YPGYPG , mezintirîn hêza mirovahiyê ye
NAVENDA NÛÇEYAN-ALAN ROJ
Ji bo gelên Bakur û Rojilatê Sûriyê bi teybet û gelên Sûriyê bigiştî, avakirina YPG û YPJ`ê gaveke girîng bû, ji ber parastina mîrateyên gelên Sûriyê kirin û destkeftiyên dîrokî bidest xistin, wê demê sedemên avakirina vê hêzê çi ne û pêngavên pêşxistina wê çi ne?
YPG, mezintirîn hêza mirovahiyê ye
Di 200 salên sedsala 20`mîn gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî Kuristanê, ji ber komployên navdewletî, koçberkirina bi darê zorê, şewidandina gundan, revandin, binçavkirin û qetilkirin gelek zehmetî derbas kirin, ev jî tê wateya têkbirina şoreşên di oxira azadî û rûmetê de di pêvajoya dîrokê dihatin lidarixstin.
Di Rojavayê Kurdistanê de lûtkeya bindestiyê di hevpeymanên ku li ser hesabên qirkirina gelê Kurd ên li Sûriyê dihatin mohirkirin diyar dibû, tenê ji bo tunekirina çend û xaka vî gelî, mînaka herî berbiçav jî hevpeymana Adanayê ye ku di navbera Rejîma Basê û dewleleta Tirk de hate mohrkirin û li ser vî esasî projeya nijatperestiyê û ya aborî pêk anîn, tenê ji bo gelê Kurd ji herêmên xwe koçber bibin û nasnemya kurdî tune bikin.
Di pêvajoya dîrokê de li ser esasê hevpeymana Adana hem komkujî, qirkirin, helandin û hem jî sûcdarî pêk anîn, mînaka wê jî Serhildana Qamişlo ye ku di sala 2004`an de bi armanca qirkirina gelekî li ser destên gelekî din, paçekirin, nakokî, nijadperestî û nefretkirinê qewimandin û mal û milkên vî gelî wêrankirin.
GELO 2011`AN YPG DI ŞERT Û MERCÊN ÇAWA DE HATE RAGIHANDIN?
2011`an destpêka şoreşa gelan a li dijî rejîmên faşîst bû, gelê Kurd navê şoreşê kirinBuhara Gelanû li dijî dîktatoran serî hildan.
Destpêkê gelên Sûriyê tevgera gelan wekî hestiyariyeke li dijî hikumetê dîdtin û gotin, divê dawî li vê rewşê were, lê belê piştî hilweşandina rejîmê êdî şoreş wekî diyardeyeke stratejîk nehat dîtin û asta guhartina di vê çarçoveyê de nedihat naskirin.
Di milekî din de destwerdana dewleta Tirk a xeternak di herêmê de û li Misr, Tunis û Lîbayê piştgiriya ji Îxwan El-Mislimîn kir, da ku xwe bigihîne desthilatê û destwerdana qada siyasî û leşkerî ya wan dewletan bike, lê belê dewleta Tirk di pêvajoya dîrokê de xwedî dîrokeke netewperet e û APK`ê hewldana pêkanîna xewnên Osmaniyê nû li ser xaka dewletên cîran dike.
Ev di milê rewşa derve de ye lê belê di rewşên hundirîn ku gelê Kurd di Sûriyê de pê re rû bi rû mane ev in, di milekî de şerê li dijî rejîma dictator û di milekî din de jî şerê li dijî dewleta Tirk e, wê demê Kurd li ku dimînin?Ji her du aliyan ve ji beriya sedê salan ve gelê Kurd bi êş û azarê re rû bi rû mane.
Li ser vî esasî çareseriya herî guncaw avakirina projeya Neteweya Demokratîk e ku Tevgera Civaka Demokratîk li Rojavayê Sûriyê dan avakirin û wekî xeta sêyemîn ji xwe re esas girtin.Projeya Demokratîk jî tê wateya ragihandina projeya neteweyî ku dûrî nakokiyên bidestxistina desthilatê be û xewnên pekhateyan ên misogerkirina jiyana hevbeş û wekhev qezenc bike ye, ev jî dê li gorî pîvanên her herêmekê rêveberiyên xweser werin avakirin û pê re proje pêkan dibe.
Kurdan xwe ji şer dûr nexistin, lê belê çareseriya herî guncaw a vekirina derfetên hundirîn û derveyî ev e, lê tevî jî beşeke biçûk ji gelên Sûriyê ev proje ji xwe esas girtin, ku di serî gelê Kurd bûn û projeya Neteweya Demokratîk ji xwere kirin bingeh û herêmên xwe ji şer û koçberkirnê parastin.
Di encamê de ji ber rewş her ku dem derbas bû aloztir bû û ejendeyên derve destwerdan kirin, di gel vê yekê de komên terorîst û çeteyên wan xizmeta enendeyan kirin, rewş gurtir bû û derfetên diyarkirina helwesteke siyasî ku ji aloziyê re bibe bersiv, derneket holê.Ji ber vê yekê di sala 2011`an bi awayekî fermî YPG`ê hate avakirin û parastina xeta sêyemîn kir, anku xeta ku 4 milyon gelê Sûriyê bigiştî û li Rojava û Bakurê Sûriyê taybetî ji xwere kirin bingeh û li Kobanê, Cizîrê, Efrîn, Taxaşêxmeqsûdê û heta bi bajarê Helebê Yekîneyên Paratina Gel berbelav bû.
