Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  585,909
Resim
  124,367
Kitap PDF
  22,117
İlgili Dosyalar
  126,411
Video
  2,193
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,246
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,682
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,747
عربي - Arabic 
44,091
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,681
فارسی - Farsi 
15,863
English - English 
8,531
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,034
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
400
Mekanlar 
76
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
10
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,241
Kısa tanım 
1,996
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,499
PDF 
34,762
MP4 
3,910
IMG 
234,646
∑   Hepsi bir arada 
274,817
İçerik arama
Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî peymaneke li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê ye
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia Kürtçe bilgisi için en geniş çok dilli kaynaktır Kürdistan'ın her parçasında arşivcilerimiz ve çalışanlarımız var.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî
Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî
=KTML_Bold=Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî peymaneke li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê ye=KTML_End=

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, dewleta Tirk hewl dida ji nakokiyên DYA û Rûsyayê sûdê wergire û bakurê Sûriyê, di nav de Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Dewleta Tirk sala 2019'an her du herêm dagir kirin. Gelo mercên wê demê çawa bûn?
9`ê Cotmehê salvegera yekemîn a êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ye.
Di vê dosyayê de ku ji 3 beşan pêk tê, em ê balê bikişînin ser rewşa Sûriyê, bikaranîna dewleta Tirk ya çeteyan ji bo pêkanîna armancên xwe li herêmê, peymanên dualî yên Tirkiye-Rûsya û Tirkiye-Amerîkayê da ku herêmên ji xaka Sûriyê dagir bikin, her wiha rewşa mirovî ya ji ber êrişên dagirkeriyê û rola wê di zindîkirina çeteyên DAIŞ'ê de.
=KTML_Bold=DEWLETA TIRK Û ALOZIYA SÛRIYÊ=KTML_End=
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di Adara 2011'an de, dewleta Tirk xwe xist xeta bûyeran, desteka çek û diravî da komên çekdar û baregehên leşkerî ji bo perwerdekirina wan di xaka xwe de ava kir, bi vê sûd ji pereyên Qeter û Erebistana Siûdî wergirt. Di heman demê de li ser xeta sînor kamp ji bo welatiyên Sûriyê ava kirin da ku wan teşwîqî koçberiyê bike û piştre wan bi kar bîne.
Gelek caran serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ê niha, ku wê demê serokwezîr bû, digot ew ê li Mizgefta Emewî ya li Şamê nimêj bikin, bi vê gotina xwe dida nîşandan ku ew ê Sûriyê dagir bike.
Plana dewleta Tirk gelemperiya xeta sînor a Sûriyê kir hedef. Bajarê Serêkaniyê şahidê êrişên Mijdara 2012'an ên çeteyên Cebhet El-Nusra û komên din e ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirin.
Hevgirtina pêkhateyên Serêkaniyê li derdora şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) planên dewleta Tirk yên bi rêya çeteyan têk birin. Piştî şerê ku zêdetirî 7 mehan dewam kir, Serêkaniyê ji çeteyên dewleta Tirk hate rizgarkirin.
Piştî mudaxeleya Rûsyayê ya rasterast û piştgiriya wê ji hikumeta Şamê re di Îlona 2015'an de ku bû sedema binkeftina komên çete yên dewleta Tirk, bi taybet binkeftina wan a li bajarê Helebê, ev binkeftin nuqteyeke girîng di aloziya Sûriyê de bû.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Burkana Firatê, êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên Îlona 2014'an ên li ser kantona Kobanê têk birin. Binkeftina DAIŞ’ê li Kobanê binkeftina duyemîn a planên dewleta Tirk ye, piştre herêmên din mîna Girê Spî jî ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Bi avabûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re di Cotmeha 2015'an de DAIŞ hêdî hêdî ber bi hilweşînê ve çû û çeteyên dewleta Tirk ên li herêmên din ên Sûriyê deverên ku dagir kiribûn, ji dest çûn.
Li ser vî esasî, dewleta Tirk rêbazên xwe yên ji bo dagirkirina Sûriyê guhertin. Piştî ku banga hilweşîna rejîmê kir bi Rûsya û Îranê re yên ku destekê didin hikumeta Şamê hevbendî da avakirin. Di vê çarçoveyê bi Rûsyayê re peyamaneke îmze kir ku dest ji herêmên di bin serweriya çeteyan wê berda da ku rê jê re bê dayîn ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Li gorî wê dewleta Tirk Cerablus û Bab sala 2016'an dagir kirin û ji bo planên xwe temam bike bi Rûsya û Îranê re di destpêka 2017'an de Hevbendiya Astanayê ava kir. Li ser vê yekê çeteyên xwe ji herêmên Sûriyê vekişandin û li Idlibê kom kirin da ku planên xwe yên dagirkirina herêmên sînorî yên ku piraniya xwe Kurd lê dijîn, dagir bike û ji xaka Sûriyê qut bike, mîna ku berê ku li Lîwa Îskenderonê pêk anîbû.
