JİN Û JÎYAN
Cano AMEDÎ 26-02-1997
İro piranîya jinan di warê aborî, ramyarî (sîyasî), çandî û her wusa di hemû warên jîyanê de rewşeke xirab, jîyaneke zordar dijîn û didomînin. Ji xencî zordar û dewlemendan tu kes nikare bi dilekî rehet bibêje ez ji jîyana xwe kêfxweşim. Wekî em hemû dizanin pirsgirekên her welatî li gor şertên civakî, aborî û ramyarîya wî welatî diguhere. Hinek taybetiyên wan ji pirsgirekên gelemperî cûda dibin. Jinên Kurd jî wek hemû jinên dinyayê gellek pirsgirekên gelemperî, problemên asê û taybetî dijîn. Lê di şertên îroyin de ji xencî wan probleman birîna mezin pirsa netewîye. Ev nayê wê manê ku pirsên din ne pêwîstin. Dijane hemû pirs pêwîst û li benda çareserîyeke bingehîn in. Ji ber vê yekê divê dîtin û çareserîyên me jî di wê hêlê dabe.
Dîroka tevgera jinên Kurd ne pirr dewlemend e. Lewra rewşa rêxistin û komelên civakî ji rewşa welat ne cihê ye an ne dûr e. Ji van sedeman rewfla komel û rêxistinên jinan jî li gor vê tabloyê tê nîrxandin. Lê dîsa jî, jinên Kurd hişyarbûye û êdî doza maf û hûqûqê xwe dike.
Di despêka sedsala bîst û yekan de, di nav jinan de bîr û bawerîyên nûh, raman û dîtinên rengîn bi lez belav dibin; Komel û rêxistinên nûjen tên sazkirin, êdî jin him jixwe him jî ji der û dorên xwe pirsan dipirsin. Wan pirsan û dîtinan lec dikin û ji bo çareserîyeke bingehîn serê xwe diêşînîn. Ev geşbûna han ji bo civateke demokratîk û ji bo jîyaneke mîrovahî çirûskên mizgînîyê ne. Lewra azadbina jinan azadkirina jîyanê ye. Gava qeyda bindestîyê di stûyê me dabe tu car emê azadî nebênin û wê rewşa me ji îro xirabtir be.
İro li welatê me nêzîkî sê hezarî(3000) gund ji alîyê hêzên dagirker de hatîye şewitandin û bi mîlyonan gelê Kurd li ser axa xwe, li welatê xwe bûye pênebir! Gelê Kurd li metropollan, li bajarên Kurdîstan de wekî di qampan de bijîn dijîn… Birçî, bê kar û bêparastin (savunmasiz) di bin zulma xwînmijan de jiyana xwe didomîne û li doza xwe xwedî derdikeve. Di bin vê tabloya han barê giran dîsa, li ser milê jin û zarokane.
Em dikarin bibêjin ku îro li welatê me hişyarbûna ku di nav jinan de heye di nav tu çîn û tebaqên civakî de tune ye. Çê dibe ku hinek kes ji vê dîtina han acis bibin. Lê rastîya ku em îro dijîn ev e!
Bi taybetî, di van salên dawî de bi germîya têkoşînê û pişti hişyarbûna ku di nav jinan de belav dibe jinên Kurd li gor berê zêdetir dibin hedefên êrîşên hêzên dagirker û kevneperestan. Ji xencî van, tadayî, zilim û nehekîyên ku ji dîroka mîrovahî vir de domdike jîyana jinan xistîye bindestên mêran. Mirov dikare bibêje ku zordestî û hovîtîyên jinan nedîtinbin tune ye! An bi gotineke din dîroka jinan bi dîroka hovitî û neheqîyê ve hatîye girêdan. Kîngê jin dîroka xwe bi destê xwe binivisînin wê gavê jin û mêr wê bi hevra azad bibin. Ji van sedeman em dibêjin ku ji bo jîyaneke azad û rizgarîyeke bi rûmet têkoşîna jinan û hêzên bindestan bi hevra girêdaye. Di germîya jîyanê de jin û mêrên bindest hevalbend û şirîkê hevin. Ji ber vê yekê, divê jin xwedîyê komel û rêxistinên xwe bin û di derheqa jîyana xwe de xwedî biryar bin. İro jin doza maf û hûqûqê xwe dikin û hinek dîtinên “nuh” diparêzin. Divê em li