Sala xwendinê ya 2022-2023 li zanîngeha #Kobani#yê bi vekirina hinek fakulte û peymangehên nû dest pê kir.
#Zanîngeha Kobaniyê# di 2017 an de bi fakulteya wêjeya kurdî û fakulteya zanistên xwezayî dest pê kiribû lê niha gelek beşên din lê zêde bûne ku li gorî hevserokê zanîngehê Şervan Mislim ji Dengê #Amerîka# re diyar kir, wan beşê zimanê erebî li ser fakulteya wêje zêde kirine û fakulteya perwerdehiyê wek beşek nû vekirine. Her wiha peymangehên Muhasebe, komputer,bijîşkî, kehreba û mîkanîk, rêvebirin û dadwerî jî hatine vekirin.
Li gorî Şervan Mislim, ew gelek zehmetiyan dikşînin, wekî peydakirina cih û pêwîstiyên mexberan û ji bo pirsgirêka kêmbûna kadroyên xwendinê wan gelek mamoste û diktor peyda kirine.
Mamosteyê peymangeha komputer Mecîd Îso ji Dengê Amerîka re got ku ji ber hewcedariya herêmê bi pisporên komputer û teknîkê heye wan ev beş vekiriye. Di vî beşî de dê hemî zanistên kumputer her wiha padekujî jî werin dayîn.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka cihê zanîngehê, rêveberiya zanîngehê avahiya wê nêzî 20 km li aliyê başûrî Kobaniyê ava dike û li gorî texmînan dê avahî di salekê de bi dawî bibe.[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 1,314 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!