Dewleta Tirk bi peymana bi Rûsyayê re kantona Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de dagir kir û li beramberî vê çeteyên xwe ji Xûtaya Şamê, gundewarên Himis û beşên ji Hemayê vekişandin.
=KTML_Bold=PLANA ÊRIŞA LI SER SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ=KTML_End=
Piştî ku Efrîn dagir kir û ji ber bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên wê û binkeftina DAIŞ'ê di Adara 2019'an de gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.
QSD'ê ji bo ku rê li ber hincetên rejîma Tirk ên êrişên li ser herêmê bigire, nemaze ku dewleta Tirk îdia dike ku hebûna QSD'ê gefan li ewlehiya sînorê wê dixwe, ji DYA ku hevalbendê dewleta Tirk yê NATO'yê ye, xwest ku bibe navbeynkar.
Piştî dan û standinên di navbera Tirkiye û DYA'yê de ku 3 rojan dewam kir û 7'ê Tebaxa 2019’ê encamên wê hatin ragihandin, bi lihevkirina avakirina herêma ewle encam da.
QSD'ê li ser zimanê fermandarê xwe yê giştî Mezlûm Ebdî di civînekê de ku li bajarê Hesekê pêk hatibû, li pêşiya berpirsyarên leşkerî yên DYA'ê axivî û diyar kir ku hêzên wan dê hemû hewldanên xwe bikin da ku lihevkirina DYA û dewleta Tirk bi ser bikeve.
Li gorî lihevkirinê, herêma ewle û odeyeke operasyonên hevbeş ji her du aliyan werin avakirin, her wiha dewriyeyên Amerîka û Tirkiyê li herêma ji bajarê Serêkaniyê û Girê Spî bi kûrahiya 5 heta 9 km werin meşandin. Lihevkirin di 8'ê Îlona 2019'an de bi meşandina dewriyeya hevbeş li gundewarên bakurê rojavayê Girê Spî ket meriyetê, 12 alavên leşkerî yên her du aliyan dewriye pêk anîn.
Hemwextî meşandina dewriyeyê, QSD'ê hemû çekên xwe yên giran û şervanên xwe ji herêmên sînor vekişandin. Koalîsyona Navneteweyî ev yek piştrast kir. Meclisên leşkerî yên herêmî bi çavdêriya hêzên Amerîkayê xendek, senger û baregehên xwe yên leşkerî rûxandin.
Berpirsên leşkerî yên QSD'ê diyar kir ku di çarçoveya pêkanîna lihevkirina dewleta Tirk û Amerîkayê û ji bo parastina herêmên ji êrişên Dewleta Tirk wan hêzên û çekên xwe ji herêmên sînor vekişandin û ji meclisên leşkerî yên herêmê re hişt.
=KTML_Bold=VEKIŞÎNA AMERÎKAYÊ Û ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK=KTML_End=
Di 6'ê Cotmehê de Serokê Amerîkayê Donald Trump vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê ragihand.
Ev biryar ji bo hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê şok bû. Lê Trump piştî peywendiyeke telefonê bi Erdogan re ev biryar da, xwest ku dewleta Tirk vegerîne hembêza xwe, piştî ku di hembêza Rûsyayê de bû û pergala parastina asîmanî ya S-400 jê kirî.
Li Amerîkayê ev biryar rastî nerazîbûnê hat. Di navbera Wezareta Karên Derve, Koşka Spî û Pentagonê de nakokî derket. Di encamê de wezîrê parastinê yê DYA'ê Jim Mattis, dûre nûnerê amerîkî yê Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ li Sûriyê Brett McGurk di Kanûna 2018`an de beriya ragihandina têkçûna DAIŞ`ê di sala 2019`an de li Baxozê îstîfa kirin.
Her wiha fermandarê berê yê hêzên DYA'yê li Rojhilata Navîn general Joseph Votel, serokê DYA'yê tawanbar kir ku dev ji hevalbendên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk berda ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de xwedan roleke diyarker in.
Piştre, dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi balafir, tank û obusan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di êrişên bejahî de jî çeteyên Cebhet El-Nusra yên ku navê bi Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê guhertin, bi kar anîn.
Şervanên QSD'ê ku ji Kurd, Ereb û Suryanan pêk tên, di nava 9 rojan de berxwedaneke mezin raber kir heta ku DYA û dewleta Tirk di 17'ê Cotmehê de gihîştin agirbestê ku 5 rojan dewam kir.
