Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  585,161
Resim
  124,131
Kitap PDF
  22,098
İlgili Dosyalar
  126,005
Video
  2,193
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
399
Mekanlar 
76
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,238
Kısa tanım 
1,995
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hepsi bir arada 
274,249
İçerik arama
Dêra Metînayê, eşîra metînî; Mîtanî
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia'nın Mega-Verileri sosyal, politik ve ulusal kararlar için iyi bir yardımcıdır...
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dêra Metînayê, eşîra metînî; Mîtanî
Dêra Metînayê, eşîra metînî; Mîtanî
#Agîd Yazar#
Amed, nola axtapoteke dêwasa ku li ser hêkên xwe kurketîbe, a wanî li ser nîvê nexşeya welat mexel hatiye û bi her heyşt milê xwe çar hawirdorê welêt, bi efidandina dayikane rapêçaye. Û em jî her carê didin ser
milekî Ameda qedîm û nola şopajoyekî şareza, şopên pêşiyên xwe dajon. Di destpêkê de heta em bi ser şopa pêşiyên xwe yên qedîm ve dibin, em hinekî mişhet dibin lê piştî demekê êdî meriv lê biste dibe û mîna avê meriv pê de diçe. Gava çavên te bifesilin li ser şopên pêşiyên kurdan, êdî di nav hezaran şopên ji hev cuda de bin jî, tu bi hêsanî dikarî şopên pêşiyên kurdan kifş bikî. Ti şop, bi qasî şopên pêşiyên me, ew çend ne pak û paqij in. Xwedêyo! Em çiqas şopajoyên bisiûd û serbilind in.
Dîsa wekî her carê, em ji gewdê axtapot, ango em ji Amedê didin rê û em şopên dîrokî yên tozgirtî hildajon. Milê axtepota me, vê carê ber bi dêra Metînayê ve dirêj kiriye. Qirçeqirça kela havînê ye. Li vî alî û li wî aliyê me, zeviyên hatine dirûn, yên li ber dirûnê û beyarên li ber tava havînê birajtî, yek bi yek em li dû xwe dihêlin û em di ser çiyayê aqibê, sê pirko û pira xanê re derbas dibin. Ê de bila ji xêra xwedê re ev her sê deverên ku min navên wan bi lêv kirin, zimanek têketa devê wan û serpêhatiyên xwe bikêlimiyan. Li ser milê rastê, ji dûr ve gundê Dawidiyê bi melûlî dixuyê. Ev gundê hanê, yên kurdên êzidî yên bi esil û fesil bû lê ji hêla kurdên hevalbendên DAIŞ’ê ve hatiye wêrankirin. Gewdeyê min ji ber xwe ve li hemberî gundê Dawidiyê dikeve rewşa dîrozeke dem û dewranên qedîm. Mûyên li canê min bûne sîx, her yek ji xwe re dîrozeke êzidiyanî dikêlime.
Piştî pira Xanê, em di ber Mîrhesin û banê Gewrê re derbas dibin. Ziyareta Kopek-qeranê derdikeve pêşberî me. Ji navê xwe jî eyan dibe ku di wextekê de kurdan li vê derê ji bo kopekekî qirr li hevdu anînin û malik li hevdu virritandine. Ji Kopek-qeranê û ber bi hêla Qerejdaxê ve, lûleya dîrokî a Bircikê, nola dêwekî reş di nav kevirên volqanîk de dixuyê. Ji rewşa vê birca ku bi kevirên dêwasa hatiye lêkirin diyar dibe ku ji hêla Bîzansiyan ve, bi mebesta garnîzyoneke leşkerî hatiye lêkirin lê ev birc û garnîzyon, nîvçe maye û nehatiye temamkirin. Ev kevirên volqanîk jî, di demeke gelekî kevn de, çaxa Qerejdax verişyaye, ev helanê agirî nola çemekî sor î kurr, ber bi hêla rojhilat ve herikiye. Di ser gundê Qoryê, Qubik, Gurco û Tilwerê re fitiliye, berê xwe daye hêla başûr û di navbera gundê Bîrabazin û Qurmê Şewitî re derbas dibe diçe heta gundê Birikê, Wêrtewiran û heta nêzî gola Gulê jî diçe.
Ev herêma ku ez qalê dikim, herêma ku zarokatiya min lê derbas bûye. Ev riya em aniha tê de dimeşim jî, ka xwedê zane bê min çiqas car xwe li ser devê vê rêyê daye li benda bajarvaniyên ku bêhna nanê Amedê, helawa Mêrdînê û şekirê qulqulî jê dihat. Li jêra gundê Bîrabazin, cendermeyan rê girtibû, nedihişt ti kes dagere nav gund. Ez miraq dikim û ez ji nasekî re li telefonê dixînim. Ew nas dibêje, şêxê wan hatiye tev li xwarina mewlûdê bûye û murîdên xwe tevdek bi şewba koronayê xistine.
