=KTML_Bold=15`ê Îlonê destpêka binkeftina planên #DAIŞ# -Tirkiyê=KTML_End=
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ
15'ê Îlonê çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êriş li ser bajarê Kobanê dan destpêkirin. Lê berxwedana ku li Kobanê hate raberkirin bû destpêka têkçûna DAIŞ û planên Tirkiyê. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide tiştên ku DAIŞ'ê pêk neanye, pêk bîne.
7 salan di ser êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser kantona Kobanê re derbas bûn. Di vê dosyayê de em ê behsa sedemên binkeftina planên Tirkiyê-DAIŞ`ê yên ji destpêka 15`ê Îlonê ve, armancên wan ji êrişan, çawa Tirkiyê hewl da tiştê ku DAIŞ'ê li herêmê pêk neanî pêk bîne, her wiha erka ku dikeve ser milê civata navneteweyî li hemberî êriş û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li rex berxwedana gelên herêmên li van van êrişan bikin.
=KTML_Bold=CENGA KOBANÊ=KTML_End=
Cenga Kobanê ya ku di 15`ê Îlona 2014`an de dest pê kir, di 26`ê Çileya 2015`an de bi serkeftina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi encam bû. Ew roj ji bo gelên herêmê mîna roja vejînê ye.
Bi hezaran çeteyên ku ji hemû deverên cîhanê kom bûne û xwedî heman fikirên tundraw in, bi çekên giran, tank, panzer û moşekavêj ji 3 eniyan ve rojhilat, rojava û başûrê êrişî Kobanê kir.
DAIŞ`ê piraniya gundên girêdayî kantonê dagir kirin ta gihaşt naverasta bajêr û beşa herî mezin jê kontrol kir. Bi wê re gelek dewletan mîna dewleta Tirk û serokê wê Erdogan digotin wê Kobanê bi bin keve.
Lê berovajî wê pêk hat, dema tu hêzî li hemberî hovîtiya DAIŞ`ê li ber xwe neda, YPG û YPJ`ê bi çekên sivik piştî berxwedaneke destanî ku 134 rojan dewam kir bi ser ket.
Koalîsyona Navneteweyî, hêzên pêşmerger bi YPG û YPJ`ê re hevkar bû da ku DAIŞ`ê li Kobanê tune bikin. Bi wê re ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kobanê bû destpêkeke nû ya rizgarkirina hemû bajarên dagirkirî ji destê DAIŞ`ê heta gîhaştin cihê wan ê dawîn li Baxozê ku di 23`yê Adara 2019`an de hat rizgarkirin.
=KTML_Bold='ARMANC BELAVKIRINA FIKIRÊ TUNDRAW LI SER SÎNORÊN SÛRIYÊ-TIRKIYÊ YE'=KTML_End=
Xalid Berkel şahidê wê qonaxê ye ku wê demê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê bû der barê mijarê de ji ajansa me re wiha axivî: “Armanca êrişa bi desteka Tirkiyê, şikandina vîna gelê herêmê bû, yanî têkbirina projeya neteweya demokratîk e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xwe re kiriye bingeh. Dewleta Tirk serkeftinên ku Rêveberiya Xweser pêk tîne li ser xwe û faşîzma xwe xeter dibîne ji ber wê berê DAIŞ`ê bir ser herêmê.”
Berkel piştrast kir ku dewleta Tirk heta niha hesabê ji projeya neteweya demokratîk re digire ku bi serket û gelek destkeftî bi dest xistin bi taybet ku rêgeza jiyana hevbeş û biratiya gelan di navbera pêkhateyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anî. Berkel gotinên xwe wiha domandin: Lew ra piştî binketina DAIŞ`ê, komên tundraw dest bi belavkirina fikirên xwe li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê kirin da ku rê li pêşiya belavbûna fikirê demokratîk bigirin.
Berkel îşaret pê kir ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo tunekirina projeya demokratîk a li herêmê berdewam in û wiha pê de çû: “Ew dizane ku heke ev proje bi hevgirtina hemû pêkhateyan firehtir bû, dê bibe destpêka çareserkirina hemû pirgirêkên li Rojhilata Navîn di nav de doza Kurd û aloziya Sûriyê.”
Xalid Berkel niha hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê ye. Ev bajarê ku paytexta çeteyên DAIŞ`ê bû û di çarçoveya pêngavên tunekirina DAIŞ`ê de rizgar bû ku ji Kobanê destpê kirin.
=KTML_Bold=ENCAMÊN SERKEFTINA CENGA KOBANÊ=KTML_End=
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 19`ê Tîrmeha 2012`an de ji Kobanê destpê kirî, ji bo dewleta Tirk pirsgirêkeke bû. Dewleta Tirk gelek caran bi hemû rêbazan hewl da vê şoreşê tune bike, lê bi ser neket. Ji ber wê piştî ku bi rêya komên mîna Cebhet El-Nusra û Artêşa Azad negîhaşt armanca xwe, DAIŞ`ê xist dewrê.
Bêguman hedefgirtina Kobanê ji aliyê DAIŞ`ê ve aliyên wê yên siyasî û fikirî hene, ya sereke hedefgirtina Rêveberiya Xweser e. Bi ketina Kobanê re yek ji 3 kantonên Rêveberiya Xweser bi bin dikeve. Ev jî rê li pêşiya binketina kantonên din û têkbirina projeyê vedike ku heta niha jî li ser sînorên erdnîgarî yên DAIŞ`ê ye çi li Sûriyê yan jî Iraqê.
