Kurdipedia Dev Kürtçe bilgi Kaynağıdır
Kurdipedia hakkında
Kurdipedi arşivcileri
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
 Arama yap
 Yüz
  Karanlık durum
 Standart ayarlar
 Arama
 Öğe kaydı
 Araçlar
 Diller
 Benim Hesabım
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Kütüphane
 
Öğe kaydı
   Gelişmiş Arama
İletişim
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Daha fazla...
 Daha fazla...
 
 Karanlık durum
 Slayt Bar
 Yazı boyutu


 Standart ayarlar
Kurdipedia hakkında
Olayla ilişkili konu
Kullanım Koşulları
Kurdipedi arşivcileri
Sizin yorumlarınız
Kullanıcı koleksiyon
Olayların kronolojisi
 Etkinlikler - Kurdipedia
Yardım
 Daha fazla
 Kürtçe isimler
 Arama'ya tıklayın
Istatistik
Makale
  586,760
Resim
  124,539
Kitap PDF
  22,125
İlgili Dosyalar
  126,729
Video
  2,194
Dil
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,537
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,810
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,767
عربي - Arabic 
44,219
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,772
فارسی - Farsi 
15,923
English - English 
8,538
Türkçe - Turkish 
3,838
Deutsch - German 
2,040
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Grup
Türkçe
Biyografi 
400
Mekanlar 
78
Parti ve Organizasyonlar 
6
Yayınlar (dergiler, gazeteler, web siteleri, medya kuruluşları vb.) 
42
Diğer 
2
Resim ve tanım 
10
Tarih ve olaylar 
1
Kürt mütfağı 
4
Kütüphane 
1,241
Kısa tanım 
1,996
Şehitler 
41
Belgeler 
16
Video 
1
Dosya deposu
MP3 
1,499
PDF 
34,775
MP4 
4,015
IMG 
235,088
∑   Hepsi bir arada 
275,377
İçerik arama
Çirûskin Ji Ramanên Osman Sebrî
Grup: Kısa tanım
Kurdipedia sayesinde takvimimizin her gününde ne olduğunu biliyorsunuz!
Paylaş
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Değerlendirme
Mükemmel
Çok iyi
Orta
Kötü değil
Kötü
Favorilerime ekle
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
Öğenin tarihçesi
Metadata
RSS
Seçilen konunun resmini Google'da arayın!
Seçilen konuyu Google'da arayın.
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Osman Sebrî
Osman Sebrî
Çirûskin Ji Ramanên #Osman Sebrî#
Rûxweşê Zîvar

