=KTML_Bold=Bi 6620 serenavan wê mezintirîn Pirtûkxane li Rojavayê Kurdistanê bê vekirin=KTML_End=
Ronahî Sadûn/Qamişlo
6 meh in ji aliyê Weşanên Şilêr ve amadekariyên vekirina #Pirtûkxane# û Kafeya Şilêr li ser asta Rojavayê Kurdistanê tê kirin, ev pirtûkxane di nava xwe de 6 hezar û 620 serenavan dihewîn e û wê di nîvê meha Tebaxê de were vekirin.
Ji aliyê Weşanên Şilêr ve amadekariyên vekirina mezintirîn pirtûkxane û kafeyekê li bajarê Qamişlo tê kirin. Pirtûkxane û Kafeya Şilêr; ew projeyeke çandî û civakî ye, di nava xwe de atmosfêra xwedina aram û xweşbûna qehweyê dihewîne.
=KTML_Bold=Pirtûkxaneya Şilêr 6 hezar û 620 serenavan dihewîn e=KTML_End=
Pirtûkxane di nava xwe de 6 hezar û 620 serenavan dihewîne, ji wan 800 ji pirtûkên Weşanên Şilêr e. Herwiha pirtûk bi zimanê Kurdî bi zaravayên Soranî, Zazakî û Kurmancî ye, hem jî pirtûkên bi zimanê Erebî, Ingilîzî, Elmanî, Ferensî û Tirkî ne. Di pirtûkxaneyê de komeke cihreng ji pirtûkan heye wekî çîrok, helbest, romanên erebî û navneteweyî hene. Di heman demê de pirtûkên ramanî, felsefî, dîrokî, civakî, rexneyî, pirtûkên zarokan û pirtûkên ku hatine wergirandin, di nava xwe de dihewîne.
=KTML_Bold=Pirtûkxaneya Şilêr; mezintirîn pirtûkxaneya Rojavayê Kurdistanê=KTML_End=
Pirtûkxane û Kafeya Şilêr ji mezintirîn pirtûkxaneyên Rojavayê Kurdistanê ye. Ji bo vekirina vê pirtûkxaneyê ev 6 meh ji aliyê Weşanên Şilêr ve, amadekarî tê kirin. Herwiha vekirina fermî ya Pirtûkxane û Kafeya Şilêr wê di nîvê meha Tebaxê de bê kirin.
=KTML_Bold=Cihê Pirtûkxane û Kafeya Şilêr=KTML_End=
Pirtûkxane û Kafeya Şilêr li kolana Hanza navenda çandê ya kevin a rejîmê a bajarê Qamişlo ye, navê navendê; Pirtûkxane û Kafeya Silêr, di nav Navenda Weşan û Wergerê ya Şilêr de, li kêleka Navenda Çand û Hunerê ya Mezpotamyayê ye.
Derbarê vekirin û amadekarina Pirtûkxane û Kafeya Şilêr, rêvebera Weşanên Şilêr Fîdan Mihemed ji Rojnameya me re axivî.
‘Rehetî û nîqaşê bi hev re li cihekî kom bikin’
Fîdan Mihemed armanca vekirina Pirtûkxane û Kafeya Şilêr wiha anî ziman: “Em wekî Weşanên Şilêr amanca me ji vekirina vê pirtûkxane û Kafê ku em karibin çand, rehetî, giftûgo û nîqaşê bi hev re li cihekî kom bikin. Nêrînên xelkê bi taybet ên nivîskaran jî li ser vekirina vê projeyê erênî bû, bi taybet ciwan, xwendekar û nivîskar. Ji ber ku ev pirtûkxane cihekî aram û rehete ku xwendin û rehetiyê kom dike û wê li gorî daxwazê xelkê be.”
=KTML_Bold=‘Xwendin rêbazê jiyanê ye’=KTML_End=
Fîdan Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Nameya min ji bû xwîneran ev e: xwendin ne tenê nasname ye, lê rêbazê jiyanê ye. Em hêvî dikin ku Şilêr bibe cihê her kesê ku ji çand, nîqaş û aramiyê hez dike. Em bang li her kesî dikin, bên serdana me bike û vê tecrûbeya kêmpeyda bibîne.” [1]