Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  585,909
Resim
  124,367
Kitap PDF
  22,117
İlgili Dosyalar
  126,411
Video
  2,193
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
400
Mekanlar 
76
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
10
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,241
Kısa tanım 
1,996
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   Hepsi bir arada 
274,817
İçerik arama
Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî-2
Grup: Kısa tanım
Türk ve Fars işgalciler tarafından ülkenin kuzeyinde ve doğusunda Kurdipedia'nın yasaklanmasından üzüntü duyuyoruz.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî-2
Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî-2
=KTML_Bold=Piştî du salan..Serêkaniyê û Girê Spî-2=KTML_End=
Piştî du salan ji dagiririna Serêkaniyê û Girê Spî ku dagirker û çeteyan ji bo tirsandina şêniyên herdu herêman, koçberkirina niştecihên resen û bicihkirina kesên din li şûna wan, rêbazên sîstematîk bikar anîn. Muxalîfê Sûrî Fîras Qesas dibêje, dewleta Tirk li dijî kurdan asîmîlekirina çandî bi kar tîne û dixwaze Sûriyê li gorî berjewendî û çavnebariya xwe ava bike.
JI DAGIRKIRINÊ BER BI MÊTÎNGERIYA ÇANDÎ VEJi destpêka ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine û heta roja îro, rojane bûyerên revandin, talankirina mal û milkên sivîlan, desteserkirina dikanên sivîlan û dayîna wan bi kirê ji malbatên çeteyan re li wan herêman pêk tên.
Li kêleka wê yekê, siyaseta tirkkirinê û di wê çarçoveyê de guhertina rengê bajaran, rakirina ala Tirkiyê, derxistina nasnameyên tirkî ji sivîlan re, guhertina demografiyê û koçberkirina niştecihên resen ji bajêr, bi awayekî sîstematîk tê kirin.
=KTML_Bold=JI BER DAGIRKERIYÊ 300 HEZAR SIVÎL KOÇBER BÛ=KTML_End=
Ji ber êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li Serêkaniyê û Girê Spî zêdetirî 300 hezar sivîl ji niştecihên herêmê malên xwe terk kirin, li şûna wan çete, Iraqî, Efgan û Tirkmen hatin bicihkirin û piştî koçberkirinê guhertina demografî dest pê kir.
Li gorî bîlançoya Rêveberiya Xweser, nêzî 100 hezar sivîl ji kantona Girê Spî û gundewarên wê koçber bûne, ji wan 6 hezar û 31 koçber li Kampa Koçberên Girê Spî bi cih bûn, ku di 22`ê Mijdara 2019`an li bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê hate avakirin. Koçberên din jî li bajarên Reqa, Tebqa û Kobanê bi cih bûn.
Koçberên Serêkaniyê jî li Kampa Waşûkanî xwe bi cih kirin, ku di 2019`an de hate avakirin. Di kampê de 14 hezar û 714 kes, 2 hezar û 373 malbat dijîn. Piştî ku hejmara koçberên Serêkaniyê yên li navendên bicihbûnê yên li bajarê Hesekê zêde bû, Rêveberiya Xweser kampeke din ji wan re vekir. Di wê kampê de jî 14 hezar û 73 koçber û 2 hezar û 815 malbat dijîn.
Koçber bi vê rengî belav dibin, hezar û 150 kes, 230 malbat li navçeya Dirbêsiyê, 4 hezar û 500 kes û 900 malbat li navçeya Til Temir, 2 hezar kes û 400 malbat li navçeya Zirgan, hezar û 600 malbat û 6 hezar û 590 kes li taxên bajarê Hesekê û 9 hezar kes li bajarokê El-Erîşe.
Li kantona Qamişlo: 694 malbat û 3 hezar û 470 kes li navenda bajarê Qamişlo, 323 malbat û 161 kes li navçeya Girkê Legê, 310 malbat û hezar û 550 kes li navçeya Amûdê, 30 malbat û 150 kes li navçeya Til Hemîs, 193 malbat û 965 kes li navçeya Tirbespiyê, 14 malbat û 70 kes li navçeya Til Birak, 115 malbat û 575 kes li navçeya Çilaxa û li navçeya Dêrikê jî 866 malbat û 4 hezar û 330 kes.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 15 gundên Êzidiyan li herêma Serêkaniyê û derdora wê ji niştecihên wê vala kirin, 65 xanî û hemû mal û milkên Êzidîyan desteser kirin, 80 xanî li gundê Dawûdiyê û Xirbet Cimo hilweşandin û li şûna wan baregehên leşkerî ava kirin. Her wiha gorên Êzidiyan vekirin û cenazeyên wan derxistin.