Hêzên leşkerî di destpêkê de bi çekên sivik li tax û gundan belav bû û parastina gel ji êrişan kirin.
YPG`ê ÇAWA JI KOMÊN GEL BÛ HÊZEKE LEŞKERÎ Û DI CÎHANÊ DE HATE NASKIRIN
Armanca avakirina vê hêzê û rêgezên ku li ser esasê wê hate ragihandin, paşê li ser rû ardê ketin dewrê ev an hiştin ku hêz mezintir bibe û gelan bigre nava xwe, ji ber gel xwe bi xwe parastina xwe kir û ji xwere fikira civaka demokratîk, ekolojî, azadiya jinê esas girt.Li ser vî esasî beyî cudan parastina welat û welatiyan ji êrişên derve kirin.
Paşê dema erk û rêgeza xwe pêk anîn, ciwanên hemû pêkhateyên Rojava beşdarî nava hêzê bûn û deha zêdetir eşîrên Kurd, Ereb, rûpsiyên olên Sûryan û Êzidiyan piştgirî dan.
Di gel ku di 4 Nîsana 2013`an piştî ku hejmara Yekîneyên Parastina Gel zêde bû û di nava civakê de bawerî pê hat, Hêzên Parastina Jin wekî hêzeke taybet bi jinan hate ragihandin, li ser vî esasî derveyî kar û xebatên giştî li gorî xweseriya xwe çalakiyên xwe didan meşandin.
DI DEMEKE KURT DE DESTKEFTIYÊN DÎROKÎ HATIN BIDESETXISTIN
YPG û YPJ`ê di demeke kurt e li seranserî Rojava hebûna xwe isbat kir û piraniya bajarên Rojava û Bakurê Sûriyê ji rejîma Basê û komên çeteyan, Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam ên ku li cografiya herêmê berbelav bûbûn rizgar kirin.
Di gel ku li dijî çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Koalîsyona Sûriyê ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê werdigirtin, berxwedaniyeke qehremanî pêk anîn û di avakirina herêma ewle de roleke sereke lîstin, bêhtirî 5 milyon sûrî ji ber terorê ji herêmên xwe derketin û li van herêman bi cih bûn.
Di pêvajoya 8 salên derbasbûyî de YPG û YPJ`ê bi gelek berxwedan û şeran re rû bi rû man, hejmarek ji wan di bin bane QSD`ê şer kirin û gelek korîdorên mirovî di navbera Rojava û Çiyayê Şengalê de vekirin, ji ber çeteyên DAIŞ`ê li dijî gelên Êzidî komkujî li wir pêk dianî û zêdetirî 300 hezar sivîl ji çeteyan rizgarkirin û ew derbasî Rojava kirin.Lê belê di oxira vekirina korîdora mirovî de 150 şervan gihaştin asta şehadetê.
Her wiha berxwedana dîrokî ya Kobanê ku bû sembola berxwedana di cîhanê de û rasterast li dijî terorstên cîhanî yên ku DAIŞ nûnertiya wan dikir û desteka xwe ji Tirkiyê werdigiritin, şer kirin.Di 15 Îlona 2014`an û heta Hezêrana 2015`an dikarîbûn piraniya herêmên başûrê Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bikin.Anku herêmên mîna Tilhemîs, Tilbirak, Ceza, Hol, Çiyayê Kezwana, Sirîn, Girê Spî, Eyn Îsa û Minbicê ji terorê rizgar bikin û komên terorstan ber bi ava Firatê anku li Reqa û Dêrazorê bi cih bûn.
Her wiha ji demsala payîza 2014`an ve YPG û YPJ`ê bi Koalîsyona Navdewletî re koodîneya xwe ava kir û li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin, paşê kar û xebata xwe di nava Koalîsyonê de dan meşandin.
YEKÎNEYÊN PARASTINA GEL BINGEHA QSD`Ê YE
Destpêka Yekîneyên Parastina Gel hate avakirin piraniya wan Kurd bûn, lê belê dema projeya Neteweya Demokratîk rol û mîsyona xwe lîst, pêkhateyên din jî beşdarî tabûran bûn û herêmê ji ji çeteyan rizgar kirin.
Rêxistina Yekîneyên Parastina Gel ne wekî rêxistina artêşa dewletê ye, ji ber li ser esasê civakîbûnê xwe ava kir û hemû pêkhate girte nava xwe.Ev jî tê wateya ku vê hişmendiyê rê li pêşiya beşdarbûna eşîrên erban û pêkhateya Sûryanan ji refên YPG û YPJ`ê re vekir mînaka wê jî hêzên Senadîd ên ereb, Heres El-Xabûr El-Aşûrî û Meclisa Leşkerî ya Sûryanan.
Di dawiyê de hêzên leşkerî ji ber rol û mîsona xwe baş pêk anî, destkeftî bi dest xistin, bûn hêviya gelên Sûriyê pêk ve, li ser vî esasî gelek hêzên leşkerî hatin avakirin, ji wan QSD`ê ku di 15 Cotmeha 2015`an hate avakirin û pê re bû YPG û YPJ`ê bûn stûna avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk.
[1]