Agahiyên şehîd:
Nasnav: Serhildan Kelasor
Nav paşnav: Alî Fener
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Hatîce-Hasan
Dem û cihê şehadetê: Metîna 02-02-2023
Kurtejiyana şehîd:
Hevrêyê me Serhildan li navçeya Siwêreg a Rihayê, li nava malbateke cotkar û welatparêz a eşîra Îzolî ji dayik bû. Navçeya Siwêregê yek ji navendên destpêkê yên berxwedanê ye ku tevgera Apoyî nas kir û di şexsê kadroyên pêşeng ên tevgera Apoyî de mîna Kemal Pîr, Mehmet Karasûngûr, Cûma Tak, têkoşîna azadiyê nas kir. Ji ber vê yekê Siwêreg bû qadeke têkoşînê ku bi sempatî û dilsoziyeke kûr nêzî Tevgera Apoyî dibe. Dewleta Tirk di dema darbeya faşîst a 12'ê Îlonê û piştî wê de çiqasî êrîş bir ser xelkê Siwêregê jî nekarî tevgera Apoyî di dil û mejiyê xelkê Siwêregê de biçûk bike. Hevrêyê me Serhildan jî li qadeke bi vî rengî ya têkoşînê bi hestên kûr ên welatparêziyê mezin bû. 12 salan xwend, lê belê dît ku di nava sîstema dewleta Tirk de cih ji Kurdên azad re nîne, li dijî vê sîstema ku li ser qirkirina Kurdan ava bûye, pêwîstiya bi têkoşînê dît. Mîna darek li ser koka xwe şîn bûye da ser şopa Alî Çîçek, Halîl Çavgûn û Cûma Tak, beşdarî nava karên ciwanên şoreşger bû. Di vî akrê de jî bi mîsyona pêşengiyê rabû û bi her awayî fedakarî kir.
Ji bo meşa şoreşê bi lez bike û hîn bi xurtî têbikoşe di sala 2014'an de dema ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîş bir ser Kobanê, beşdarî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Serhildan li Kobanê beşdarî nava têkoşîna şoreşgerî bû, bi rengekî çalak tevlî nava têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê bû ku mirovahî ji belayekî mezin rizgar kir û bû paşerojeke bi hêvî ji mirovahiyê re. Beşdarî gelek çalakî û pêngavan bû, bi wêrekiya xwe ya mezin cihê xwe li refên herî pêş girt, du caran bi giranî birîndar bû lê tevî van hemûyan jî piştî rehet bû yekser li karê xwe vegeriya.
Hevrêyê me Serhildan tevî ku şoreşgerekî wêrek û şerker bû, di branşa tenduristiyê de jî xwe bi pêş ve bir û weke şoreşgerekî tenduristiyê cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt. Weke kedkarekî tenduristiyê xizmet da hevrêyên xwe û gelê xwe, birîn pêçand, kir ku rehet bibin, her tim bi wê têgihiştinê tevgeriya ku xizmeta li gel û hevrêyan xizmeta li şoreşê ye. Hevrêtî weke nirxê herî mezin dît ku divê bêparastin û bê jiyîn, bi manewiyateke bilind û dilgermiyeke mezin nêzîk bû. Li ser vê bingehê li her qada ku lê ma bi fedakariyeke mezin ked da hevrêyên xwe, bi kesayetiya xwe ya dilnizm li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi moralê xwe yê bilind her tim reng da derdora xwe, moral bilind kir, hêz û bawerî da derdora xwe. Weke şoreşgerekî, piştî ku têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê li gelek qadan bi serketî qedand, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û heman tevlîbûna xwe ya serketî li vê derê jî dewam kir. Derbasî Metînayê bû, her kar bi hezkirin bi cih anî û bi hesta berpirsyariyê tevlî pratîkê bû. Hevrêyê me Serhildan li çiyayên Kurdistanê bi hezkirina xwe ya ji jiyanê, bi moral, hevrêtiya xwe ya ji dil û tevlîbûna xwe ya çalak, pêşengî kir.
Hevrêyê me Serhildan xwe bi hunera Apoyî xurt kir, di heman demê de taybetmendiyên fermandariya leşkerî di kesayetiya xwe de bi pêş ve bir. Ti carî xwe tenê ji aliyekî ve nenirxand, her tim hewl da li her qadê xwe bi pêş ve bibe û bike şoreşgerekî şareza. Bi vê daxwaz û biryardariyê tevlî nava perwerdeya akademiyê bû, bû pispor, di taktîkên gerîlatiya serdema nû de kûr bû û weke fermandarekî gerîla yê profesyonel cihê xwe li eniya şer wergirt. Hevrêyê me Serhildan di heman demê de bi rengekî çalak tevlî şerê li tunelan bû, li dijî dijmin şer kir, tevî ku gelek caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş lê hate kirin jî ti carî ji helwesta xwe ya berxwedêr tawîz neda. Di kêliyên herî zehmet de jî ku bi çekên kîmyewî li hemberî wî û hevrêyên wî êrîş hatin kirin, moralê xwe timî bilind dikir, tempo û moralê xwe qet nexist, ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrêyê me Serhildan di heman demê de tevlî nava tîmên bi tevger bû, di birêxistinkirina binesaziya şer de fedakariyeke mezin kir, ked da. Hevrêyê me Serhildan bi tevlîbûna xwe ya bi her awayî, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ji her alî ve pêşengî kir.
Hevrêyê me Serhildan ku li dijî dijminê mêtinger qirker xwedî hêrseke mezin bû û ji bo hilanîna tola êşên giran ên gelê me yê mezlûm sozên mezin da, tevlî gelek çalakiyan bû. Di çalakiya dawî de jî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ku lê şehîd bû, bi heman hest û biryardariyê şer kir, bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve meşiya, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Serhildan mîna Alî Çîçek, Halîl Çavgûn û Cûma Tak, bû şoreşgerekî sembol ku di serî de ciwanên Rihayê hemû ciwanê Kurdistanê ji xwe re bikin mînak û bidin ser şopa wî. Bi vî rengî cihê xwe di dîroka me ya
[1]