Her wiha dagirkeran 400 çeteyên DAIŞ`ê yên iraqî li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kirin, hezar û 400 çeteyên sûrî û malbatên wan ji herêma Idlibê veguhestin herêmê, 78 kes bi tewana xebatê di saziyên Rêveberiya Xweser de, revandin.
=KTML_Bold=BICHKIRINA IRAQIYAN=KTML_End=
Di çarçoveya guhertina demografiyayê de ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, ajansa me di mehên derbasbûyî de bicihkirina malbatên iraqî û malbatên çeteyên DAIŞ`ê li Serêkaniyê belge kir.
Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî di 29`ê Hezîrana 2020`an de derxistina nasnameyan ji koçberên Iraqê yên li herêmê re, ji aliyê meclisa herêmî ya bajarê Serêkaniyê ve, eşkere kir.
=KTML_Bold=LEŞKERKIRINA ZAROKAN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ SÛCEKÎ NÛ YÊ ŞER E=KTML_End=
Artêşa Tirk îsal dest bi leşkerkirina zarokan kir da ku li Sûriyê û derveyî wê şer bikin.
Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) demeke berê raporek amade kiribû û tê de diyar kiribû ku 150 zarokên kêmî 18 saliyê bo Lîbyayê hatine şandin. Di 25`ê Hezîrana îsal de ajansa me wêneyek ji hudnirê bajarê Serêkaniyê wergirt û tê de zarokek bi çeteyên Furqeya 20`an a girêdayî dewleta Tirk çek rakiribû û li gorî çavkaniyên taybet dewleta Tirk û çeteyên wê zarokan bi hejmarên mezin leşker dikin.
=KTML_Bold=SIYASETÊN DIHATIN PÊŞBÎNKIRIN, ÎDYEOLOJIYA TIRKIYÊ NÎŞAN DIDIN=KTML_End=
Muxalîfê sûrî û serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas têkildarî mijarê ji ANHA`yê re axivî û wiha got: Dihat texmînkirin ku artêşa Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî siyasetên ji aliyê wan ve hatin eşkerekirin, pêk bîne. Ew siyaset îdeolojiya hikûmeta wî, hegemonî û quretiya nîjadperest nîşan didin.”
Fîras Qesas wiha domand: Hikumeta Tirkiyê ku itîrafê bi mafê Kurdan ku nasname û tecrubeya xwe li ser erdê derxe, nake. Hikumeteke weke wê amade ye şer û dijminatiyê wekî amûrekê ji bo dagirkirinê û guhertina demografiyê pêk bîne. Ev ji hikumetê dihat texmînkirin û ev yek hate kirin û li herdu bajarên Sûriyê yên dagirkirî û herêmên din ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirn, hîn jî tê kirin.
=KTML_Bold=PILANA TIRKIYÊ JI BO DÎZAYNKIRINA SÛRIYÊ=KTML_End=
Têkildarî armancên dewleta Tirk ji vê yekê, Fîras Qesas wiha got: Dewleta Tirk dixwaze qirkirina çandî li dijî pêkhateyên Kurd li Sûriyê pêk bîne. Ev jî weke berdewamiya siyaseta wê li dijî Kurdên li Tirkiyê ye ya heta niha dewam dike.”
Fîras Qesas di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: Her wiha dixwaze li Sûriyê hegemon be û piştî şoreşa Adara 2011`an de, dixwaze welatekî nû dîzayn bike. Li gorî feraseta xwe ya toranî ya Nostaljiya qonaxqa dewleta Osmanî, dixwaze destê xwe deyne ser welatên Ereban. Vê ferasetê li her derê û di civaka siyasî ya Tirkiyê de belav dike. Em dibînin ew ala xwe li her cihî daliqandine, ew yek nîşaneya nexweşiya “neurosis” a netewperest û radîkal nîşan dide. Di xîtaba xwe de jî vê quretiyê bi kar tînin û vê têgihîştinê di civakê de bê dudilî belav dikin. Ji bo wê jî bi dehan hevokên tirkî yên mezinkirina Tirkiyê bi kar tînin, wekî ku di cîhanê de kesek wekî Tirkan nîn e.”
