Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  587,106
Resim
  124,590
Kitap PDF
  22,129
İlgili Dosyalar
  126,859
Video
  2,194
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
400
Mekanlar 
78
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar (dergiler, gazeteler, web siteleri, medya kuruluşları vb.) 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
10
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,241
Kısa tanım 
1,996
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hepsi bir arada 
275,377
İçerik arama
Girê Dinxe yê Şinoyê û şaristaniyeke çar hezar salî
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia her Kürt birey için kamusal bilgi edinme hakkını garanti eder!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Girê Dinxe yê Şinoyê û şaristaniyeke çar hezar salî
Girê Dinxe yê Şinoyê û şaristaniyeke çar hezar salî
=KTML_Bold=Girê Dinxe yê Şinoyê û şaristaniyeke çar hezar salî=KTML_End=
Şino

Bajarê Şinoyê gelek#şûnwar# ên dîrokî hene ku piraniya wan bi tablo an jî tenê bi nivîsekê hatine diyarkirin. Ti alî an jî saziyeke li Îranê lêkolîn li ser wan nekiriye. Ew jî bi xwe sûdek e ji bo neteweya kurd. Li başûrê rojhilatê wî bajarî girek heye ku dîroka wî bo bêhtir ji 3500 salan berî niha vedigere.
Ev gir dikeve orta deşta Şinoyê. Ji ber ku çardora bajar bi çiyayên bilind û nizm hatiye girtin. Derbarê wî girî de gelek lêkolîn nehatine kirin, lê zanyariyên ku li ber dest in vê yekê nîşan didin ku sala 1314an ya rojî wate 1935ên mîladî arkeologekî brîtanî bi navê (Sir Aural Stein) tevî komîteyeke arkeolojiyê ya Îranê serdana #Şinoyê# kiriye û lêkolîn li ser wî girî kirine.
Ev lêkolîn ji ber şoreşa gelên Îranê ya sala (1357ê rojî) nehatine temamkirin û dîrokeke veşartî tê de heye ku nehatiye eşkerekirin û destê kesî negihaye vê dîrokê. Ev gir ji aliyê wî arkeologê brîtanî bi cîhanê hat nasandin.
Berî şoreşa 1357an a rojî ew gir gundek bû û xelk lê dijiyan. Lê piştre ji ber siyaseta desthilatdarên Îranê, şêniyên gund neçar bûn ku wî gundî vala bikin. Heta niha jî şûnwarên wî gundî diyar in. Rûbarê Gaderê bi rex gund re derbas dibe û gelek kanî lê hene, ev av bûye sedem ku erd û zeviyên derdora gund avedan û bi xêr û bereket bin.
(Sir Aural Stein) di lêkolînên xwe de behsa wê yekê dike ku ew girê dîrokî ji du beşan pêk tê ku vedigere bo du qonaxên berî Îslam û piştî Îslamê. Ev dibêje ku ew gir ji çend tebeqeyan pêk tê ku her tebeqeyek di qonaxeke dîrokê de cihê jiyana mirovan bû. Giringiya wî girî bêhtir bo qonaxa berî Îslamê ye.
Dema ku Stein karê arkeolojiyê li ser wî girî dikir gorek dîtiye ku du cenaze tê de bûn, yek ji wan rûniştî bû û yê din dirêjkirî bû. Li bin serê yek ji wan cenazeyan xencereke misî hebû û li ser zikê cenazeyê din, helqeyeke hesin û hin kûpik û kelûpelên din weke kaşiyan. Stein di vê baweriyê de bû ku dîroka wê gorê vedigere bo 4000 salan berî Mîladê.
Ev lêkolînên din ku her Stein kirine, behsa wê yekê dikin ku paşmayên Serdema Kevirîn li ser wî girî hene û wê demê hin kes li ser wî girî nîştecî bûne. Li nêzî wî girî çend girên din hene ku girê Mize ji hemûyan navdartir e. Rûspî û kesên bi temen ên wî bajarî dibêjin ku Miz wateya Bacê ye ku ew gir cihê wergirtina Bacê ji xelkê bû.
Ji ber ku ew gir gelek kevin e, herdem kesên berjewendîxwaz çavê xwe berdane wî girî û gelek bi xerabî ew kolandine ku bikarin paşma an kelûpelên kevnar bibînin û pereyekî bi dest bixin. Lê ne wan kesan kariye tiştekî bi dest bixin û ne desthilatê rê li ber wan kesan girtiye ku wan şûnwarên dîrokî têk bibin.
Piraniya kesên mijûlî kolandina wî girî ne ew kes in ku desthilat piştîvaniya wan dike. Heta niha bi fermî ji aliyê saziya Mîrata Çandî ya Îranê û Parêzgeha Urmiyê ve ev gir nehatiye parastin, tenê tabloyek li ser wî girî hatiye daliqandin ku behsa dîroka wî girî dike. Derbarê wî girê dîrokî de Stein û hevkarên wî encama lêkolînên xwe di pirtûkekê de bi navê Şaristaniya Dinxe çap kirine. Piştî 50 salan ev pirtûk ji aliyê du kesan bi navên Semed Elîyûn û Elî Sedrayî hate weşandin. Ya ku piştî ewqas salan ev lêkolîn di nava pirtûkekê de tê çapkirin û weşandin bi xwe dibe cihê pirs û gumanan.
Wergêrên vê pirtûkê dibêjin ku berî girê Hesenlû yê li Nexedeyê, wî girî bala wan arkeologan kişandiye, her ji ber wê dema ku destê wan digihêje wî girî her zû dest bi lêkolînê dikin. Her di destpêka lêkolînên xwe de raporekê dinivîsin ku beşa berî Îslamê ya wî girî beşa herî giring e, dîrokek kevin a wî girî heye ku heke bikarin li ser kar bikin dê zanyariyên gelek baş ên dîrokî eşkere bibin.
Zanyariyên ku derbarê wî girî de hene tenê ev zanyarî ne ku di vê pirtûkê de hatine çapkirin. Saziya Mîrata Çandî rê nade ku ti aliyek di bin her navekê de be li ser wî girî kar bike. Heta grûpeke arkeologan daxwaz kirin ku karekî wek karê ku Stein kiriye bo beşê piştî Îslamê yê wî girî bikin lê karbidestên Îranê rê bi wî karî nedan û li dij derketin. Ji ber wê xuya dibe ku ew gir çiqas bo neteweya kurd giring e ku wisa rê li ber lêkolîn û eşkerekirina dîroka wê tê girtin.
[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 1,098 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://kurdshop.net/- 12-01-2024
Bağlantılı yazılar: 5
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 09-09-2023 (3 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Tarih
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 12-01-2024 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 12-01-2024 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 1,098 defa görüntülendi
QR Code
Bağlantılı dosya - Sürüm
Tür Sürüm Editör Adı
Fotoğraf dosyası 1.0.220 KB 12-01-2024 Aras HisoA.H.
Fotoğraf dosyası 1.0.1114 KB 12-01-2024 Aras HisoA.H.
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.937 saniye!