Eger em hişê kurdî di dîroka kevn û nû de têxin bin hûrbîneke çavgeş, emê bibînin ku “Osman Sebrî“ ne tenê xebatkarekî mêrax û torevanekî dilêr bû, lêbelê, ew ramangîrekî sebirxwe û azaser bû jî û yên wek wî di warê ramanê de bi wêrekî nivîsandine di dîroka me de pir hindikin.
Vaye dema ku piran ji me, ger em nebêjin me tevan, hişên xwe li pirêzên xelkê bê pirs û guman diçêrandin û yê tevî jîr ji me, şerê kolegîriya kesan dikir, hîngê, erê hîngê di wê rewşa kambax û tarî de, Osman Sebrî ne tenê bi xurtî şerê kolegîriya ji kesan re dikir,lêbelê, wî bê dudilî şerê kolegîriya ji ramanan re jî dikir, digot“raste, dema kolîdar ji welatê me bi derkevin, welat serxwe dibe, lê kurd aza nabin, azadiya gelekî bi xelasbûna wî ji kolegîriya ramanên biyanî ye“.
Gelo ev ne nîşaneke ku “Osman Sebrî“didît ne raste mirov sûdê ji kulîkên ramanên cîhanê bigire,lê, wî didît ya rast û dirust ewe divê ku mirov nebe dîlê wan kulîlkan û bi bihna wan serxweş û windanebe da taybetiya hestên xwe jibîr neke,divê ew wan di axa hişê xwe de, ji xwe re kedî bike û di berjewendiya gelê xwe de bikarbîne , lewra gava wî dît piraniya kurdên ku dibin komonîst, xwe ji rehên xwe, ji dîroka gel û welatê xwe dikin, ji wan re got:
“Bibin komonîst, komonîstên kurd, kurdên komionîst.“
Herwisa jî em dikarin bêjin ku raman mîna cawekiye, her kes dikare li gor xwe wî cawî bidirû, û li xweke jê sûdê bibîne, lê mixabin piraniya me kurdan, an wek xelkê ew caw ji xwere dirûtiye, jê dibin û li xwedikin, pê dibin qeşmer, an jî wî cawî bê dirûtin datînin ser serê xwe, jê re koletiyê dikin, tazî dimeşin û xwe pê ji germa havînê û serma zivistanê naparêzin.
Bi rastî “Osman Sebrî“di her warekî de rexnevanekî jîr û xwedî nihêrîneke taybet bû,vaye di warê oldariyê de jî ew bîr û baweriyên xwe aşkere dike û dibîne gava ku mirov ne serbest be û welatê wî ne aza û rizgar be, mirov nikare bi dilxweşî û serfirazî olê xwe jî bibe serî, ango riya bihiştê di azdiya mirov û serxwebûna welatê mirov re derbas dibe.
Ji ber wê gava ku rojekê ew li şamê rastî çend kurdên ji bakurê welêt tê û ji wan têdigihe ku ew diçin “Hec“, bê dudilî ji wan re dibêje:
Çi gav azabûn, hingê dikarin wê ferza xwedê em bikin eda
Bi dilekî geş, rûyekî sipî, herin “Hicazê“ bo mala xuda.“
Bi vî rengî, piştî hevpeyvîneke dijwar bi wan re,ew piran jj wan vedigerîne welêt û berê wan dide xebata bo azadiyê.
Erê “Osman Sebrî“ dizanî ku kaniya derdên me nezaniye, lê baş dinasî jî ku tenê zanîn êş û derdên me venamrîne, herwiha wî zanîn bi bawerî û sinçiyê ve girêdida û digot:“ çiqas ku zanîn tiştekî pirr hêjaye jî, bê sinçî û bawerî, dibe jehr û rêya neqenciyê li pêş xwediyê xwe hêsan dike.“
Wî ne bes welê digot,lêbelê ,welê digot û dikir jî û tu carî xwe di çavên neyaran de biçûk û nizim nekir, gava ku di zîndanan de dixwestin bi zora lêdanê gotinan jê hilkin û pê nêçîra hevalên wî bikin, li wan vedigerand: Ez endamê komîteya navendî me, her tiştî dizanim, lê tiştekî ji we re nabêjim, û di bin zor û sitema hemi cureyên lêdanê de xwe digirt, zimanê xwe kilît dikir û navê hevalekî xwe nedida dijminên gelê xwe.
Wî bê dilovanî êrîş dajot ser qelsî û bizdokiyê, digot: “Sîleyek ji bona sitemkar, du sîle jo bo sitembar.“
Bê guman, berxwedana di girtîghehên kolîdaran de, celebek lehengiyê ye, lê divê mirov bê berxwedan jî xwe nexe nav lepên dijminan.
Lewra gava apê “Osman“ dibihîst an didît ku welatparêzin kurd bi gengazî xwe didin dest dijmin, digot:“ Dil dixset ku mêrxasên me kurdan bi hêsanî gewriya xwe nedana destên neyaran, çêtirî di zîndanan de bi bê bavî bêne kuştin, bila di serê çiyan, di nav lat û zinarên welêt de neyarên xwe bikujin û bêne kuştin.“
“Osman Sebrî“ rola ziman jî di jîna miletan de baş dizanî, heya ku dikarî helbest û gotarên xwe ji peyvên biyanî zelal dikirin, wî navê kurê xwe yê heşt salî guherte kurdî û got:“ Îro ya ku me ji wendabûnê bifilitîne, hînbûna xwendin û nivîsandinê bi zarê xwe yê şêrîn û delale.“
Di ware felsefî de jî wî ne tenê raman ji memikên felsefên cîhanê dotibûn û bi havênê bîranîn û xwenên xwe di mejiyê xwe de meyandibûn, lê belê felsefeke wî taybet jî di dan û standinê de serî hildida, bo nimûne, rojekê kurdnasekî Awropî jê dipirse: Osman tu kurdî, an misilmanî?
Ew lê vedigerîne: Ez mirovim, paşê kurdim, paşê misilmanim.
Kurdnas dipirse: çawa?
Ew vedigerîne: Gava ji diya xwe bûm, min tiştek nizanî û duvr û hestên min yên mirov bûn, lewra hîngê bes mirov bûm, paşê hînî rabûn û rûniştin û zimanê kurdî bûm û min xwe naskir ku mirovekî kurdim, piştî wê ji min re gotin xwedê heye û“ Mihemed“ pêxembere, pê bawer bûm û bûme misilman.
Kurdnas dibêje: Ev ne raste, ê min , ez ji diya xwe bûm, ez filebûm.
Osman Sebrî bersiveke xurt û hêja dide wî,jê re dibêje: ger mîrê mirinê gava tu nû bi zikê diya xwe ketiye bavê te biçiniya û diya te yekî ji “Boziyên“ hindî bikira, pê re biçûya Hindistanê, û heke piştî wê bi demeke kin diya te jî, ji cihanê barkira, û mirovê hindî tu têxista nimêjgeheke“Bozî“, gelo hîngê tuyê biba File an “Bozî“?
Belê apê “Osman“, tu ne tenê mammosteyê min bû,lêbelê tu mamostayê mamostan bû jî.
De werin em şagirtên wî tev, bi hev re dara ramanên xwe geş bikin, û dengê xwe bilind hildin ji bo dadperweriya wî û hemî kesên me yên wek wî, da ku di gorê de jî ew tev digel apê“ Osman“ ji me re nebêjin: Gelên vejî, peyayên xwe yên mirî divejînin, gelên negihêştî peyayên xwe yên xurt û hêja dimirînin.

