#Aldar Xelîl# : Ji bo kesên li azadî, demokrasî û yekitiyê digerin çareserî Rêveberiya Xweser e
Aldar Xelîl tev li meşa girseyî ya li Hesekê bû û got Projeya Rêveberiya Xweser, projeyeke demokratîk û ya biratiya gelan e. Lewma jî ji bo kesên li azadiyê, demokrasiyê û yekitiyê digerin çareserî ew e.
Meclisa Bajarê Hesekê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) meşeke girseyî li bajêr li dar xist. Bi hezaran şêniyên bajêr û gundan tev lê bûn.
Di meşê de endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û got: Piştî çûyîna Beşar El Esed, pêvajoyeke nû li Sûriyeyê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de em teqez dikin ku divê Sûriye ya her kesî be.
Xelîl wiha domand: QSD ne hêza beşeke civakê ye, ew tevahî pêkhateyan diparêze. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka pergala demokratîk û biratiya gelan û mînaka zindî ya pêşengiya jinên azad e.
PROJEYEKE DEMOKRATÎK A YEKITIYA NÎŞTIMANÎ
Aldar Xelîl diyar kir ku bingeha projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk felsefeya neteweya demokratîk e û ev li axaftina xwe zêde kir: Pêkahteyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşeke Sûriyeyê ne. Niyetên me yên dijminane yan jî parçebûnê nîn in. Lê em projeyeke demokratîk a serkeftî pêşkêş dikin. Ev proje, dikare bibe bingeha destûra nû ku demokrasiyê bi dest bixe û yekitiya Sûriyeyê dabîn bike.
Xelîl destnîşan kir ku projeya neteweperest û navendî ya berê, bû sedema parçebûna herêmê û aloziyên hundirîn û got: Projeya Rêveberiya Xweser çareseriya yekitiya welêt û dabînkirina siberojeke hevbeş ji bo tevahî pêkhateyan e.
PEYAM
Xelîl bang li rayedarên Şamê kir û got: Em ji we re projeyekê bi navê hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêşkêş dikin. Hûn li azadiyê, demokrasiyê û yekitiyê digerin. Va ye projeya Rêveberiya Xweser çareserî ye.
HIŞYARÎ
Xelîl behsa rola neyînî ya dewleta Tirk a li herêmê kir û got: Dewleta Tirk a dagirker hewl dide xeyalên Osmaniyan vejîne û ji bo ku îstîqrara li herêmê têk bibe piştgiriya komên çeteyan dike.
Her wiha Xelîl destnîşan kir ku heke dewleta Tirk bi rastî dixwaze ewlehiyê ji gelê Sûriyeyê re bi dest bixe, divê ji axa Sûriyeyê vekişe û bihêle ku gelê Sûriyeyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bike.
Aldar Xelîl di dawiyê de fedakarî û berxwedana hêzên ku parastina Minbicê û bendava Tişrînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, silav kirin û got: Em bejna xwe li hember wan şehîdên leheng ditewînin. Şehîd Ezîz Ereb bi lehengî li hember êrişan li ber xwe da û şehîd bû.[1]