Heke ne ji qurmiçiyê şêx bûya, em ê dageriyana nav gund û me yê silavek bida xizim û nasên xwe. Bi vî awayî em di ber goristana Bîrabazinê re derbas dibin. Aramgeha mavê min Mele Dawid jî di nav vê goristanê de ye. Ez bala xwe didim goristanê, ez dinêrim ku ne wek berê ye. Dora goristanê bi têlên rêsayî hatiye dorpêçkirin. Ev yeka hanê kêfa min tîne. Lewra dilê min tê ber min ku êdî terşên serberadayî ew ê nema bikaribin derkevin li ser kevçika dilên miriyên me. Ez dîrozeke Zerdeştiyan e ji bavo û cimata li dora wî re dixwînim û em lêdixin yekser berê xwe didin dêra Metînayê.
$Serdema Bîzansiyan$
Diyar e ku di wextekê de xelkê ermen jî, di gundê dêra Metînayê de bi cih bûye. Nexasim çaxa împaratoriya Bîzansî derbasî ola xiristiyaniyê dibe, hingê Bîzansî destegeke muazam dide gelê ermen. Lewra miletê ermen û asûr-suryan, beriya her miletî ola xiristiyaniyê dipejirînin. Piştî zayînê di sala 312’an de, çaxa Amerîkaya hingê, ango împeratoriya Bîzansê jî ola xiristiyaniyê dipejirîne, êdî gelê ermen li herêmê nola werma mar bi pêş dikevin. Loma li her deverê, dêr û mabedên olî ava dikin. Dêrek ji wan dêran jî, dêra Metînayê ye lê ne navekî ermenî, navê eşîra Metînayê li heman dêrê dikin û dibêjin dêra Metîna. Wekî tê zanîn jî, eşîra Metînayê, navê xwe ji hikumdariya pêşiyê kurdan, Mîtaniyan wergirtiye. Dîroka dewleta Mîtaniyan jî, têêê xwe dispêre 3700 sal beriya niha.
Ez bi xwe di sala 1973’an de li vî gundî, ango li gundê dêra Metînayê hatime dinyayê. Çaxa ez zarok bûm, hema hewka tê bîra min. Lûleyek zinc î reş, heta li ber kokevaniya ezmanan di asoya min de bilind dibû. Di jiyana min a şexsî de, ev lûleya dêra Metînayê, xwediyê risteke gelekî mezin e ku ez a niha ketime li dû şopên pêşiyên xwe û virde wêde li nav kavilên dîrokê digerim.
Hesteke gelekî xerîb e. Piştî ewqas sal ez diçim dêra Metîna û ti kes ji wî gundî min nas nake. Çaxa em li dora lûla dêra Metînayê digerin, em bala xwe didinê ku qismekî wan avahiyên dîrokî kirine axurên pez, qismek kirine tewla ker û hespan. Dêra dîrokî jî kirine kadîna kayê. Ez deriyekî berrabotî li ber avahiyekê dibînim. Çaxa ez wî derî vedikim, kûçikekî ku ji ber şêzan reviyabû û xwe avêtibû hundirê wê avahiyê, hema ji nişka ve xwe davêje ser çavê min. Ji tirsa kûçikê no û xulqteng, min li hundirê wê avahiyê saxtî nekir ka ew der çi tişt e. Li vegerê ez zikamekî li ber devê kadînê dibînim. Hin tişt mişt ji kadînê derdixistin. Kalemêr dibêje: “Heke ne bi xêra me bûya û me ev avahiyên tarîxî nekirana axur û kadîn, ka xwedê zane bê ew ê çi bihata serê van avahiyana. Niha kevirek jî li dewsê nemabû!” Tu nedizanî bikene yan jî bigirî.
