Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  582,065
Resim
  123,222
Kitap PDF
  22,020
İlgili Dosyalar
  124,348
Video
  2,187
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
396
Mekanlar 
73
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,235
Kısa tanım 
1,992
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hepsi bir arada 
271,560
İçerik arama
AZADIYA BÊ SÎNOR
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia her Kürt birey için kamusal bilgi edinme hakkını garanti eder!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Jina Kurd
Jina Kurd
=KTML_Bold=AZADIYA BÊ SÎNOR=KTML_End=
=KTML_Underline=Rozan STAR=KTML_End=

Ji desthilatiya nêrane (eril) ya pênc hezar salî hevberdan û di vê yekê de xwe gihandina eşqê xeyal nîn e, berovajiyê vê, arezû û daxwaziya jinê ye. Eger eşq, kelecana ku ji zimanê avabûnê yê gerdûnê tê hiskirin be, hebûna herî nêzîkê wê ku jin bixwe ye, li ser vî bingehî êdî em dizanin ku jin, lêgerînwanê eşqê yê bêdawî ye. Li ser vî bingehî asta azadî û curbicurbûnê bidestxistin, ji bo azadiya jinê yek ji wan esasên herî girîng e. Ji wan niqaşên ku em didin meşandin, ev rastî derdikeve holê. Di vê mijarê de her çiqas nîqaş têne meşandin, çavên jinan rastiyên nû dibînin. Di hindirê wan çavan de, kûrahiyeke ku ji watedayin, hiskirin û dîtina rastiyên mezin tê, heye. Ew çav, bi biranînên şahîdiya dîrokê dagirtî ne. Ma gengaz e ku mirov şahîdiya dîroka qesabxaneyên bi xwîn neke û xwedî hafizayekî bi êş nebe? Ew litûfa zekaya nerm a ku xwezayê daye me, em ê bi çi awayî veguherînin qesabxaneyekî bi xwîn û dînemêriya bersivdayînê rave bikin? Di vê mijarê de lêpirsînên ku têne kirin, tenê aîdê dihû nîn in, êşên bê hemta yên roja me ya îro jî di xwe de radigirin.
Mirovê ferzane wiha dibêje; “dîrok niha ye, em jî di kûrahiyên dîrokê de ne”... Pênc hezar sal in ku dîrok bûye gola xwînê û ev çav jî pênc hezar sal in şahîdiya vê yekê dikin. Di mekan û zemanên cuda cuda de, lê belê bêyî ku naverok û cewherê wê biguhere, bi awayekî bêdeng û sakit berdewam dike. Hinek caran eger dengeke cuda jî derbixe, desthilatiya nêrane vê yekê nabîne û nabihîse. Di dîrokê de jî nayên nivîsandin, eger bêne nivîsandin jî xelet têne nîvîsandin. Êşên dîrokê yên ku jin dijîn, wekhev in. Bi serê jinê de bûyerên weke; şewitandin, daliqandin, recmkirin, heqaret lê kirin û hwd. tînin. Tişta herî biêş jî ew e ku, ev yek weke çarenûsekê tê pejirandin. Her weke ku mirov hinek kodan li computerê barbike, ev jî wisa ye. Computer bi wan kodan vedibe, bi wan kodan re jî kar dike. Heya ew kod neyên vekirin, kar nayê kirin. Wê demê êdî jin nabe jiyan û di navbera çar dîwaran de hatiye asêkirin, deng û bêhna wê lê hatiye çikandin. Her tim weke hinek kesên din bûyîn, ayîdê wan bûyîn û ayîdê xwe nebûyîn weke heqîqetekê di mejiyê wê de hatiye bicîhkirin. Eger tu ji vê yekê derbikevî, ji bilî mirinê ti şansekî te tine ye (mebest li vê yekê ew e ku, kuştina fîzîkî, rihî ye û her roj hewl didin ku bikûjin). Dibe ku ez niha rastiyên ku têne zanîn dubare dikim, lê belê xwe gihandina rastiya vê yekê pir girîng e. Ketina ferqa vê yekê, ji bo ku mirov têbikoşe, hecetekî pir cidî ye.
Di bingeh de, rastiya dîrokî ya ku her jinek tîne ser ziman, îfade dike. Her kes difikire ku tenê êşên ku bixwe jiyan kirine, êşên tekane ne û kesên din êşên bi vî awayî nekişandine. Lê, dema ku ferd kesayeta xwe tehlîl dike, nû nû pê dizane ku ev yek weke sîstemekê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî, çîroka me hemûyan kêm an jî zêde dişibe hev. Ji ber ku em hemû di nava heman çerxê de derbas bûn. Ji ber vê yekê jî, her jin, weke awêneya (eynik) jineke din e. Di navbeyina jinan de kendal avakirin, xefika zîhniyeta nêrane ye. Pêhesiyana yekem a jinê ya di derbarê van lîstokan de, gava yekem a li dijî sîstemê derketinê ye jî. Êşên guherandina sîstemê û ji bo ku sîstem jî bê guherandin, bi îdîabûn, bi biryarbûn û xwedî ezîmbûn, niha rojeva bingehîn a jinê ye. Ji bo ku keseke din di nava vê çerxê de parçe parçe nebe, têkoşîn û keda vê yekê dayîn, mirov dikare bibêje xwe gihandina xweşikahiya jiyanê ye jî. Hevciviyana jinên Rojhilata Navîn ku di bin vê xweşikahiyê de pêkhat, têkoşîna ji desthilatiya nêrane ya pênc hezar salî û vegera li cewherê xwe ye. Li çiyayên Kurdistanê ev têkoşîn bi salan e tê meşandin û niha jî fêkiya xwe ya herî xweşik jî di qirîna jinên ku bûne xwedî xebatekî kûrewî de dibîne. Ya ku em jê re dibêjin eşq, ango bi wê kelecana ji zimanê gerdûnê yê avabûnê tê hiskirin re! Di vir de rastiya xwe peydakirin, li cewherê xwe vegerîn, tişta sade jiyankirin û li bilindahiyan gihîştina hev pêk tê. Çawa ku xweza xwe dixemilîne û xwe radixe pêşberê me, ez dibêjim ku, êdî di van çavan de li gel qesabxaneyên xwînawî divê eşqa azadiyê jî bibîne, divê vê yekê bike heceta jiyanê, dev ji giriyê berde û bikene.[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 3,522 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://pkk-online.com/ - 06-12-2023
Bağlantılı yazılar: 76
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 00-00-2021 (4 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Kadınlar
İçerik Kategorisi: Edebi
Özerk: Kurdistan
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık ئەڤین تەیفوور tarafından 06-12-2023 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son ئەڤین تەیفوور tarafından 31-10-2025 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 3,522 defa görüntülendi
QR Code
Bağlantılı dosya - Sürüm
Tür Sürüm Editör Adı
Fotoğraf dosyası 1.0.1101 KB 06-12-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.562 saniye!