Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  585,198
Resim
  124,176
Kitap PDF
  22,100
İlgili Dosyalar
  126,067
Video
  2,193
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
399
Mekanlar 
76
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
9
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,238
Kısa tanım 
1,995
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hepsi bir arada 
274,249
İçerik arama
Li dijî terora netewe-dewletê têkoşîna PYDʹê ya 20 salan
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia bir mahkeme değildir, ancak araştırma ve bilgi toplama için veri hazırlar.
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li dijî terora netewe-dewletê têkoşîna PYDʹê ya 20 salan
Kısa tanım

Li dijî terora netewe-dewletê têkoşîna PYDʹê ya 20 salan
Kısa tanım

Li dijî terora netewe-dewletê têkoşîna #PYD# ʹê ya 20 salan

Di 20 salên xebat û têkoşîna ji bo xurtkirina têgeha neteweya demokratîk û çareserkirina pirsgirêka Kurdî de, PYD'ê hewl dide civakeke exlaqî û siyasî bigihîne, her wiha jîngeheke demokratîk û pergaleke nenavendî, hemwextî tevliheviya li Rojhilata Navîn, biafirîne.
Li dijî terora netewe-dewletê têkoşîna PYDʹê ya 20 salan
20'ê Îlonê salvegera 21'emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye. Di vê raporê de ajansa me sedem û girîngiya damezirandina PYDʹê û rewşa qonaxa berî damezirandina wê parve dike. Her wiha di raporê de bal li ser konferansên ku partiyê li dar xistine û helwesta wê ya ji bo çareserkirina krîzên li Rojhilata Navîn tê kişandin.
HÊMAN, PÊWÎSTÎ Û QONAXA BERIYA DAMEZRANDINÊ
Rewşa Sûriyeyê jî ji tevahî aliyan ve wek a dewletên din ên Rojhilata Navîn e. Ji dema damezirandina dewleta Sûriyeyê ve her tim rewş tevlihev û ne aram e. Jixwe dewletên mêtinger û împeryalîst nexasim Brîtanya û Fransa, li pişt damezirandina dewleta Sûriyeyê ne.
Sûriyê wek hemû dewletên Rojhilata Navîn çêja azadiyê nekiriye. Têgeha netew-dewletê ji hêman, sedem, encamên trajîk û nalîn, êş, axîn û trajediyên gelên herêmê bû. Ew têgeh bû sedema binavkirina Sûriyê bi nave Komara Erebî ya Sûriye. Di Sûriyeyê de kaosa rêvebertî, serokatî û desthilatê ji hêla zihniyeta neteweperestî û destûrê li ser pîvanên Partiya Baasê, qanûnên awarte, cezayên urfî çêbûn. Siyasetên tundî, hêz û terorê hatin ferzkirin. Diyardeya şuxulandinê, simsar, bertîl û qedexeya ziman û çandan bi taybet Kurdî hatin ferzkirin. Van tiştên me bi bîr xistine bûn sedema avakirina zemîna neqebûlkiirina rewşê û lênegerîna li altarnatîvan.
Li ser asta Rojavayê Kurdistanê, rewş dijwartir bû. Siyasetên qirkirina çandî û fîzîkî dihatin meşandin. Di navbera her 4 dewletên Kurdistan dagir kirine de tevahî peyman û lihevkirinê dihatin îmzekirin, nexasim peymana Edeneyê. Têgehên hebûna Kurdî û Kurdistanî dihatin înkarkirin. Bikaranîna ziman û çanda Kurdî dihatin qedexekirin, azadî dihat astengkirin. siyasetên Erebkirinê dihatin meşandin. Di kembera Erebî de bi taybet di serjimariya bedbîn a 1962ʹyan de bi sed hezaran Kurd ji nasnameyê bê par hatin hiştin. Di Kembera Erebî de navên gundên Kurdî hatin Erebkirin, navlêkirina zarokan bi navên Kurdî jî dihat qedexekirin. Nedihiştin partiyên Kurdî, ji bo nûnertiya gelê xwe bikin, beşdar hilbijartinan bibin. Bi kurtasî, ev rewşa gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistan a berî Şoreşa 19'ê Tîmehê bû.
KONFERANSA DAMEZIRÎNER A PYD'Ê
Hêvan û cewhera hemû êş û azarên navborî ku gelê Kurd tê re derbas bûne hişt ku di 20'ê Îlona 2003'yan de damezrandina PYDʹê bê ragihandin.
Xelkê Rojava ji îdarî û cebhewiyan erkê amadekirina damezrandinê hilda ser milê xwe. Çend mehan amadekariya damezrandinê dihat kirin. Gelek nîqaş, diyalog û nêrîn hatin kirin û di dawiyê de xwe spart mîrasa şoreşgerî ya şehîdên Rojava.