Ez careke din li dora lûlê doş dibim û ez dibînim ku kalemêrek li ser banê xaniyê li hember, bi baldarî me dişopîne. Diranê wî yên zêr, nola sotikê êr di nav lêvên wî re dixuye. Diranên bavo jî ên zêrîn bûn. Ez zorê didim bîra xwe. Belê ez dibêjim hebe tinebe ev apê Mehemed e. Bi nenasî ez rojbixêrekê didim apê Mehemed. Ew jî rojbixêrê li me vedigerîne, xwe ji ser banê xênî berdide xwarê û tê gel me. Bi qasî dirêjahiya derbendekê em navbênê di navbera xwe de dihêlin û dîsa bi nenasî ez pirsan ji apê Mehemd dipirsim û mîqrefonê dirêjî wî dikim. Apê Mehemed jî wiha dibêje: “Dêra Metîna başkenta (paytext) eşîra Metîna ye. Tam 48 gundê me hene. Milet ji gundan bêtir li bajêr belav bûne. Berê, me ji xwe re li hevdu guhdarî dikir. Niha herkes ji xwe re dibêjin ez axa me. Dêra Metîna başkenta eşîra Metîna ye!…”
Apê Mehemed bi gazin bû. Çaxa destê xwe nola melêveke darînî virde wêde dirêj dikir, ji işareta destê wî dihat fêmkirin ku ev her 48 gundê eşîra Metîna, di sê kuçikiya Şemrix, Riya Hevirmêş a di qîr û çiyayê Qerejdaxê de ne. Her wiha gundê Dêra Metînayêjî, tam di nîvê vê sêkuçikiyê de, li serê girekî ye. Ez di dilê xwe de dibêjim, bavo wele paytexta eşîrê li gundê we tê. Ê ji xwe ev herêma hanê, navenda dewleta Mîtanî jî bûye. Mirovekî ji meşê re jêhatî, di nav rojekê de bi meş dikane ji dêra Metîna biçe heta Waşûkanî (Serêkaniyê) ya paytexta dewleta Mîtaniyan.
Çaxa ez xwe bi apê Mehemed didim nasîn, hema hew bask lênakeve û nafire. Apê Mehemed dide pêşiya min û dixwaze tiştekî raberî min bike. Em dikevin hindurê hewşekê. Apê Mehemed xaniyekî kevn şanî min dide û ji min re dibêje, “binêre, qenc bala xwe bidê birazê! Tu aha di vê malê de hatiyî dinyayê!”
Ew xanî ji kevirên lihevhatî hatibû avakirin û ji hêla dîtbariya xwe ve, ew jî têra xwe dîrokî dixuya. Mal, hema 50 metreyekî dikeve rojavayê lûla dêrê. Ez li ber devê wê malê li lûla dêrê dinêrim û ez diçim zarokatiya xwe. Lûla dêra Metîna, di asoya min de bilind dibe derdikeve heta li ber kokevaniya ezmanê şîn ê lacîwert.
Apê Mehemed çiqas israr dike jî, lê ji ber tirsa dibe ku em hilgirê pandemiyê bin, em naçin li ser sifra apê Mehemed rûnanên. Em xatirên xwe ji apê Mehemed û sêra Metînayê dixwazin û em berê xwe didin kela Rebetê.
Dengê apê Mehemed li dû me tê, dibêje; “Hela binêrin lawo ev çi zeman e! Lawê birakê min Mele Dawid tê gundê min û ez nikaribin wî biezimînim. Hela binêrin lawo ma ev çi zeman e!”
$Dêra Metînayê-$
Wer tê zanîn ku kele û lûleya dîrokî a dêra Metînayê, di serdema Bîzansiyan de hatiye çêkirin. Ango li derdora 1700 sal berê hatiye avakirin lê dîroka vî gundî, ji serdema Bîzansiyan jî kevntir e. Dêra Metînayê, 33 km dikeve başûr-rojavayê Şemrixa Mêrdînê û li ser girikekî hatiye avakirin. Ew girik jî serdanpê ji kevirekî xişik pêk tê. Ev kevirê xişik, quluk qulikî ye û dema tu kevir davêjî nav avê, kevir li ser avê dimîne. Di herêmê de gelek girikên wanî volqanîk hene û ev kevirê hanê, meya çîmento ye. Li gundê Musûriyê yê bi ser Dêrika Çiyayê Mazî ve jî, girekî wanî ku serdanpê ji heman xişikî heye û mahdenê vî girikî di destê malbateke ji heman gudî de ye. Her wiha, li gorî aboriya herêmê ranteke dêwasa di xwe de dihewîne.[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 775 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | موقع Agîd Yazar- 12-02-2023
Bağlantılı yazılar: 2
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 25-08-2020 (5 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Kültür
İçerik Kategorisi: Tarih
Şehirler: Amed
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 12-02-2023 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 12-02-2023 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 775 defa görüntülendi
QR Code
Bağlantılı dosya - Sürüm
Tür Sürüm Editör Adı
Fotoğraf dosyası 1.0.112 KB 12-02-2023 Aras HisoA.H.
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.422 saniye!