ser wan dîtinan, li ser wan daxwazan baş bi sekinin. Jin dibêjin ku ji bo jinan ‘Rêxistineke serbuxwe’ şert e. Berîya em li hemberê vê dîtinê derkevin divê pêşîya her tiştî em bi çavên jinan li vê pirsê binêrin û bi sekinin. Rast e, heta niha di derheqê pirsa jinan de fêr bûn û dîtinên bêtirs ji alîyê sosyalîstan de hatîye parastin. Lê di dema “Reel sosyalîzm”ê de wekî xeletî û çewtîyên gelemperî di vê mijarê de jî kêmasî û çewtî çê bûne. Ji ber van sedeman divê di derheqeê pirsa jinan de jî dîsa jin biryar bidin û ji pirsên xwe ra bila çareserîyekî bibînin. Çeva hewcedarîya rêxistinên civakî pêwîst û mecbûrî ye; hebûna komel û rêxistinên jinan jî wilo pêwîste. Lewra pirsgirekên jinan dîsa jin baştir zanin. Çê dibe ku em zilam di derheqê vê mijarê de hinek tiştên rast û di cîh de bibêjin lê belê em bi qasî jinan zordarî û hovîtîyan nasnakin. Lewra em di jîyana xwe de, him li dijî xwe him jî li hemberê malbata xwe zordarin. Ji ber vê yekê yên zordarbin êşa û nalînên bindestan nizanin. Ev zordarî dîrokîye… Em dibin zilma zordar, dagirker û dewlemendan de dijîn, di nalin û digirîn. Lê gava fersend bi destê me dikeve em xwe wekî Neron dibînin. Yên qeweta wan nagihêje me, em radibin jîyanê li wan heram dikin. Ev pirsgireka hanê pirsgirekeke civakî ye. Mîsal bav heta evarê li karxanê di bin zilma karmendê xwe de di nal e. Tê malê heyfa xwe ji jina xwe derdixe. Jin jî hers û heyfa xwe ji zarokan distîne. Ev rewşa han di hemû qadên jîyanê de hebûna xwe didomîne.
Di van salên dawî de em dibînin ku li her çar beşên Kurdîstanê û li dervayî welat di nav jinên Kurd de pêlên hişyarbûnê roj bi roj zêde dibe. Jin êdî di hemû qadên jîyanê de navnîşana xwe ya cîvakî derdixe pêş. Dîsa bi zanayî û aktîfî di nav têkoşîna netewî de cîhê xwe digire. Li gund, li bajar, li çîya, li mal û li girtîgehan de jinên Kurd têkoşînekî bêhempa dimeşînin. İro li welatê me bi hezeran jin û keç di nav hêzên ramyarî de cîhê xwe girtin e. Bi hezaran bûne gerîlla û tovê jîyanek nûjen di reflînin seranserê welat. Li welatên bîyanî, li metropollan û di welatê xwe de bi hezaran jin bûne pênebir lê dîsa jî, çi ji dest wan tê dikin. Rojên tengasî û rojên firehî de, dest dide destê hevalên xwe yên mêr. Hemû ji bo welatekî azad û sersixwe dixebitin. Wekî Mamoste İsmaîl BEŞİKÇİ ji dibêje cîhgirtina jinên Kurd ku bi şeklekî girsayî di nav têkoşîna rizgarîya netewî de ancax bi têkoşîna şerê çekdare mumkun bû. (15 Tebax ’84) Tabîî ev nayê wê manê ku berê jinên Kurd di şerê têkoşîna netewî de cîh negirtî ne! Lewra em hemû dizanin ku jinên Kurd her tim li doza xwe xwedî derketîye. Lê belê di van salên dawî de şerê ku di bin seroktîya PKK’ê de dimeşe beşdarbûna jinan li gorî salên borî û li gorî beşên din taybetîyeke balkêş dikşîne ser xwe! İro di nav refên gerîlla de hejmara jinan ne kême. Bi qasî ku em dizanin îro “Tabur”ên ku ji jinan avabûye hene. Dîsa di weşanên Partî yê de serokê PKK’ê behsa Artêşa Jinan dike. Ev geşbûnîyên han hemû bûyerên rengîn û gellek pêwîstin. îro ji bo jîyaneke azad bi sedan jinên Kurd şehîd ketine. Ev şehîdên han şehîdên me hemûyan e. Hemû jî di di jîyana xwe de û di dîroka gelê xwe de rolekî mezin leyistîye. Ger em rabin navên hemûyan bi nivîsin wê rûpel têra me nekin. Lê dîsa jî ji bo mîsal em dikarin hinek navan binivîsin. Leyla Qasim, Margaret Gîwardîs, Helîm Xan, Meryem Xan, Ayşe Gulak û hwd. Li beşê Kurdîstana Bakûr deng danî û dengê wan li hemû perçan belav bûye. Li beşê Başûr Zarîfe Xanim, Yaşar Xanim, Besê… Ji sala
