Nav û Paşnav: Muhammed Mahmud Ehmed
Nasnav: Amed Zap
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dayik – Bav: Menîfa – Mahmud
Cih û Dîroka Şehadetê: #12-02-2025# / Heftanîn
AMED ZAP
Hevrêyê me Amed li Hesekê di nava malbateke girêdayî nirxên neteweyî û nirxên xwe de hate dinê û mezin bû. Hevrêyê me guhdarî çîrokên têkoşîna destanî ya gerîla dikir, di salên zarokatiya xwe de xeyal kir ku bibe gerîla. Hevrêyê me bû heyranê gerîla û bi vî rengî mezin bû. Jiyana kesên ji derdora wî ya nêz beşdarî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûne, ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me 7 salan li dibistanên rejîma Baas xwend, tevî polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstemê nirxên xwe parast. Hevrêyê me hingî ku mezin bû jiyan lêpirsîn kir û têkoşîna me ya bi pêşengiya gerîla mereq kir. Ket nava lêgerînê. Hingî ku milîtanên Apoyî yên di nava xebatên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de nas kir, eleqeya wî ya ji bo têkoşînê zêde bû. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, fikirî ku divê di vê têkoşîna pîroz de cih bigire. Bi taybetî bû şahidê dema berxwedana li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser destkeftiyên gelê me û dema ku bingehên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hatî danîn, bi vî rengî hevrêyê me ji milîtanên Apoyî pir bandor bû. Li Rojava paradîgmaya Rêbertî kete meriyetê û ji bo hemû gelên bindest cîhaneke alternatîf pêşkêş kir, ev yek ji bo lêgerînên hevrêyê me di gelek mijaran de bû bersiv. Hevrêyê me ferq kir ku wê bi şoreşgeriyê bersiva jiyana ku lêdigere bibîne û biryar da ku tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibe.
Hevrêyê me Amed sala 2016’an tevlî têkoşînê bû, berê xwe da warê pîroz ê gerîlayan. Hevrêyê demek kurt adapteyî şert û mercên zehmet ên çiyê û jiyana komunal a gerîla bû. Bi eşqek mezin tevlî perwerdeyan bû. Hevrêyê me di perwerdeya şervanên nû de lêpirsîn dikir û xwest ya herî bêhempa bi dest bixe. Bi tevlîbûna xwe bû şervanekî mînak. Hevrêyê me di dersên îdeolojîk û leşkerî yên dîtî de, ket nava lêhêrbûnên kûr û bersivên ku lêdigere dît. Bi rengekî serketî perwerdeyên xwe qedand. Derbasî qadên pratîk bû û derfet dît ku tiştên fêr bûye bixe pratîkê. Xwest têkildarî jiyana gerîla di her mijarê de bibe pispor û bi rengekî aktîf di pêvajoya şer de cih bigire. Ji bo vê yekê li akademiya leşkerî tevlî perwerdeyên pisporbûnê bû. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku weke gerîlayek profesyonel bersiv bide, li ser taktîkên demê lêhêrbûn kir. Parêznameyên Rêbertî xwend û di warê îdeolojîk de xwe perwerde kir. Weke gerîlayekî pispor ê di aliyê îdelojîk de tejî, perwerdeya xwe temam kir. Bi xwestek û pêşniyara xwe derbasî Heftanînê bû ku şer lê dijwar bû. Hevrêyê me Amed ji bo taktîkên demê pêk bîne israr kir û têkildarî vê yekê pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Ji bo bibe xwedî pratîkek serketî ked da. Hevrêyê me di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anî. Di şer û jiyanê de bi sekna milîtanî ya Apoyî bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me ji bo pêşketina hevrêyên xwe jî tevkarî kir û xwest ji bendewariyên demê re bibe bersiv. Bi hevrêtiya xwe ya kedkar, fedakar, dilnizm û kûr mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin, hişt. Bû mînaka herî vekirî ku milîtanek Apoyî divê çawa bijî û çawa şer bike, nîşan da. Hevrêyê me dilsoziya xwe ya bi şehîdan re û hêrsa xwe ya kûr a li hemberî dijmin, kir sedemê mezinkirina têkoşîna xwe. Bi sekin û keda xwe hate naskirin.
Hevrêyê me Amed 12’ê Sibata 2025’an li Heftanînê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Bi mîrateya têkoşînê ya li pey xwe hiştî, wê timî di dilê hevrêyên xwe û gelê me de bijî. Di şexsê hevrê Amed de em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên wan bidin jiyîn. [1]