Piştî serdana serokkomarê dewleta Tirk ji Rûsyayê re û hevdîtina wî bi Pûtîn re di 22'yê Cotmehê de, her du aliyan (Rûsya û dewleta Tirk), li ser agirbestê li hev kir. Piştre QSD û hêzên rûsî li ser belavkirina polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên hikumeta Şamê li ser xeta sînor li hev kir.
Li ser vê, hêzên sînor ên girêdayî hikumeta Şamê di 23'yê Cotmehê de li dirêjehiya xeta sînor belav bûn.
ÇIMA 9'Ê COTMEHÊ?
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser herêmê di dîrkoka 9'ê Cotmehê de ne tesaduf e. Di vê dîrokê de sala 1998'an de, hêzên hegemon ên modernîteya kapîtalîst komployeke navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anî ku ji Sûriyê derxist û di 15'ê Sibata 1999'an de radestî dewleta Tirk hate kirin.
Ev êriş di salvegera 21'an a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de dest pê kir. Êriş berdewama komploya navneteweyî ya li ser ramanên rêber Abdullah Ocalan ku projeya wî ya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê pêkanîn.
QSD'ê ji bo parastina mirovahiyê û cîhanê ji terora DAIŞ'ê berdêlên giranbuha dan. Vê berxwedanê hişt ku dostên wê li cîhanê pir bibin û li hemû êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê refleks nîşan dan.
Dewletên Ewropa, di serî de Fransayê, rayedarên partiyên li Amerîka û Ewropayê û welatên ereban û Komkara Erebî bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê dan.
=KTML_Bold=REWŞA HUNDIR A TIRKIYÊ Û BINKEFTINA PROJEYÊN WÊ YÊN DERVE=KTML_End=
Rejîma Tirk ji bo ku hebûna xwe li ser desthilatê mayînde bike, her tim bi hestên neteweyî dilîze. dewleta Tirk di hundir de tengijiye, bi taybet piştî operasyona qirkirinê ya ku piştî hewldana derbeyê ya sala 2016'an de. Li aliyekî din aboriya wê hilweşiyaye û nirxê pereyê wê ketiye. Dîsa jî di nava AKP'ê de parçebûnek çêbûye. Ev hemû encamên siyasetên wê yên şaş in.
Li kêleka vê ji ber binkeftina siyasetên wê yên li derve û projeyên wê yên destwerdana li Misir, Tûnis, Sûdan û Sûriyê, êrişên li dijî gelên herêmê da destpêkirin da ku çavê tirkan ji pirsgirêkên hundir bigire.
=KTML_Bold=PROJEYA TIRKIYÊ LI HERÊMÊ=KTML_End=
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid ê ji Girê Spî, bal kişand ser armancên rejîma Tirk ên li herêmê û got: A ku Erdogan û Osmaniyên Nû dixwazin, ev e ku qada erdnîgariya Tirkiyê berfireh bikin, herêmê tirkî bikin, niştecihên wê koçber bikin. Her wiha beşek nû ya planên Osmanî ji axa Sûriye û Iraqê, jî Keseb, derbasî Helebê, û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heya Kerkûk û Mûsilê tev li Tirkiyê bikin.
El-Ebid destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiye mudaxeleya aloziyê kir û hewl da projeya xwe ya Îxwanê pêk bîne û beşên din ên Sûriyê tev li nexşeya Osmanî bike, ji bo pêkanîna van planan kaxeza koçberên li kampên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê bi kar tîne.
El-Ebid da zanîn ku dewleta Tirk tevgera gelê Sûriyê ya aştiyê veguherand şerê çekdar, sînorekî bi temamî ji bo derbasbûna çeteyan, çek, madeyên teqemeniyê û alavên şer vekir û navên cuda û ola îslamê ji bo hedefgirtina xaka Sûriyê bi kar anî.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid da zanîn ku dewleta Tirk naxwaze demokrasî û projeya Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhate, eşîrên Ereb, Kurd, Asûr û Tirkmen di nav xwe de digire, bi pêş bikeve û hewlehî li herêmê pêk were, ji ber vê piştî ku êrişên wê yên bi rêya wekîlan têk çûn, bi xwe ket dewreyê.[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 2,440 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 16-05-2023
Bağlantılı yazılar: 57
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 06-02-2020 (6 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Siyasi
Özerk: Rojava
Şehirler: Grê Sipî
Şehirler: Serêkanî
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 16-05-2023 kaydedildi
Bu makale ( Emir Siracedin ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Emir Siracedin tarafından 16-05-2023 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 2,440 defa görüntülendi
QR Code
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.407 saniye!