1980 an vir de jî bi sedan jin û keçên Kurd navên xwe li bircan, li çîyan û li bajaran nivisîye. Necla Baksî, Xanim Yaverkaya, Ayten Çîçek, Sultan, Zekîye Alkan, Binevş Agal, Rewşen Demîrel, Bişenk Anik, Ronahî, Berîvan, Mizgîn û yên din. Ji xencî vana bi sedan kes hene ku navê wan em nizanin. Lê sê nav, sê kevok û sê hêvî hene ku navê wan û çalakîyên wan ji nihava bûye sembol/buyê al… Ev sê navên şîrîn ZİLAN, REWŞEN û BERMAL e. (Zeynep Kinaci, Leyla Kaplan û Gûler Ortaç) . Ev her sê jî kevokên jîyaneke azad û serbixwe ne…
Gava ku em di derheqê têkoşîna jinên Kurd de li rûpelên dîrokê binêrin emê bibînin ku di sala
1919 an de li Istanbolê hinek jinên Kurd di bin seroktîya Encum Yamulkî xanim de bi navê Komela Pêflketina Jinên Kurd (Kûrt Kadinlari Tealî Cemîyetî) hatîye ava kirin. Piştî demekî dirêj şûda em di derheqê tevgera jinan de hinek çalakî û çavkanîyan ancax di salên 78-80 de dibînin. Di nav wan salan de li Amedê hinek jin û keçên şoreşger û welatparêz bi navê Komela Jinên Demokratên şoreşger (DDKAD- Devrimci Demokrat Kadınlar Derneği) ava dikin. Piştî cûnta leşkerî endam û avakarê vê komelê mîna bira û xweşkên xwe tên girtin û li girtîgeha 5 nolu dimînin. Di sala
1986 an de dadgeha Tirk a leşkerî 6 avakarê DDKAD ê “tawanbar” diyar kir û cezayên giran da wan. Dîsa di sala
1992 an de Komela Jinên Welatparêz, di sala
1993 an de Komela Jinên Demokrat û Netewî hat sazkirin. Ev herdû komel jî ji alîyê dadgeha Tirk de hat qedex kirin. Lê xebat û têkoşîna jinan ne sekinî! Dîsa jinên Kurd komel û rêxistinên xwe sazdike, weşanên xwe derdixe. Dadgeh û polîsên Tirk jî li pey wan biryarên qedex kirinê di gerîne!
Di têkoşîna tevgera netewî de beşdarbûna jinên Kurd li gorî her perçeyî ji hev cuda ye. Ev cudatîya han ji bo sazkirina yekîtîya komel û rêxistinekî netewî bûye kelemekî asê. Lewra şertên her perçêyî (beşên welat) û rewşa civakî cuda cuda ye. Her hal kîngê welatê me serbixwe û yekbû be wê gavê di nav jinan, tebaqên civakî û çînîn de wê komel û rêxistinên yekbûyî seranserê welat sazbibin. Ev jî xemeke! Qak em binêrin wê kîngê bi cîh bê? Bi kurtayî em dikarin bibêjin rizgarîya jinan bi du awayî ye. Yek jê rizgarîya cînsî ye; Ya din jî rizgarîya civakî ye. Ji ber van sedeman gava jin komel û rêxistinên xwe sazbikin divê van rastîyên han ji bîr nekin. Ji bo vî jî divê bingehîna dîtinên xwe li ser herdû alîyan ava bikin. Belê, ez dizanim hinek jin vê ji van dîtinan acis bibin. Lê em çi bikin jîyan bi şirîkayî, bi hevalbendî xweş dibe. Bêdewa jin û mêran jî li gor berpirsîyarên hembere hev tê pîvandin û bi werîsê şirîkayê, bi germîya hevalbendîyê û bi pêwîsîyên wekhevî ve girêdaye… Bi germîya van dîtinan em bi dengekî xurt dibêjin Roja 8’ê ADARê li hemû jinan PÎROZ BE! Ne rojekî hemû roj bila wekî vê rojê be.
[1]