Necat KESKİN
Abstract
Xebatên folklorê xwedî dîrokeke dirêj in, lê “folk-lore” wek têgeh cara pêşî di sala 1846an de hat bikaranîn û di demeke kin de ji hêla civaka zanistî hat pejirandin. Di demeke kin de jî bi rê û rêbaz û mijarên xwe weke disîplîneke serbixwe hat qebûlkirin. Ji ber têkiliya berbiçav bi pêvajoya netewebûnê re jî xebatên folklorê pêşî li Ewropayê û piştre jî li derveyî Ewropayê belav bûn. Ji bo birêvebirina van xebatan komele û sazî hatin avakirin, kovar hatin weşandin. Di çarîka pêşî ya sedsala 20mîn de
rewşenbîrên kurdanrewşenbîrên kurdan jî bal kişandin ser xebatên folklorê. Her çiqasî wek têgeh bi nav nekiribin jî di kovar û nivîsên xwe de cih dan van xebatan. Ligel ku di ser mînakên pêşî de sed sal derbas bûye, îro hê jî xebatên
folklora kurdîfolklora kurdî xwedî pirsgirêkên bingehîn in. Ev pirsgirêkên bingehîn wek ên dezgehî û ên têgehî dikarin werin binavkirin. Di vê gotarê de ev pirsgirêkên bingehîn û herweha hinek pêşniyaz ji bo çareseriya wan dê werin gotûbêjkirin.
[1]
انقر لقرائة Pirsgirêkên Giştî Yên Xebatên Folklora Kurdî û Çend Pêşniyaz Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için
sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,247 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!