Pênc salên dagirkirina Efrînê-3
Rûyê din ê dagirkeran; mêtîngeh
Dewleta Tirk a dagirker bi destek û fînanseya komeleyên îxwanî, li Efrînê 22 mêtîngehên ku ji sedan yekîneyên mêtîngeriyê pêk tên, ava kirine û malbatên ji herêm û welatên din anîne tê de bi cih kirine.
Piştî dagirkirina Efrînê di 18′ê Adara 2018′an de û koçberkirina zêdetirî 350 hezar welatiyên herêmê bi darê zorê, dewleta Tirk a dagirker demografiya ji bo maynîndekirina dagirkeriya xwe, demografiyaya herêmê guherand. Ji bo wê, bi destek û fînanseya komeleyên îxwanî zêdetirî 22 mêtîngeh ava kirin Li wan mêtîngeha û malên koçberan, zêdetirî 500 hezar kesên ji malbatên Tirkmen û fîlistînî hatin bicihkirin.
Li gorî daneyan, ji sedî 30 Tirkmenên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, ji sedî 5 jî fîlistînî anîne herêmê.
Piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk a dagirker bi lihevkirina bi Rûsya û hikumeta Şamê re malbatên çeteyan ên ji Xûta Şerqiyê ya Şamê jî anîn û li Efrînê bi cih kirin.
Her sê aliyan, di sala 2020`î de çete û malbatên wan ji herêmên Dera anîn bakurê Sûriyeyê û li herêmên Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablusê bi cih kirin.
DI 5 SALAN DE ZÊDETIRÎ 22 MÊTÎNGEH
Dewleta Tirk a dagirker di 15′ê Mijdara 2018′an de mêtîngehek bi navê Gundê Şamiyê (li gorî navê çeteyên Cebeha Şamiyê) li çiya rojavayê bajarokê Meryemîn ê başûrê Efrînê ava kir.
Her wiha bi destek û fînanseya “rêxistinên alîkariyan” di 4`ê Çileya 2021`an de li navenda bajarê Efrînê li qiraxên çemê Efrînê avahî hatin avakirin.
Li navenda Efrînê jî, dewleta Tirk a dagirker ji bo kampekê ji malbatên çeteyan ava bike dest danî ser erdên li taxa Eşrefiyê yên girêdayî welatiyên bi navên Mehmûd Keleş, Henan Nasir û Mihemed Elî yên ji gundê Qîbarê.
Ajansa me ji çavkaniyên xwe agahiyên li ser mêtîngehên ku dewleta Tirk a dagirekr bi destek û fînanseya rêxistinên “xêrxwaziyê” ava kirine, bi dest xistin.
MABETA
Komeleya El Beyan a Qeterê li gundê Avrazê yê Mabeta li qada ku berê Newroz lê dihat pîrzokirin, mêtîngehek ava kir.
CINDIRÊSÊ
Komeleya bi navê AFAD a girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundên Mihemediyê û Dêr Belût mêtîngeh ava kirin. Li ser girê dîrokî yê Cindirêsê, nêzî gundê Yalanqûzê, Celemê, Dêwa Jêrîn, Qulkê, Îska û Kefir Sefrê jî yekîneyên mêtingehiyê ava kirin.
Li gundê Hec Hesna jî, Foruma Sûreyeyê ya bi serkêşiya “Xesan Hîto” (serokê berê yê qaşo Hikumeta Îtîlafê ya Demkî ya girêdayî çeteyan) ragihand ku saziya Îhsan” a alîkariyan ya bi serokatiya Bera El Simûdî, di 2′yê Nîsana 2021′ê de dest bi projeya avahkirina 247 yekîneyên mêtîngeiyê li Çiyayê Şewitî yê nêzî çiyayê Qaziqlî yê li derdora gundê Kefir Sefrê kiriye.
Komeleya Eyadî El Beyda a îxwanî bi hevkariya dewleta Tirk a dagirker di Îlona 2022′yan de avahkirina gundekî mêtîngeriyê li Çiyayê Şêx Mihemed ê li bakur rojavayê gundê Kefir Sefrê, bi dawî kir da ku tê de malbatên fîlistînî yên li derdora Şamê diman, bi cih bike.
Komeleya Ecnadîn a fîlistînî jî di navbera gundên Hemîlkê û Rifatiyê yên Cindirêsê, di 4′ê Çileya 2023′yan de mêtîngehek ava kir, da ku 200 malbatên çeteyên dewleta Tirk a dagirker tê de bi cih bike.
RACO
Dewleta Tirk a dagirker li seranserî gundên navçeyê yên sînorî 3 mêtîngeh ava kirin. Her wiha li gundê Meydan Ekbesê ê li ser sînorên bi Tirkiyeyê re û li deşta gundê Şadiya mêtîngeh ava kirin.
ŞIYÊ
Bi destek û fînanseya çeteyên “Sultan Silêman Şah (Emşat)” li gundê Çeqela mêtîngehek, di navbera gundên Çeqela û Qermîtliq de jî yekîneyek mêtingehiyê hatin avakirin da ku 300 malbatên çeteyên ku li Lîbyayê şer kirine tê de werin bicihkirin.
ŞERA
Dewleta Tirk a dagirker di 12′ê Mijdara 2020`î de li gundê Baflûnê yê êzidiyan bi navê “Kampa Hevkariyê” mêtîngehe ji 70 yekîneyên mêtîngeriyê, yek jî li gundê Qîbarê ava kirin. Ew mêtîngeh bi fînanseya komeleyên Qeter û Kuwyetê yên îxwanî hate avakirin, tê de bi sedan malbatên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê hatin bicihkirin.
ŞÊRAWA
Komeleya Eyş bîkerame (jiyana bi rûmet) ya şêniyên Fîlistinê 48 , bi navê “Besme” li gundê Şadêrê yê êzdiyan mêtîngehek ji 99 yekîneyên mêtîngeriyê ava kir, da ku malbatên fîlistînî yên dewleta Tirk a dagirker ew ji kampên fîlistinî yên Sûriyeyê û di nav de Kampa Yermûk anîne, bi cih bike.
Li gundê Xalta jî delweta Tirk a dagirker bi destek û fînanseya komeleyên Kuwyetê yên îxwanî, bi navê Kuwyet Rehme mêtîngehek ji 300 yekîneyên mêtîngeriyê ava kir.
BILBILÊ
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Bilbilê jî 7 mêtîngeh ji bo bihckirina malbatên sûriyeyî ava kirin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, di sala borî de bi sponseriya Rûsyayê 30 malbatên ji gundê Um Betnê yê Quneyterê anîn herêmê.
MÊTÎNGEHÊN KU HÎN TÊN AVAKIRIN
Komeleya ′Eyadî El Beyda′ bi destek û fînanseya komeleyên îxwanî yên Fîlistînê û Kendavê, li daristanên gundê Qitmê yê Şera bi navê gundê ′Safiye′ mêtîngehek nû ava dike.
Li gorî çavkaniyan, komeleya ′Wefa El Muhsinîn′ Îlona 2022′yan de li gundê Kefir Sefrê dest bi avakirina mêtîngehek nû kiriye.
Ev agahiyên hatine parvekirin beşek ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên guhartina demografiyaya Efrînê ne. Dewleta dagirker hewl dide nasnameya resen a Efrînê ji holê rake, wê ji axa Sûriyeyê qut bike û tevlî Tirkiyeyê bike.
[1]