Li ser wê esasê, binkeftina mezin a DAIŞ`ê û serkeftina berxwedana Kobanê tê wateya serkeftina Rêveberiya Xweser e yanî tê wateya binkeftina Tirkiyê û fikirê tundraw.
Rêveberiya Xweser di 21`ê Çileya 2014`an de hat ragihandin, piştre di 27`ê heman mehê û salê de Rêveberiya Xweser a Kobanê hat ragihandin. Dabeşkirina îdarî ya herêmên rêveberiyê bi xwe re 3 herêm ava kirin; Cizîr, Firat û Efrîn, Di her yekê de kanton, bajar, navçe û bajarok hene.
=KTML_Bold=HILANÎNA TOLA BINKEFTINA DAIŞ`Ê=KTML_End=
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Şêxo destnîşan kir ku ji bo ku dewleta Tirk tola xwe ji binkeftina DAIŞ`ê hilîne, careke din bi DAIŞ`ê re hevkarî kir û sala 2015`an anku piştî çend mehan ji rizgarkirina Kobanê komkujiyek li dijî şêniyên Kobanê pêk anî.
Şêxo wiha domand: “Ragihandina rêveberiyan û binkeftina DAIŞ`ê hişt ku dewleta Tirk gelek herêmên Sûriyê dagir bike, ji bo berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne çeteyên sûrî bi kar anîn. Piştî binketina DAIŞ`ê dewleta Tirk li hemberî serkeftina gelê herêmê û firehbûna qada rêveberiya herêmê ku pêkhateyên din hemêz kir, xwe ranegirt û yekser axa Sûriyê dagir kir. Cerablus, Ezaz, Bab dagir kirin û piştre hin herêmên Rêveberiya Xweser dagir kirin.”
Bi armanca qutkirina kantonan û her sê herêman û lawazkirina Rêveberiya Xweser, dewleta Tirk di 18`ê Adara 2018`an Efrîn dagir kir. Piştî berê xwe da Serêkaniyê û Girê Spî û di 9`ê Cotmeha 2019`an de dagir kirin.
Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk nikarî planên xwe li herêmê pêk bîne, rastî berxwedana ciwanên wê hat ku isbat kirin ku ew bi axa xwe û fikirê demokratîk û jiyana hevbeş ve girêdayî ne. Dewleta Tirk jî hesabê ji vê yekê re dike, ji ber wê li dijî herêmê dest bi şerê sar kir û ji bo wê gelek rêbaz bi kar anî.
=KTML_Bold=ŞERÊ TAYBET=KTML_End=
Çi bi şerê wekîlan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî mudaxeleya rasterast û dagirkirina gelek herêman an jî meşandina şerê taybet li dijî gelê herêmê, dewleta Tirk ji bo ku planên xwe bi ser bixe hewldanên xwe didomîne, êrişî Rêveberiya Xweser dike û dixwaze gelê wê ji destkeftiyên ku bi saya fedekariyên ciwanan hatin bidestxistin, bê par bihêle.
Têkildarî şerê taybet ku dewleta Tirk li dijî herêmê dimeşîne Ehmed Şêxo got: “Di vê dawiyê de dewleta Tirk taktîkên şerê taybet li dijî gelê herêmê dimeşîne. Bi armanca tirsandina şêniyan û valakirina herêmê rojane êrişî herêmên li nêzî herêmên ku dagir kirine dike û her wiha sivîlan û hêzên leşkerî bi rêya dronan dike hedef.“
Di Tebaxê de di encama bombebarana dron û topbarana li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 11 sivîl û hêzên leşkerî şehîd bûn û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn.
Şêxo bi bîr xist ku dewleta Tirk ji wê zêdetir dike, di nava gel de nûçeyên derew belav dike ku bi rêya wê Rêveberiya Xweser reş dike û baweriya pêkhateyan pê kêm dike. Şêxo wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk herî zêde ciwanan dike hedef, madeyên hişbirê di nava wan de belav dike da ku ciwanan ji xeta şoreşê dûr bixe. Bi rêya avê jî şerê herêmê dike ev çend meh in ava çemê Firatê qut kiriye.“
=KTML_Bold=HERÊMÊN DAGIRKIRÎ JÊDERA TUNDRAWÎ Û METIRSIYÊN JI NÛ VE VEGERA DAIŞ`Ê=KTML_End=
Her çiqas DAIŞ ji aliyê leşkerî ve hat tunekirin, lê metirsî hene ku ji nû ve vegere. Gelek çete û serçeteyên DAIŞ`ê yên xwedî fikirê tundraw di bin ala dewleta Tirk de şerê gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.
Navên gelek çeteyên DAIŞ`ê hatine belgekirin ku niha di nava komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de ne. Her wiha gelek dîmenên ku daliqandina ala DAIŞ`ê li Serêkaniyê piştî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin belav bûn.
Ruxmî ku DAIŞ`ê li herêmê tune bû, lê metirsî hene ku ji nû ve vegere. Herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, êdî li herêmê xeter in û bûne jêdera fikirê tundraw.
Ruxmî van xeteriyan ku ne tenê li dijî herêmê ne lê li dijî cîhanê bi giştî ne, lê civaka navneteweyî rola temaşeker dilîze li şûna ku piştgiriya gelê herêmê bike û rê li pêşiya belavbûna fikirê tundraw li herêmê bigire.[1]