=KTML_Bold=72 saliya şehîdbûna lîderê kurd #Simkoyê Şikak# (1887 Kela Çariyê- 30.06.1930 bajarê Şino)=KTML_End=
Heya niha li ser kesayeti, nirx û eymetên Kurdan yên dîrokî, dagirkerên Kurdistanê li gor berjewendiyên xwe yên siyasî, civakî û aborî çi tiştê ku xwestine, nivîsandine. Ji ber ku xwediyên hemû îmkanên diravî jî bûne, ew nivîsên xwe li her derê belav kirine.
Wan bi dilgemariyên xwe yên şovînîstî, hemû pirensībên exlaxî binpê kirine û xwestine ku rûpelên dîroka serhildan û şoreşên Kurdan, berevaji rastiyên wan bi nifşên piştî xwe bidin nasandin. Di vê navê de dîroknivîsên ku hertim di xizmeta sîstema serdest de bûne, serok û qehremanên Kurd weke xayîn, talankar, diz û sîxor bi nav kirine. Di berhemên wan de Şêx Seîdê Pîran, Pêşewa Qazi Mihemed, Simkoyê Şikak, Seyid Rizayê Dêrsimê, Şêx Mehmûdê Berzencî, Mistefa Barzanî û hemû qehremanên ku bingeha siyasiya xebata Kurdan darijandine, xayîn û xûlamên hêz û dewletên biyanî tên
hesibandin.[1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=659906&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin 72 saliya şehîdbûna lîderê kurd Simkoyê Şikak (1887 Kela Çariyê- 30.06.1930 bajarê Şino)=KTML_Link_External_End=
Bu kaydın içeriğinden Kurdipedia sorumlu değildir, kayıt sahibi sorumludur. Arşiv amaçlı kaydettik.
Bu makale (Kurmancî) dilinde yazılmıştır, makaleleri orijinal dilinde açmak için

sembolüne tıklayın!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Bu başlık 702 defa görüntülendi
Bu makale hakkında yorumunuzu yazın!