Di kongreyê de bi dehan şêniyên Rojava ji kadro, cebhewî û îdarî amade bûn. Kongre hefteyekê giştî bi diyalogan dewam kir. Di kongreyê de Zerdeşt Haco wek serokê partiyê û 25 endamên bo meclisa partiyê hatin hilbijartin.
Ji encamnameya kongreya damezirîner:
Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
Erêkirina bernameya siyasî û rêziknameya partiyê.
Amadekirina destûreke nû ya demokratîk, pêşxistina sîstema parlamentoyî ya Sûriyeyê li ser bingeha pirrengî, nenavendî û demokrasiyê û berfirehkirina rêxistinkirina partiyê li derveyî welêt.
Xurtkirina rêxistinkirina jinan û perwerdekirina kadroyan di aliyê îdeolojî de û destekdayîna malbatên şehîdan.
KONGREYA 2'YEMÎN A PYD'Ê
Piştî têkoşer û damezrînerên PYDʹê şehîd Meysa Baqî (Şîlan), 4 hevrêyên wê Zekeriya Îbrahîm, Hikumet Tokmak (Fûad), Nebo Elî (Cemîl) û Hacî Cuma Elî (Ciwan) di 29ʹê mijdar 2004ʹan de bi komployeke îstîxbaratî bi destên îxanetê hatin şehîdxistin, kongreya 2ʹyemîn hat lidarxistin. Kongreya 2ʹyemîn a PYD'ê weke safîkirina partiyê ji nexweşiyên tesfiyekirin û sekna li hember xiyanetê hat lidarxistin.
Piştî çend mehan ji damezirandina partiyê, li Rojava serhildanek dest pê kir (Serhildana Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an). Ew serhildan pêwist bû ku bibe şoreşeke Sûriyeyê û bihara rastîn a Rojhilata Navîn, lê belê durûtî û xapandina hêzên herêmî û navneteweyî, derxistina fîtneyê, girtina kadroyên partiyê û îşkencekirinê hişt ku ew yek nebe. Di 2'yê Tebaxa heman salê de jî endamê meclisa partiyê Ehmed Hisên (Bavê Cûdî) di bin îşkenceyê de şehîd bû û aqûbeta rêvebera partiyê Nazlî Keçel jî heta niha ne diyar e.
Di nava van tevahî rewşan de û bi dirûşma jinûve avakirina partiyê li ser şopa şehîd Şîlan û hevrêyên wê û rastkirina rêveçûnê, di 10'ê Sibata 2005'an de bi amadebûna 150 deleqeyî kongreyek hat lidarxistin. Di kongreyê de Fûad Omer wekî serokê partiyê û 25 endamên partiyê hatin hilbijartin. Her wiha biryara damezirandina Komîteya Dîspilînê hat dayîn.
KONGREYA 3'YEMÎN A PYDʹÊ
Her du kongreyên 2'yemîn û 3'yemîn gavên herî mezin ên rastkirina rêveçûna partiyê, xurtkirina têgeha rexne û rexnedayînê, hesabxwestin, pêkanîna felsefeya neteweya demokratîk û xwespartina li xeta sêyemîn bûn. Divê ew yek li gorî têgeha Rêber Abdullah Ocalan a avakirina civaka exlaqî, siyasî û ekolojî ku tê de azadiya jinan parastî be, pêk were.
KONGREYA 4ʹEMÎN A PYDʹÊ
Di kongreya 4'emîn de ya ku di 27'ê Adara 2007'an de û 3 rojan dom kir, careke din Fûad Omer bû serokê partiyê û 25 endamên meclisê hatin hilbijartin. Di kongreyê de li gorî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan plansazî ji bo birêxistinkirina gel bi rêya komîn û meclisan hat danîn. Lê belê ew plansazî nehat pêkanîn. Ji ber ku Partiya Bassê gelek hemeleyên girtinê li dijî kadroyên partiyê li dar xistin. Di hemleyê de Partiya Bassê Osman Dadilî girt û di 18ʹê Sibata 2008ʹan de ji ber îşkenceyê Osman Dadilî şehîd bû.
KONGREYA 5'EMÎN A PYDʹÊ Û PERGALA HEVSEROKETIYÊ
Kongreya 5'emîn a partiyê di 16'ê Hezîrana 2012'an de li hola Birc El Ehlam a Qamişlo bi dirûşma Ji Sûriyeya demokatîk û azad ber bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ve li dar ket. Di kongreyê de 2 hezar endam û mêvan beşdar bûn.
