Xebata 20 salan bû berhem: ‘Cilûbergên Gelêrî yên #Jinên Kurd#’
Berhema bi navê ‘Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd’ derket. Kataloga Nevîn Reşan Gungor amade kiriye bi kurdî, tirkî û îngilîzî ji aliye Weşanxaneya Nûbiharê ve hate weşandin.
DUVAR – Ji bo xebata ‘Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd’ gellek arşîv, muzexane û berhem hatine vekolandin. Cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî bi qelem û xêza Nevîn Reşan Gungor, ji nû ve hatine xêzkirin. Nevîn Reşan Gungor di nivîsa destpêkê de sedema herî girîng ya vê xebatê wisa diyar kiriye ku cilûbergên gelêrî yên jinên kurd tomar bike, ji wendabûn û talankirinê xelas bike û bi vî awayî vê mirasa qedîm li ser piya bihêle û derbasî pêşerojê bike.
Nivîskar nêzî 20 salan li ser vê berhemê xebitiye. Xêzên xwe li gor arşîv, mûze û çavkaniyên cûrbecûr çêkirine. Berhem, bi ebadeke mezin (24x34 cm), wek 200 rûpelî û temamî rengîn hatiye çapkirin.
Cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî bi qelem û xêza Nevîn Reşan Gungorê ji nû ve hatine xêzkirin û wek xezîneyeke veşartî, deriyê wê ji bo modelîst û stîlîstan hatiye vekirin.
Naveroka vê berhemê weha li pey hev rêz bûne: Cilûberg, Kofî, Aksesûwar û Xişr, Gore û Sol, Nîgarên Destî yên li ser Qumaşan, Makîneyên Tevnê û Aletên Destî, Qalibên Cilan û Xişir. (HABER MERKEZİ)
[1]
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,703 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!