Çavkanî:
1- Derdên Me, rûpel 4
2- Apo, rûpel 102
3- Derdên Me, rûpel 12
4- Derdên Me, rûpel 3
5- Elifbêya Tikûz, rûpel 18
6- Çar Leheng, rûpel 11
7- Derdên Me, rûpel 8
8- Eifbêya Tikûz, rûpel 17
Têbînî: Ev çavkanî tev pirtûkên Osman Sebrî ne.[1]

Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 314 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!
HashTag
Kaynaklar
[1] İnternet sitesi | Kurmancî | https://kurdi.welateme.net/ - 26-08-2025
Bağlantılı yazılar: 9
Başlık dili: Kurmancî
Yayın tarihi: 30-04-2024 (2 Yıl)
Belge Türü: Orijinal dili
İçerik Kategorisi: Makaleler ve röportajlar
İçerik Kategorisi: Araştırma
İçerik Kategorisi: Edebi
İçerik Kategorisi: Sosyal (Örf ve adet)
Özerk: Kurdistan
Yayın Türü: Born-digital
Teknik Meta Veriler
Ürün Kalitesi: 99%
99%
Bu başlık Aras Hiso tarafından 25-08-2025 kaydedildi
Bu makale ( Sara Kamele ) tarafından gözden geçirilmiş ve yayımlanmıştır
Bu başlık en son Sara Kamele tarafından 26-08-2025 tarihinde Düzenlendi
Başlık Adresi
Bu başlık Kurdipedia Standartlar göre eksiktir , düzenlemeye ihtiyaç vardır
Bu başlık 314 defa görüntülendi
QR Code
  Yeni başlık
  Olayla ilişkili konu 
  Kadınlar içindir 
  
  Kurdipedi yayınları 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| İletişim | CSS3 | HTML5

| Sayfa oluşturma süresi: 0.453 saniye!