Fîras Qesas destnîşan kir ku ev dînbûna hatiye avakirin û di nava saziyên dewleta Tirk, çapemenî, sîstema wê ya perwerdeyê û di çîna siyasî de hatî belavkirin, ev hemû dê destdirêjiya li dîroka herêmên me yên dagirkî li Sûriyê weke Serêkaniyê û Girê Spî bi xwe re bîne û hewldanên guhertina nasnameya wan deverên çandî, etnîkî û binpêkirina çanda wê û mîrasê mirovahiyê yê li wir, derkevin holê.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê ya kantona Cizîrê, ji destpêka Serêkaniyê û Girê Sûî û heta dawiya Tebaxa borî, 136 kesan jiyana xwe ji dest daye di nav de 14 jin, her wiha 293 kes birîndar bûne ji wan 74 jin in.
Di sala 2020 – 2021`an li herêma Serêkaniyê û Girê Spî nêzî 121 kes hatin revandin, ji wan 6 jin in. Ev jî beşek ji sûcên dewleta Tirk yên li dijî sivîlên herêmên dagirkirî ye.
=KTML_Bold=HELWESTEKE NAVNETEWEYÎ YA ŞERMOK=KTML_End=
QSD`ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de gelek berdêl dan, di encama serkeftina di vî şerî de gelek dost di cîhanê de qezenc kirin.
Bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê gelek helwest û bertekên gelan hatin diyarkirin. Qesas derbarê helwesta navneteweyî li dijî sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne de ev tişt got: Mixabin hewleta hêzên navneteweyî di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê de cihê şermê ye.
=KTML_Bold=HEVKARIYA AMERÎKA=KTML_End=
Her wiha muxalifê Sûrî û endamê komîteya têkiliyan a MSD`ê Elî Rehmûn jî di vê derbarê de wiha axivî: Operasyonên leşkerî yên êrişên hewayî li ser bajarên Sûriyê û sînorên wê, piştî vekişîna hêzên Amerîka ji wan herêman pêk hat. Ev yek jî hevkariya Amerîka ya ji bo berjewendiyên dewleta Tirk nîşan dide.
Rehmûn wiha domand: Êrişên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi xwe re wêranî anî û hîna jî berdewam e. Li gorî piraniya saziyên navneteweyî ew sûcên şer in, koçberkirin, şerê malan, revand, hewldanên guhertina demografî li kêleka hewldanên avakirina baregehan li derveyî herêmê. Ji wan ên ji Sûriyê ne, ji Iraqê, hin xizmên DAIŞ`yane. Heta niha û tevî peymanên bi aliyê amerîk û rûsî ve, lê dewleta Tirk binpêkirinên herî qirêj li dijî gelê Sûriyê yên li wan herêman pêk tîne.
=KTML_Bold=ÇAVNEBARIYA DEWLETA TIRK BERDEWAM E Û JI BILÎ BERXWEDANÊ RÊ TUNE NE=KTML_End=
Dewleta Tirk êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in û gefên dagirkirinê yên nû li dijî hin herêmên Sûriyê dixwe. Têkildarî berdewamiya dewleta Tirk ji gefan re Fîras Qesas ev tişt got: Çavnebariya dewleta Tirk di welatê me de bi dawî nebûne, li bendê ne ku em weke gelê Sûriyê hêviya xwe ya serkeftinê ji dest bidin û ji wan re rê vekin ku aliyên derve hegemoniya xwe li ser me bimeşînin û îradeya xwe li ser jiyana me ferz bikin.
Fîras Qesas piştrast kir ku dewleta Tirk wê standina her cure derfetê ji Sûriyê bidomîne da ku siyaseta xwe ya qirêj li dijî pêkhateyên herêmê, nexasim kurdan bimeşîne. Divê ji bo têkibirina vê hişmendiya dewleta Tirk a li dijî gelên herêmê, şoreşeke tikî were lidarxistin.[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,417 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 14-05-2023
Bağlantılı yazılar: 15
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 06-08-2021 (5 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: İnsan hakları
Özerk: Rojava
Şehirler: Grê Sipî
Şehirler: Serêkanî
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 14-05-2023 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 14-05-2023 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 2,417 defa görüntülendi
QR Code
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.453 saniye!