Di kongreyê de pergala hevseroketiyê hat erêkirin, Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserok. Her wiha di rêxistin, rêvebirin û perwerdeyê de guhartineke şoreşgerî hat çêkirin. Her wiha amadekarî ji bo avakirina projeya Rêveberiya Xweser û damezirandina komîn û meclisan hat kirin.
KONGREYA 6'EMÎN A PYPʹÊ Û YEKRÊZIYA KURDISTANÎ Û SÛRIYEYÎ
Di 20'ê Îlona 2015'an de kongreya PYDʹê ya 6'emîn li bajarokê Rimêlanê li dar ket. Di kongreyê de 70 pêşengên partiyê û hêzên siyasî di serî de pêşengê Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanî (YNK) Mela Bextiyar, şandiyên ji Fransa, Danmark, Norwîc, Tûnis, Misr û Sûdan û şandiyên partiyên Kurdî yên Rojava û partiyên opozîsyona Sûriyeyê beşdar bûn.
Di kongreyê de gelek biryarên ji bo yekrêziya Sûriyeyê yên têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyeyî hatin dayîn. Her wiha bi hemû aliyên Kurdî yên Sûriyeyê û yên parçeyên din re têkilî hat kirin. Biryarên ji bo rêgirtina li ber penaberiya li Kurdistanê ku bandorê li pêkhateyên Mezopotamyayê bi giştî û gelê Kurd bi taybetî dike, hatin dayîn.
Di dawiya kongreyê de beşdaran Asya Ebdullah û Salih Muslim careke din wek hevserokên partiyê hilbijartin. Her wiha 37 endamên meclisa partiyê hatin hilbijartin, ji wan 16 jin bi rêjeya ji sedî 43 di meclisê de beşdar bûn.
KONGREYA 7'EMÎN Û FEDERALIYA SÛRIYEYÊ
Di 27 û 28'ê Îlona 2017'an de kongreya 7'emîn a PYDʹê li kantona Cizîrê bi dirûşma Ji Rojavaya azad ber bi fedraliya Sûriyeya demokratîk ve li dar ket. Di kongreyê de 450 endam ji hemû partiyên hundir û derve beşdar bûn.
Beşdaran Ayşe Hiso û Şahoz Hesen wek hevserok hilbijartin, her wiha 49 endamên meclisê ji wan 20 jin, hatin hilbijartin.
KONGREYA 8'EMÎN A PYPʹÊ Û RIZGARKIRINA HERÊMÊN SÛRIYEYÊ YÊN DAGIRKIRÎ
Kongreya 8'emîn a PYDʹê di 24ʹê Sibata 2020ʹan de li bajarê Rimêlanê bi dirûşma Bi yekitiya demokratîk em dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeya demokratîk ava bikin hat lidarxistin. Di kongreyê de 650 endam beşdar bûn, her wiha Ayşe Hiso û Enwer Muslim bûn hevserok û 90 endamên meclisê û 7 endamên Komîteya Dîspilînê hatin hilbijartin.
Ji encamnameyên girîng ên kongreyê:
Çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê.
Vekirina akademiyeyên nû, perwerdekirina endaman û pêşxistina hevkariyê.
Rizgarkirina herêmên dagirkirî bi hemû rêbazên siyasî û dîplomasî.
Di çarçoveya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de xebitîna ji bo lidarxistina Kongreya Niştîmanî ya Giştî li Sûriyeyê.
KONGREYA 9'EMÎN A PYPʹÊ Û GIRÎNGIYA XWEPARASTINÊ
Di 18'ê Hezîrana 2022'yan de kongreya 9ʹemîn a PYDʹê li bajarê Hesekê bi dema 3 rojan hat lidarxistin. Di kongreyê de 700 endam beşdar bûn, Asya Ebdullah û Salih Muslim wek hevserok hatin hilbijartin. Her wiha 149 endamên meclisê û 7 endamên Komîteya Dîspilînê hatin hilbijartin. Hemû endamên partiyê jî wek endamên Parastina Cewherî û komînan hatin dîtin. Her wiha pêşxistina makenîzmaya şopandinê hat teqezkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Rojava û Ewropa rêzekonferansên ji bo lidarxistina kongreyeke giştî hatin lidarxistin. Di 21ʹê Îlonê de kongreya 10ʹemîn a PYDʹê tê lidarxistin.[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 302 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 21-03-2025
Bağlantılı yazılar: 2
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 19-09-2024 (2 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Siyasi
İçerik Kategorisi: Araştırma
İçerik Kategorisi: Kürt Davası
Özerk: Kurdistan
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Bu öğenin telif hakkı, öğenin sahibi tarafından Kurdipedia'ya verilmiştir!
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 21-03-2025 kaydedildi
Bu makale ( Ziryan Serçînari ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 302 defa görüntülendi
QR Code
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.657 saniye!