Îro, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, bi dirûşma “Bi vîn û berxwedanê em ê komploya li ser
rêber Aporêber Apo têk bibin” ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber
OcalanOcalan, meşeke girseyî li dar xist.
Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û di encamê de rêber Ocalan li paytexta Kenya, Nayrobî hat dîlgirtin û di 15’ê Sibata 1999’an de ji bo Tirkiyê hat radestkirin, bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dirûşma “Bi vîn û berxwedanê em ê komploya li ser rêber Apo têk bibin” meşeke girseyî li dar xist.
Di meşê de endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, komîn, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.
Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û qada Cebanat rawestiya û veguherî mitingê.
Di mitingê de cîgirê hevseroketiya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Mirî El Şiblî berxwedana rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de silav kir.
PROJEYA RÊBER OCALAN PLANÊN DEWLETÊN ÎMPERYALÎST TÊK DIBE
Mirî diyar kir ku wek roja îro, hêzên xêrnexwaz li dijî rêberê ku xwest neteweyan ji mêtingerî û paşverûtiyê biparêze, bûn yek.
Mirî wiha domand: “Projeya rêber Ocalan projeya biratiya gelan, jiyana hevbeş û neteweya demokratîk e. Sedema hedefgirtina vê projeyê ew e ku ew li gor berjewendiya wan hêzan neçû û ji her ku ew çareseriya tekane ya Rojhilata Navîn û Cîhanê tevahî ye.”
Mirî destnîşan kir ku armancên împeryalîzmê kontrolkirina cîhanê ye, doza rêber Ocalan jî rizgarkirina çar parçeyên Kurdistanê û têkbirina planên împeryalîzmê ye.
Piştre, endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê, Roşîn Mûsa teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, kir.
PROJEYA ME DÊ BI SER KEVE
Roşîn îşaret bi çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, wek berxwedana li zîndanan, girava birçîbûnê û şehîdbûna di oxira wê de, kir û got: “Em bejna xwe li hember fedakariya şehîdan û herkesê ku ji bo azadiya fîzkî ya rêber Ocalan çalakî kiriye, ditewînin.”
Roşîn wiha lê zêde kir: “9’ê Cotmehê rojeke reş û xemgîn e; ji ber ku di wek vê rojê de, komploya navneteweyî li dijî rêber Ocalan dest pê kir. Îradeya gelê me nehat têkbirin, gelê me dê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan qet raneweste.”
Roşîn destnîşan kir ku niha dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya wan a ku xwe dispêre fikrê rêber Ocalan têk bibe, lê bi îradeya gel û beşdariya jinan di şoreşê de, dê hemû dewletên komploger têk biçin û projeya wan dê bi ser keve.
Meş bi siloganên “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.
ANHA
[1]