=KTML_Bold=Li Gorî Pîvanên Cunningsworth Nirxandinek li Ser Hînkerê=KTML_End=
Sal 2017, Cilt: 2 Sayı: 7, 66 - 77, 01-01-2017
Şehmuz KURT
=KTML_Bold=Kurte=KTML_End=
Di pêvajoya hînkirina zimanekî de gelek materyalên ji hev cuda tên bikaranîn. Ji wan materyalan û bi îhtimaleke mezin yên herî zêde têne bikar anîn, hînkerên zimanî ne. Ji ber ku di bazarê de ji yekê zêdetir hînkerên zimanî hene, êdî nirxandin û hilbijartina wan bûye diyardeyeke aşkere û li ser nirxandin û hilbijartina hînkeran lîteratureke têra xwe mezin û berfirah pêk hatiye. Ligel gelek zanyarên dî Jeremy Harmer, Alan Cunningsworth, Alan Tucker wek nûner û pêşengên qada nirxandin û hilbijartina hînkeran tên hesibandin. Di vê gotarê de me li gorî pîvanên Cunningsworth, seteke hînkirina Kurdiya Kurmancî ya bi navê Hînker nirxandineke rûxalî û hûrgilî pêk anî. Di encamê de me dît ku wek seta hînkirinê di naveroka zimanî, çar şiyanwerî û rola mamosteyan de kêmasiyên Hînkerê hene lê belê ji hinek aliyên wekî naveroka nezimanî û nirxên civakî û metodolojîyê de Hînker serkeftî ye.
Peyvên sereke:
Hînkirina Zimanî, Hînker, hînkerên zimanî, nirxandina hînkeran, Cunningsworth
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=514579&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Li Gorî Pîvanên Cunningsworth Nirxandinek li Ser Hînkerê=KTML_Link_External_End=
[1]
Kurdipedia is niet verantwoordelijk voor de inhoud van deze opname en de eigenaar is daarvoor verantwoordelijk. Kurdipedia nam het op voor archiefdoeleinden.
Dit item werd in het (Kurmancî) geschreven, klik op het pictogram

om het item te openen in de originele taal!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona

bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dit item is 1,237 keer bekeken
Schrijf uw commentaar over dit item!