN’yê (Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê) tenê roja çarşemê (21’ê mehê) Îlam û Îslamabadê kesên wekî Yaser Ceferî, Emir Fuladi, Muhsîn Qeyserî û Semîd Mihemedî hatine kuştin. Torê diyar kir ku li zanîngehên cuda ên li Îranê heta niha 20 xwendekar, 11 jin, 6 siyasetmedar, 3 endamên çapemenî û 3 aktîvîst hatine girtin.
- Serfermandarê Hêsên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî bi ser hesabê xwe yê twitterê re peyamek belav kir û piştgirî da çalakiyên ji bo Jîna Emînî têne li dar xistin. Ebdî got ku divê pirsgirêka kurd û pirsgirêka jinê ya li Îranê bê çareserkirin û sersaxî ji bo malbata Emînî û hemû gelê kurd xwest.
[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için
sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 3,025 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!