Pênc salên dagirkirina Efrînê -2
Qetilkirin, revandin, wêrankirin, helandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 5 salan de li Efrînê 663 kesên ku di nava wan de 96 jin hene, bi îşkenceyê qetil kirin, zêdetirî 8 hezar û 644 kes revandin, navên Kurdî yên gund û wargehên din guhertin, bi dehan cihên dîrokî û xwezaya herêmê wêran kir. Pere û perwerdeya dewleta Tirk hat ferzkirin.
Ji dema dagirkirina Efrînê ku di navbera 20ʹê Çile û18’yê Adara 2018’an de pêk hat û heta niha, dewleta Tirk a dagirker bi temamî polîtîkiya qirkirinê pêk aniye. Ji bo guhertina demografiyayê, asîmîlekirin-qirkirinê û wêrankirinê hemû rê û rêbaz hatin bikaranîn û hîn jî didomin.
NAVÊN KURDÎ GUHERTIN
Destpêka dagirkirinê, dewleta Tirk nîşane û taybetmendiyên Tirkî da Efrînê. Di vê çarçoveyê de navên kolan, deverên giştî, nexweşxane, gund û bajarok guhertin, ala komara Tirk li ser dibistan û saziyan giştî hildan û welatî neçar kirin ku nasnameya tirkî bi kar bînin. Dewleta Tirk navên tirkî li qadên sereke yên navenda bajarê Efrînê kirin. Navê qada Azadî kir qada Ataturk, navê çerxerêya Newroz kir Selaheddîn, navê çerxerêya Nîştimanî kir 18ʹê Adarê û navê çerxerêya Kawayê Hesinkar kir ʹʹŞaxê Zeytûnan``.
Navê gundê Qestel Miqdad kir “Selcûq Obasî, navê gundê Kotana kir Zafer Obasî, navê gundê Kurzêlê kir Cafer Obasî. Her wiha navên deverên bi Kurdî veguherandin navên Osmanî û alên dewleta Tirk û wêneyên serokkomarê wê Erdogan li her cihî daliqandin.
Navê Nexweşxaneya Avrîn ku bi zimanên Erebî û Kurdî hatibû nivîsandin jî bi Tirkî nivisandin. Her wiha tabloyên nîşankirinê yên dikan û kolanan bi zimanê Tirkî ten nivîsandin.
NASNAME, ZIMAN, PERE Û XWENDINA TIRKÎ FERZ KIRIN
Di çarçoveya temamkirina plana guhertina nasnameya Efrînê de, dewleta Tirk niştecih neçar kirin ku nasnameyên Tirkî derxînin û pereyê Tirkiyeyê bikar bînin. Her wiha xwendekaran neçar kirin ku zimanê Tirkî fêr bibin û lixwekirina cilên Tirkî li wan ferz kirin. Zanîngeh û peymangehên girêdayî zanîngehên Tirk ên li wîlayeta Dîlokê hatin vekirin.
KUŞTIN, REVANDIN, TALAN Û WÊRANKIRIN
Di nava 5 salan de li Efrînê 663 kesên ku di nava wan de 96 jin hene, bi îşkenceyê qetil kirin, zêdetirî 8 hezar û 644 kes hatin revandin.
Li gorî Midûriyeta Şûnwaran a Herêma Efrînê, li herêma Efrînê derdora 78 girên dîrokî hene û piraniya wan ji aliyê dagirkeran ve hatin kolandin û hatine talankirin. Li gorî agahiyên Midûriyeta Şûnwaran 59 cihên dîrokî hatine wêrankirin û berhemên wan hatin dizîn. 28 mezarên olî yên hemû pêkhateyên kantonê hatin xirabkirin û goristanek kirine sûka sewalan. Dagirkeran xeta tirênê ya ji Meydan Îkbis a navçeya Racoyê ku di gundên Kefer Cenê û Qetmê yên navçeya Şerayê re derbas dibe, rakirin û firotin.
Çeteyên ku navê Lîwa Siqûr El Şemal li xwe dikin, bi maşîneyên giran devera dîrokî ya Nebî Horî kolandin û tabloyeke mozaîk derxistin. Heta niha nayê zanîn bê çi li wê tabloyê hatiye kirin. Di 2020ʹan de dewleta Tirk devereke olî kir mizgeft û ala Tirk li ser daliqand.
Her wiha çeteyên dewleta Tirk devera dîrokî ya Xirabê Gulê ya li gundê Elbîskê yê Racoyê talan kir û şûnwarên wê dizîn.
Çeteyên, El Emşat devera Xirabê Riza ya li gundê Tirmîşa ya li navçeya Şiyayê jî ruxandin û tabloyên wê yên ku di sala 2017ʹan de hatin keşifkirin, talan kirin. Çeteyên El Hemzat û Ehrar El Şerqiye jî Girê Cindirêsê jî xirab kir û baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li şûna wê ava kir.
Çeteyên artêşa dagirker, Dêra Marmaron jî wêran kir û şûnwarên wê dizîn. Çeteyan Girê Helûbiyê yê Şera, Girê Duderî yê navçeya Meydankê, Girê Caciyê yê gundê Dêr Belût ê Cindirêsê, Girê Birc Ebdalo yê Şêrawa, Girê Sendiyankê yê Cindirêsê, Girê Ibêdan ê navçeya Bilbilê, Girê gundê Kefer Rûmê yê Şera, Girê Şorbe yê Şera, Girê Qurt Qolaq ê Şera û Girê Beradê yê Şêrawayê kolandin û şûnwarên wan dizîn.
Mezarên olî ji binpêkirinên dagirkeran bêpar neman. Hêzên dagirker mezaran Henan a li Şerayê, mezarên Parsa Xatûn, Şêx Hemîd, Qere Curnê û Çil Xane yên gundê Qestel Cindo yên Şera, mezara Şêx Zêd a li bajarê Efrînê, mezara Şêx Cinêd û mezara Şêx Mihemed ên li Cindirêsê, mezara Şêx Mûs a li Raco û mezara Elî Dada ya li Şiyê xirab kirin.
XWEZA
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwezaya Efrînê qir dikin. Hêzên dagirker li Efrînê 367 hezar dar birîn, zêdetirî 13 hezar û 500 dar, zêdetirî 12 hezar hektar bax û daristan şewitandin.
[1]