Kurdipedia is de omvangrijkste Koerdische informatiebron!
Over Kurdipedia
Kurdipedia Archivists
 Zoek
 Verzenden
 Gereedschap
 Talen
 Mijn account
 Zoeken naar
 Verschijning
  Donkere modus
 Standaardinstellingen
 Zoek
 Verzenden
 Gereedschap
 Talen
 Mijn account
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Bibliotheek
 
Verzenden
   Geavanceerd zoeken
Contact
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Meer...
 Meer...
 
 Donkere modus
 Schuifbalk
 Font Size


 Standaardinstellingen
Over Kurdipedia
Willekeurig artikel!
Algemene voorwaarden
Kurdipedia Archivists
Uw mening
Mijn verzamelingen
Chronologie van de gebeurtenissen
 Activiteiten - Kurdipedia
Help
 Meer
 Koerdische namen
 Zoeken Klik
Statistiek
Artikelen
  585,177
Fotos
  124,150
Boeken
  22,100
Gerelateerde bestanden
  126,014
Video
  2,193
Taal
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Groep
Nederlands
Biografie 
9
Plaatsen 
1
Politieke partijen en orgaandonatie 
10
Publicaties 
2
Afbeelding en tekst 
2
Kunstwerken 
2
Bibliotheek 
45
Artikkelen 
26
Martelaren 
1
Bewijsstukken 
33
De bestandsopslagplaats
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Totaal 
274,249
Inhoud zoeken
Danasînek li ser hunera Dengbêjiyê
Groep: Artikkelen
Stuur uw werken in een geod format naar Kurdipedia. Wij archiveren het voor u en bewaren het voor altijd!
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Warderen
Uitstekend
Heel goed
Gemiddeld
Armoedig
Slecht
Toevoegen aan mijn verzameling
Schrijf uw commentaar over dit item!
Aanpassingen
Metadata
RSS
Zoek in Google voor een afbeeldingen voor het geselecteerde item!
Zoek in Google voor het geselecteerde item!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Danasînek li ser hunera Dengbêjiyê
Danasînek li ser hunera Dengbêjiyê
=KTML_Bold=Danasînek li ser hunera Dengbêjiyê=KTML_End=
Êş û hesreta mirovan teng bi reng û peyvan nayê îfadekirin, lê belê dengek dikare êşê bi mirovan bide hîskirin. Dibe ku mirov nikaribe êşa dilê xwe bilêv bike, lê dikar biqîre. Ew qêrîn carinan dibe muzik û carina bi wateya dengbêjiyê, dibe dengek xweş an jî miqamek xweş û li ser zimanan li welatî digere.
Bi rêya vê gptarê em ê dengên tijî hesret, bêrîkirin, westan, êş û şahiyan bi we bidin naskirin û dengên cihê cihê bi ser guhên we de berdin.
Mehmet Uzun dema pênaseya dengbêjiyê dike, ji bo dengbêjan dibêje: “Dengbêj; ew kes in ku rih didin deng, dihêlin ku deng zindî bibe.”
Dengbêjî kevneşopiyeke gelekî girîng e. Di dîrokê de kurd her dem neçar bûne ku çanda xwe bi “deng” an jî bi “gotinan” dewrî nifşê nû bike, ji ber ku nivîs û pirtûk di nav kurdan de pir kêm bûn. Di hêla gotin, kilam, stran û çîrokan de, bi gotinên dengbêjan hetanî roja îro hatiye û winda nebûye
Mirov dikare bêje dengbêjî esasê çanda kurdan e. Em li dîrokê dinêrin piraniya dengbêjan ji derveyî karê dengbêjiyê bi tu karî ve têkildar nebûne û tenê xwestine çanda kurdewarî li ser lingan bihêlin.
Dengbêjên kurd ên nemir, çanda kurdan bi awazên xwe yên hestyar heta roja me ya îro anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya kurdan a devkî ji civaka kurd re vegotine. Gelê kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de wê awazê dîroka kurdan a nenivîskî jî hewandiye.
Ji çand û zargotina gelê kurd ya dîrokî beşek esasî dengbêjî ye. Ew bi jiyana gel ve girêdayî ye. Ne şîn bê kilam dibe, ne jî şahî… Di dema tunebûn û tenêbûnê kilam ji kurdan re dost û yar e.
Dengbêjî ruhê mirovahiyê ye û ruhê çandê ye. Eger civakê heta roja îro karîbû çanda xwe, hunera xwe, dîroka xwe biparêze û were naskirin, bêguman ev yek bi rêya dengbêjiyê pêk hatiye.
Çanda dengbêjiyê xezîneyeke bêdawî ye. Dengbêjî tu sînoran nas nake û zengîniyeke bê dawî ye.
Dengbêjî cihekî xwe yê berfireh di çanda kurdî de digire. Jixwe wêjeya kurdî ya devkî wek stiran, çîrok, pend, serpêhatî, gotinên êşiyan, biwêj û efsane...hwd pir dewlemend e, gotina stran û lorîkan û dengbêjiyî textê xwe di asta jor de vedane.
Dengbêjî di jiyana kurdan de şêwazekî xweser e ku wexta mirov bextewer be jî, xemgîn be jî û evîndar be jî dikare li dengêbjiyê guhdar bike.
Tu li kîjan aliyê jiyana kurdan binêrî, bi dehan û bi sedan stiran li ser hatine gotin. Li ser şer û pevçûnan, mêranî û egîtiyê, xiyanet û bêbextiyê, dildarî û evîniyê, dilsozî û dilpakiyê, koçberî û biyaniyê, xizanî û hejariyê, şîn û reşiyê, şahî û xweşiyê, stiranên bi kar û xebat û paleyan ve têkildar, stiranên bi xwezaya kurdistanê ve girêdayî û heya tu bêjî stiranên rengereng hatine gotin. Bi van stiranan dîroka me û jiyana gelê me hatiye qeytkirin û ji bîr nebûye.
Her wiha cihê ku dengbêj hunera xwe pêşkêşî guhdaran dike, dîwan e. Dîwan di kurdî de tê wateya odeya mirovên birûmet, civata rûsipiyan. Ev dîwan berê di malên mîr, paşa, axa û began de an jî di yên mezinên gundan de hebûn.
Li vê axa bav û kalan bi sedan stranbêj û dengbêjên kurd ên dengxweş derketine ku ta roja îro jî em li ser dengê wan ji xewê şiya dibin. Ji wan ên wekî; Evdalê Zeynikê, Şakiro, kerebêtê Xaço, Baqî Xido, Meryem Xan, Eyşeşan, Gulbihar, Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizîrî, Hisênê Farê, Miradê Kinê û hwd. Her yek ji wan dengbêjan nirxên giranbuha afirandine û bandoreke pir mezin li ser wêjeya nivîskî kirine. Di warê pêşketinên civakê, têkiliya navbera folklor û civakê de muhra xwe li dîrokê dane û bûne kesayetên qedirbilind û nemir.
Her denbêjek bi meqameke xweser kilamên xwe distire û çîrokên wan jî ji herêmeke ta herêmekê ji hev diguherin. Hin ji wan şivanan bi şivantiyê dest bi dengbêjiyê kirine. Her denbêjekî bi devoka stranên xwe pêşkêş kirine, bi saya van stranan devoka herêman û zimanê kurdî her tim zindî û li ser lingan maye. Lê mixabin di nava civaka me de qedrên dengbêjan gelek caran nehatiye girtin, ji ber vê yekê piraniya stranên wan negihîştine roja me. her wiha ji bo qeytkirina dengan derfet tune bûye, lewma gelek kilam nehatine qeyt kirin. Ew kilamên ku nehatine qeyt kirin, bi demê re hatine ji bîr kirin.
Di kilamên dengêjan de her kurdek dikare parçeyek ji jiyana xwe tê de bibîne, ji ber ku ew kilamên dengbêjiyê ayîdî hemû kurdan e. Dengbêjî wekî agirê Newrozê gelê kurd li derora xwe dike xelek û yekîtiya ruhê kurdewariyê derdixe holê. Û dengbêj careke din bi êş û şadiya dengê xwe bi ser gelê xwe diqîre û distire...
=KTML_Bold=Çavkanî:=KTML_End=
-Ji pirtûka antolijiya dengbêjan.
-Ji malpera wîkîpediya.
-ji qenala pel-filim a li ser dengbêjiyê.
[1]

Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 3,300 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!
HashTag
Bronnen
[1] Exclusief voor Kurdipedia | Kurmancî | Ji aliyê Kurdipedia ve hatiye amadekirin - Aras Hiso
Gekoppelde items: 60
Groep: Artikkelen
Artikel taal: Kurmancî
Publication date: 01-06-2023 (2 Jaar)
Boek: Artistiek
Boek: Cultuur
Provincie: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Soort document: Originele taal
Technical Metadata
De kopijrecht van dit artikel is gegeven aan Kurdipedia door de eigenaar van het item!
Exclusive to Kurdipedia!
Item Kwaliteit: 99%
99%
Toegevoegd door ( ئاراس حسۆ ) op 01-06-2023
Dit artikel is beoordeeld en uitgegeven door ( سارا کامەلا ) op 01-06-2023
Dit item is voor het laatst bijgewerkt door ( سارا کامەلا ) op: 01-06-2023
URL
Dit item is volgens Kurdipedia's Standaarden nog niet afgerond en verder moet het herzien/aangepast worden!
Dit item is 3,300 keer bekeken
QR Code
  Nieuwe item
  Willekeurig artikel! 
  Exclusief voor vrouwen 
  
  Publikatie 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Contact | CSS3 | HTML5

| Pagina wordt gegenereerd in: 0.36 seconde(n)!